Derya Remezan: Pêwîstiya Sûriyeyê bi sîstemeke demokratîk heye

Endama Ofîsa Têkiliyên MSD’ê ya Herêma Cizîrê Derya Remezan têkildarî geşedanên dawî yên li Sûriyeyê rû didin nirxandin kir û got: “Dewletên navneteweyî heya roja îro tevî destûr û komîteyên xwe bi dosyaya Sûriyeyê ve mijûl dibin negihîştine tu çareseriyeke mayînde û tenê berjewendiyên xwe diparêzin, projeyeke wan ji bo çareseriye aloziya Sûriyeyê tune ye. Gelê me careke din hişmendiya dewletê qebûl nake, pêwîstiya me bi sîstemeke demokratîk a ne navendî heye û em ê têkoşîna xwe ya qezencên siyasî berdewam bikin. Projeya me heye û çareserî di destên me de ye.”

ROJ HOZAN
Qamişlo- Hemû dewletên navneteweyî û herêmî ji şerê li Sûriyeyê sûd wergirtin û bûn xwedî berjewendî û qezencên siyasî. Van dewletan ji bo dirêjkirina vê aloziyê tu projeyên çareseriyê pêşkêş nekirin û gelê Sûriyeyê weke pelikên zextê li ser hev bi kar tînin. Projeya Neteweya Demokratîk çareseriya vê aloziyê ye lê dema berjewendiyên dewletan dibin yek li dijî demokrasiyê şer didin despêkirin. Endama Ofîsa Têkiliyên MSD’ê ya Herêma Cizîrê Derya Remezan têkildarî geşedanên dawî yên li Sûriyeyê rû didin nirxandin kir. 
“Pêwîstiya me bi sîstemeke demokratîk a ne navendî heye”
Derya rewşa aloziya li Sûriyeyê û xitimandina çareseriya vê aloziyê nirxand û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Rewşa aloziya li Sûriyeyê heya niha berdewam dike, hemû kongreyên li Cinêv, Sûçî û Asîtanayê hatine lidarxistin encamê wê vala bûn. Dewletên navneteweyî heya roja me ya îro tevî destûr û komîteyên xwe yên bi dosyaya Sûriyeyê ve mijûl dibin negihîştine tu çareseriyeke mayînde ji vê aloziyê re. Jixwe hikûmeta Sûriyeyê jî weke amûr e di destên dewletên wekî Rûsya û Îranê de û nikare herêmên xwe ji dewleta tirk biparêze. Rejîma Sûriyeyê qet nafikire wê ev rewşa siyasî berê wê bi ku ve biçe û tu çareseriyên ber bi çav di destên wî de tune ne. Di van demên dawiyê de gelek propoganda hatin kirin û dihat gotin ku di navbera Rêveberiya Xweser û Rejîma Sûriyeyê de li ser teslîmkirina îradeya herêmê ji rêjîmê re lihevkirin hatine çêkirin lê em dibêjin ku ev propogenda tu rastiya wan tune ye. Ji bo wê em dibêjin tu belgeyên çareseriyê di bin siya rejîma Sûriyeyê de nîn in. Ev deh sal in hêzên garantor mîna Amerîka, Rûsya û hêzên herêmî yên mîna Îran û Tirkiyeyê li herêmê serwer in û tenê mayîna wan ji bo parastina berjewendiyan û dagirkirina Sûriyeyê ye. Yanî em dikarin bibêjin tevliheviyeke mezin heye heya niha tu rêbazên çareseriyê ji aliyê tu hêzan ve nehatine pêşkêşkirin û projeyek ji bo çareseriya dosyaya Sûriyeyê nîn e. Gelê me careke din hişmendiya dewletê qebûl nake ji ber guhertina sîstemê ne bi kesayetan e. Ji bo wê pêwîstiya me bi sîstemeke demokratîk a ne navendî heye, sîstemek ku mafên hemû neteweyan tê de parastî bin. Ez bawer im bi vê yekê em dikarin hebûna xwe di dengeyên navneteweyî de mayînde bikin.” 
“Em dixwazin aloziya Sûriyeyê bi nîqaşên hêzên Sûriyeyê ya bi hev re bê çareserkirin”
Derya Remezan propagandayên lihevkirina bi rêjîma Sûriyeyê re li ser radestkirina îradeya herêmê ji rêjîmê re red kir û wiha ev mijar şîrove kir: “Beriya demekê Rûsyayê însiyatîfek bi pêş xist ku pêwîst e herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rejîma Sûriyeyê re guftûgoyên siyasî li dar bixin. Rûsya di vî alî de ne cidî ye ji ber ku heya niha daxwaz û berjewendiyên wan li ser axa Sûriyeyê negihîştine serî û mesele hemû propaganda ye. Xala yekemîn a ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwaze pêk bîne ji bo çareseriyeke demokratîk ji tevahî Sûriyeyê re ew e ku nîqaşên Sûriyeyê bi Sûriyeyê re bên kirin. Em di van daxwazên xwe de cidî ne û bi îsrar in. Gefên dewleta tirk li ser herêmê heya niha berdewam dikin ji ber ku em hemû dizanin xeyalên dewleta tirk bi avakirina împaratoriya Osmanî ji Helebê heya Mûsilê her zindî ne. Dewleta tirk dijminê projeya demokratîk e û naxwaze Kurd bibin xwedî statu. Li dijî wê pêwîst e em di têkoşîna xwe ya qezencên siyasî de berdewam bikin. Heya roja îro dewleta tirk erêkirinek cidî der barê êrîşên nû li ser herêmên me de negirtiye û piştî binketina wê dibêje hê jî dema şer nehatiye bi vê yekê dixwaze ava rûyê xwe biparêze. Tirkiye hewldanên xwe bi Amerîkayê re xweş dike dixwaze Amerîkayê razî bike da ku careke din êrîşî herêman bike. Rewş bi giştî dikeve warê şerê taybet bi armanca herêmê lawaz bikin û îradeya gel bişkînin bi rengekî ku hemû netewe dûrî Rêveberiya Xweser bikevin.”
“Navenda şerê berjewendiyan Sûriye ye”
Derya bal kişand ser şerê berjewendiyan li ser rûyê erdê her wiha hevalbendî û nakokiyên dewletan nirxand û wiha pêde çû: “Her dewletek bi hêza xwe ya aborî, siyasî û leşkerî xwe dide nîşandan mînak Amerîka weke dewleta yekemîn di cîhanê de xwe dide pênasekirin. Di heman demê de dewletên herêmî jî wekî Îranê dixwazin mezhebê xwe yê şîa bide meşandin her wiha dewleta tirk dixwaze împaratoriya xwe ya Osmanî bide zindîkirin bi giştî şerê li ser rûyê erdê şerê berjewendiyan e û navenda wê li Sûriyeyê ye. Dewletên desthilatdar dixwazin tevahî Rojhilata Navîn parçe bikin û nexşeriya wê biguherînin. Mijara Afganistanê ger em bînin ziman bandorê li ser rewşa tevahî Rojhilata Navîn kir, ji bo wê di tevahî cîhanê de lihvkirinên piştperde hene û şerên siyasî berdewam dikin. Ev hemû rewş wê bandor bike ku dem bide çareseriya krîza Sûriyeyê û dirêj bike. Rewşa aborî li Tirkiyeyê ber bi xerabûnê ve diçe gel êdî tengav bûye û dixwaze hilbijartinên bilez bên kirin. Dewleta tirk pêwîst e li ser rewşa xwe ya hundirîn bifikire û aloziyên xwe çareser bike. Li aliyê din Amerîka dibêje pêwîst e ew îtifaqên aramiya sînor di navbera Tirkiye û Rûsyayê de û di navbera Amerîka û Tirkiyeyê pêk bên. Di navbera Rûsya û Amerîkayê de fitne hat kirin dema ku dewleta tirk ji Rûsyayê çekên S400 kirîn û heya niha jî şerê wan der barê wê de berdewam dike. Amerîka û Rûsya jî dixwazin hêza dewleta tirk lawaz bikin ji bo wê carna derfet didinê da şer bike di hundirê dewleta xwe de di aliyê aborî de lawaz bibe. Dixwazin ji Tirkiyeyê re bêjin tu hevalbendê me yî û di heman demê de wê lawaz bikin.”
Derya Remezan got ku deriyê wan ji nîqaşên çareseriyê re vekiriye û wiha bi dawî kir: “Dewleta tirk her dibêje dewsa hespên Osmaniyan li ser kîjan erdê şop dabe ew axa me ye û wekî me dît berê xwe da Lîbya, Ermenistan, Iraq û niha Başûrê Kurdistanê jî hewldanên wî yên dagirkeriyê hene. Li hemû welatan dewleta tirk êrîş, şer û fitneyê dike. Êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê girêdana wê bi êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê heye meseleya dewleta tirk Kurd û projeya Kurd e. Dewleta tirk bawer dike ku Kurd wê îradeya xwe pêk bînin ji bo wê li hemberî Kurdan her di metirsiyê de ye, yanî em dikarin bêjin bi taybetî şerê Kurdan tê kirin. Îro em bûne nemûne di tevahî cîhanê de, di navbera deh salan de me hemû rengên êrîş û komkujiyan dîtin. Gel ji tevahî Sûriyeyê berê xwe dane herêmên me da ku di nava Neteweya Demokratîk de aram bijîn. Ji bo parastina rûmeta vî gelê pêwîst e em jî bi rihê berpirsyariyê rabin. Deriyê me her ji nîqaşan re vekiriye û em ê xwedî li keda gelê xwe derkevin. Pêwîst e em bibin bersiv ji sîstemên serwer re. Em parçeyek ji Sûriyeyê ne û Sûriyeya ne navendî û demokratîk dixwazin. Projeya me heye û çareserî di destên me de ye, dem dema azadiya gelan e.”