‘Deshilat jinan weke asteng dibîne’

Parlementoya Tirkiyê ji îro û şonde dest bi xebatên xwe yên dema nû dike. Berdevka Koma Jinan a HDP’ê û Parlementera Êlihê Ayşe Acar Başaran da zanîn ku rejîma AKP’ê ji ber jinan li hemberî deshilata xwe asteng dibîne, ji ber wê hewil dide dibin tundiyê de bigire. Ayşe bilêv kir ku dê li meclisê dengê jinan hîn zêdetir bidin bihîstin.

 
Ankara- Piştî mehek navberê îro meclisa Tirkiyê vedibe. Jinan xwestin ji bo pêşîlêgirtina cînayet û şideta ser jinan meclis lezgîn dest bi xebatê bike. Di parlementoyê de partiya herî zêde parlementerên wê jin HDP ye. Di heman demê de tenê partiya koma jinan heyiye. Dema rewş wiha be çavê hemû jinan li ser Koma Jinên HDP’ê ye. Me ji herdevka Koma Jinan a HDP’ê û Parlementera Êlihê Ayşe Acar Başaran pirsa polîtîkaya deshilatiyê ya jinan û li hemberî wê hewceye çî bê kirin pirsî. 
“Deshilat mekanîzmaya di destê xwe de li hemberî jinan dixebitîne”
Ayşe Acar Başaran, destnîşan kir ku AKP jinan weke astenga herî mezin li hemberî deshilatiya xwe dibîne û wiha domand: “Ji roja yekem a ku AKP hat ser kar, dema ku ked û dengên jinan dixwest, di parastina sînorên ku ji jinan re danîne de bi hostatî siyasetê dimeşîne. Ew hemî mekanîzmayên hene ji bo parastina baviksalariyê bikar tîne û polîtîkayê roj bi roj kûrtir dike, nemaze bi çapemenî, bîanet û dadwerî re. Dema ku hewl tê dayîn ku destkeftiyên jinan ên bi têkoşînên mezin hatine bidest xistin ji bo parastina jinan ji holê were rakirin, li aliyê dinê jî dixwazin makanîzma û zagonên heyî têxe beriyetê. Ji ber pêkneanîna hevpeyîmanên navnetewî jin bi şîdet û mirinê re rû bi rû dimîne. Dema ku jin hewil didin di nava şideta heyî de xwe biparêzin zagon adîl naxebite û jin dikevin rewşa sucdariyê.”
"Xwe parastinê tehmul nakin " 
Berdevkê Koma Jinan a HDP'ê da zanîn ku perspektîfek dewletên netewe dewlet hene ku jinan dike kole û destnîşan kir ku tifaqa AKP-MHP îro ev perspektîf qebûl kiriye. Ayşe Acar Başaran diyar kir ku hikûmet hewl dide ku rola jina maqûl eşkere bike, jina ku li malê rola kole qebûl dike, li dij 
“Di rastiyê de parastina ku jinan pêş xistiye weke suc dibînin û dixwazin peyama; ‘îtiraz nekin an emê we neparêzin’ didin. Sedema bingehîn ku hukûmet nikare pirsgirêkek wusa bi êş çareser bike binesaziya wê ya bîrdozî bi rastîyek dîrokî re têkildar e. Hemû berpirsiyarên welat nêzîkatiyên ku jinan dikin hedef nîşan didin. Yek ji wan Wezîrê Karên Hundir e. Hema dev ji hemû karê xwe berdayekê êrîşî HDP’ê dike, li aliyê dinê jî êrîşî jinên rêxistinkirî dike. Xweparastina jin di heman demê de mekanîzmayek xweparastinê ye ku ji hêla bîrdozî, siyasî û rêxistinî ve pêş dikeve ye."
Ayşe Acar Başaran, anî ziman ku di her qadên civakê de rêxistina jinan di heman demê de xweparastina wan e û destnîşan kir ku hikûmet li hember van rêxistinan tehmûl nake.
Ayşe Acar Başaran wiha pêde çu: “Bi taybetî di biryarên dosyayên ku siyasetmedar têne darizandin de diyar dibe. Di doza Leyla Guven de bi têgînek a dayik salarî rêxistinbûna jinan xiste ber lêpirsînê.”