‘Destdirêjiya Tirkiyê li Sûriyê pêşeroj û çarenûsa gelê wê tune dike’

Siyasetmedar Leyla Ehmed li hember destdirêjiya dewleta Tirk û bandora wê ya li ser Sûriyeyê da zanîn ku çareserî bi gel û pêkhateyên Sûriyê re pêkan e û wekî din mirov nikare behsa pêşerojê bike.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Tirkiye yek ji dewletên ku destpêkê xwe avêtine nav aloziya Sûriyeyê û dikaribûn sûdeke mezin jê werbigirin e. Dewleta Tirk aloziya li Sûriyeyê ji ber berjewendî û projeya xwe ya dagirkeriyê bikar anî ku ev 14 sal in bê navber destdirêjiyê li Sûriyeyê dike. A niha jî kontrola xwe li ser hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê pêk aniye da ku rasterast wan birêve dibe.

Berdevka Ofîsa Têkiliyan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a kantona Firatê Leyla Ehmed, bandora destdirêjiya dewleta Tirk a li ser Sûriyeyê nirxand.

‘Dewleta Tirk di her warî de roleke neyînî lîst’

Leyla Ehmed rola dewleta Tirk a di rêxistinkirina komên çete yên li Sûriyeyê de wiha bilêv kir: “Ji destpêka aloziya Sûriyeyê û heta niha jî, destdirêjiya dewleta Tirk a di siyaset, şer û civaka Sûriyeyê de astengiya herî mezin bû ji bo me. Bi taybetî jî di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de. Dewleta Tirk desteka herî mezin di warê perwerde, rêxistinkirin, lojîstîk, çekan û hwd de da wan. Her wiha komên ku qaşo xwe weke muxalefeta Sûriyeyê binav dikirin jî, wek komên çete birêxistin kirin, ji naveroka wan derxistin û ji bo berjewendiyên xwe bikar anîn. Ji aliyekî din ve tevliheviyên ku dewleta Tirk di Sûriyeyê de ava dike, têkbirina aramiya wê, çêkirina fitne ya di navbera pêkhate û baweriyan de û bi dehan mijarên din hene. Ji bo vê jî dewleta Tirk bi rengekî rêk û pêk destdirêjiya xwe li ser Sûriyê kir û heta niha jî ev yek xwe dide der.”

‘Sûriyeyê ji warê erdîngarî û siyasî ve hatiye dagirkirin’

Leyla Ehmed da zanîn ku dewleta Tirk gelek deverên Sûriyeyê bi xwe ve girêdaye û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk li kêleka destdirêjiya axa xwe, di her warî de bi rengekî eşkere axa Sûriyeyê jî dagir kir. Ji bo vê jî destdirêjiyeke du alî ye ku gelek deverên Sûriyeyê weke Efrîn, Cerablûs, Girê Spî û Serêkanî dagir kiriye û heta niha jî ev dever di bin dagirkeriya wê û çeteyên girêdayî wan de ne. Ev deverên hatine dagirkirin ji nasname û pênaseya xwe ya Sûriyeyê qut bûne û weke deverên ji axa Tirkiyeyê hatiye veguherandin. Her wiha kiryarên ku rojane li wir tên jiyîn jî di asta guhertinên demografîk û tunekirina gelên wê yên resen jî em digirin dest. Ji xwe tê zanîn ku di destûr, zagon û hevpeymanên di navbera dewletan de, çênabe ku dewleteke cîran serdestiya xwe li axa welatê din bike. Lê em vê destdirêjiyê ji 2011’an û heta niha ji aliyê dewleta Tirk ve dibînin û jiyan dikin.”

‘Gelên Sûriyeyê dîsa bi heman pergal û hişmendiyê ve rûbirû ne’

Leyla Ehmed di berdewama axaftina xwe de got ku xuyakirina rastiya hikûmeta nû demeke kurt girtiye û wiha got: “Piştî rûxandina rêjîma Baasê, gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhate, bawerî û etnîsîteyên xwe bi hêvî û bendewarî bûn ku çavê gelê Sûriyeyê li pêşerojeke aram, aştiyane, wekhev û demokratk bûn. Piştî ev kom hatin ser desthilatê, di demeke pir kurt de rastiya xwe diyar kirin ku mixabin careke din çarenûsa gelê Sûriyeyê ket nava destên heman hişmendî û desthilatdariyê. Dîsa ev hikûmet pergala yek al, ziman û netew li ser civaka Sûriyeyê ferz kir ku ev yek hêviyên gelan bi xwe re tune kir. Bi taybetî jî bûyer û komkujiyên li hember Elewî û Durziyan pêk hatin, gefên li hember gelê Kurd û pêkhateyên din bipêş ketin, rastiya hikûmetê û pêşeroja Sûriyeyê raxist ber çavan.”

‘Tirkiye pêvajoya lihevkirinê xirab dike’

Leyla Ehmed bi rengekî tund û aşkera bandora dewleta Tirk a li ser Sûriyeyê wiha vegot: “Bi rastî jî hîn diyalog û lihevkirinên ji bo pêşeroja Sûriyeyê hene. Lê her ku gavên erênî tên avêtin ango helwesteke bihêvî tê raberkirin, em dibînin yekser dewleta Tirk mudaxele dike û rêveçûna pêvajoyê paşve dixe. Ji bo vê jî gelek nakokî derdikevin holê, hikûmeta demkî daxuyanî û helwestên baş nîşan didin, piştre di piratîkê de gav nayên avêtin û niyeta çareseriyê lewaz dibe. Her wiha her ku bûyerek ango hevdîtineke bi bandor bipêş dikeve, serdanên di navbera dewleta Tirk û hikûmeta Sûriyeyê de destpê dikin. Hevdîtinên herî dawî jî destdirêjiya dewleta Tirk a yekser di siyaset, stratejî û helwesta hikûmeta Sûriyeyê zelal dikin.”

‘Destdirêjiya Tirkiyeyê Sûriyê ber bi pêşerojeke tarî ve dibe’

Endama Ofîsa Têkiliyan a PYD’ê Leyla Ehmed çareserî û lihevkirina navxweyî teqez kir û got: “Gelê Sûriyê di encama şerê desthilatdar û berjewendiyên hevpar de temenekî gelekî mezin da. Hemû pêkhateyên di Sûriyê de para xwe ji vê alozî û şerê heyî girtin û bê navber bedel dan. Ji bo vê jî daxwaz û bendewariyên me hemûyan jî heman tişt e. Lê mixabin heger destdirêjiya dewleta tirk di Sûriyeyê de berdewam bike, em nikarin behsa çareseriyê jî bikin. Jixwe tu kes jî qebûl nake ku êdî rewşa Sûriyê vegere dema desthilatdariya Baasê û kes naxwaze jî bi vî rengî jiyan bike. Ji bo vê jî çareserî di destên me pêkhate û gelên Sûriyeyê de ye, çareserî li Şamê pêkan e. Lê heger destdirêjî û perspektîfên dewleta Tirk û çi  hêzên ji derve wiha dewam bikin, emê nikarbin behsa Sûriyeke azad, demokratîk, wekhev û nenavendî bikin.”