“Desteya Jin bi pêkanîna projeyên sala 2021’ê destekeke xurt da hemû jinan”

Seroka Desteya Jin a Herêma Cizîrê Zeyneb Mihemed li ser kar û xebatên Desteya jin ên sala 2021’ê nirxandin kir û wiha got: “Piraniya karkerên di nav Rêveberiya Xweser de cih digrin jin in ji bo wê pêwîst e di aliyê jinan de zêdetir em rêxistina xwe xurt bikin û hevserokên mêr li ser esasê bîrdoziya azadiya jinan perwerde bikin. Desteya Jin projeyên xwe di sala 2021’ê de bi cih anî û destekeke xurt da hemû jinan”

ROJ HOZAN
Qamişlo-Desteya Jin di sîstema Rêveberiya Xweser de roleke xwe ya sereke di aliyê destekdayîna jinan de dilîze. Projeyên aborî ji bo jinan bi pêş dixe, parastina jin û zarokan û alîkariya wan dike. Her wiha hemû projeyên xwe yên ku di sala 2021’ê de biryara wê girtibûn pêk anîn. Têkildarî mijarê Seroka Desteya Jin a Herêma Cizîrê Zeyneb Mihemed kar û xebatên Desteya Jin ên salekê nirxand. 
Xebatên rêxistinî yên Desteya Jin
Zeyneb wiha dest bi nirxandina xebatên Desteya Jin ên rêxistinî kir: “Di destpêka salê de dema em dest bi xebatê dikin civînên me çêdibin û li ser esasê wê em bernameya xwe derdixin. Komîteyên Desteya jin civîna xwe çêkirin û li ser sê mijarên esasî bernameya xwe danîn. Mijara yekem mijara aboriya jin û projeyên ku jê re bên pêşxistin bûn. Her wiha parastina zarokan mijareke me ya esasî bû ji bo wê me biryar girt ku em malên parastina zarokan berfireh bikin, mijara din jî parastina jinan ji tundiyê bû. Di wê mijarê de me derfetên kar ji bo jinan pêşkêş kirin da ku jin bi xwe debara xwe bikin û rastî tundiyê neyên. Piraniya karkerên di nav Rêveberiya Xweser de cih digrin jin in ji bo wê pêwîst e di aliyê jinan de zêdetir em rêxistina xwe xurt bikin. Projeya mala parastina zarokan berê li bajarokê Rimêlanê hebû lê ji ber hejmara zarokên ku dayik û bavên xwe di şeran de winda kirine zêde bû me mala parastina zarokan li bajarê Hesekê vekir. Projeyên me yên ku negihîştin serî hebûn, sedema wê jî kêmderfetî bû. Ji ber rewşa belavbûna vîrusa koronayê hemû derfetên me ketin xizmeta Desteya Tenduristiyê. Niha jî projeya me ya vekirina dirûnxaneya jinan li navçeya Tirbespiyê ber bi dawîbûnê ve diçe. Ji bo zarokên pitik û alîkariya dayikên wan ên karker me hin navendên nû vekirin weke Desteya Jin me xwest em alîkariyê bidin jinan da ku zarokên xwe bi cih bikin berî bên kar. Her wiha gelek çalakî ji bo zarokan hatin bipêşxistin di Roja Cîhanî ya Zarokên astengdar de me ji bo zarokan şahî çêkir û xelat belav kirin. Her wiha ji bo koçberan jî me tensîq bi saziyên civaka sivîl re çêkir li ser vê esasê me serdana kampan kir û alîkarî ji bo jin û zarokan pêşkêş kir.”
Di Desteya Jin de xebatên perwerdeyê
Zeyneb bal kişand ser pêşveçûna xebatên perwerdekirina jinên di nava xebatê de û li aliyê din perwerdeya jinên civakê û wiha domand: “Ji bo zarokên civakê me projeya xwe daniye ku em navendan vekin û zarokan di temenekî pir biçûk de fêrî hin pîvanên civakî, dûrî teknîkê bikin, li ser esasê wê me biryar girtiye em sê navendan vekin du li bajarê Qamişlo û yek jî li bajarê Tirbespiyê. Kesên van zarokan perwerde bikin niha ew bi xwe jî di perwerdeyê de ne bi rengekî ku çawa bikaribin danûstandinê bi zarokên civakê re bikin. Desteya jin hem endamên xwe yên desteyê perwerde dike hem jî hemû karkerên jin ên di nav Rêveberiya Xweser de perwerde dike. Akademiya me ya perwerdeya fikrî li gundê Til Marûf ê girêdayî Kantona Qamişloyê heye û mehane perwerde lê tên dayîn û komên jinan derbasî wir dibin. Perwerdeyên me mijarên weke rêveberiya jin, mijarên koletiya ku li ser jinan hatiye kirin û li aliyê din mijarên weke sîstema hevserokatiyê digre dest. Her wiha weke gaveke serkeftî me dest bi perwerdekirina mêran kir ew jî yek ji plansaziyên me yên 8’ê Adarê bû der barê vê yekê de me perwerdeyek ji komeke hevserokên mêr ên di nav Rêveberiya Xweser de vekir. Di vê perwerdeyê de hevserokên mêr li ser esasê bîrdoziya azadiya jinan hatin perwerdekirin. Li kêleka wê sîstem hat danîn ku pêwîst e li hemû desteyan perwerde bên dayîn li gorî wê her deh rojan perwerde dihatin dayîn. Li aliyê din ji ber têkiliyên me bi civakê re hene komîteyên me yên jinan di nav gund û navçeyan de li ser esasê jiyana perwerdeyê tevgeriyan. Mijarên me yên perwerdeyê ji bo jinên civakê yek jê li ser qanûnên jinan bû ji ber ku li gelek herêmên nû hatine rizgarkirin bi taybetî herêmên Ereban ev qanûn nayên pêkanîn û kevneşopiyên civakê heya niha tê de li pêş in. Mijara din jî naskirina dîroka jinan e çawa em bikaribin jinan ji nav kevneşopiyên civakê derxin û tevli xebatê bikin. “
Xebatên Desteya Jin ên ji bo jinên ku rastî tundiyê tên
Zeyneb bal kişand ser xebatên Desteya Jin ên der barê jinên ku rastî tundiyê tên û wiha pêde çû: “Komîteya me ya dengê jin heye û tê de hemû saziyên ku bi mijarên tundiya li ser jinan eleqedar in cih digrin û hemû jinên ku bikaribin di ber jinan de xwe berpirsyar bibînin dikarin cih tê de bigrin. Di vê komîteyê de nîqaş tên kirin û ji bo pirsgirêkên ku bi lezgînî çareserî ji wan re pêwîst e, hemû jin li hev kom dibin û digihîjin biryarek. Komîteya dengê jin li ser asta Herêma Cizîrê ye di plana me de ye em ê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeye berfireh bikin. Li aliyê din der barê meseleyên parastina jinên tundî li ser wan tê meşandin de jixwe ev ji xebatên sereke yên Desteya Jin e. Navendên me hene em van jinan pêşwazî dikin navendên me yên derûnî bi wan re mijûl dibin tên perwerdekirin bi rengekî ku ji nû ve bikaribin tevli civakê bibin. Her wiha em derfetên kar jî ji wan re peyda dikin da ku pêdiviya wan bi tu kesê tunebe. Li aliyê din li ser asta bajaran gelek semîner hatin dayîn her wiha bi partî û rêxistinên siyasî re me gelek civîn li dar xistin tê de me nêrînên hev girtin, pêşketina jinan û pêşxistina projeyan ji bo wan em gihîştin encamên erênî. Her wiha ji bo sîstema hevserokatiyê wekî şikil nemîne di hin cihan de gelek semîner û komcivîn hatin çêkirin. Li aliyê din me hemû karên xwe yên rûtîn bi cih anîn li ser esasê wê em ê bi bernameyeke xurt derbasî sala 2022’an bibin.”
Plansaziya sala 2022’an ên Desteya Jin 
Zeyneb plansaziya sala 2022’an ji me re eşkere kir û wiha bi dawî kir: “Di sala li pêş de em ê destpêkê du navendan ji bo perwerdekirina jinan li ser karan vekin, ji ber ku hin jin hene dixwazin kar bikin lê tu karên hilbijartî di destên wan de nîn in. Ev navend jî wê yek jê li ser asta Kantona Qamişloyê be û ya din jî wê li ser asta Kantona Hesekê be. Gava duyemîn ew e ku piştî ev jin bên perwerdekirin wê kar ji wan re bê peydakirin. Hin projeyên me yên aborî der barê dekor û vekirina projeyên erzaqan de hene. Der barê qanûnên jinan de me bi meclisa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re pêwendî daniye û em ê di sala pêşiya me de li herêmên Ereban pêk bînin. Em bi hêvî ne û di wê baweriyê de ne ku sala li pêş, wê projeyên hîn berfirehtir û serkeftî bên bipêşxistin.”