Der barê Gultan Kişanak de pêşnûmepirs

Serokwekîla Koma HEDEP’ê Meral Daniş Beştaş der barê siyasetmedara kurd Gultan Kişanak a ku dema girtîmayîna demdirêj temam kiriye pêşnûmepirs da Wezareta Dadê.

Navenda Nûçeyan-Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Meral Daniş Beştaş, têkildarî rewşa girtîmayîna domdirêj a Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak ku ji ber Doza Kobanê hatiye girtin û li Girtîgeha Kandirayê tê ragirtin, bi daxwaza Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç bibersivîne, pêşnûmepirs da Serokatiya Meclisê. 

Meral Daniş Beştaş, got ku Kişanak ji ber sûcê TMK-7/2’yê li Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê tê darizandin û ji ber sûcên din jî li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ve tê darizandin. Bi domdarî Meralê, da zanîn ku Kişanak li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê bi awayekî negirtî tê darizandin. Hat destnîşankirin ku Gultan Kişanak, ji ber dosyaya li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê girtî ye. 

  Bi domdarî di pêşnûmepirsê de hat gotin ku Gultan Kişanak di 25’ê cotmeha 2023’yan de dema girtîmayînê tije dike û wiha hate gotin: “Ev dem, zêdetirîn dema girtîmayînê ye û di vê mijarê de tu rayeyeke dadgehê ya teqdîrê nîne. Her wiha ji ber tijebûna dema behsa xeberê, parêzerên wê di 25’ê cotmeha 2023’yan de serlêdan jî kirine.” 

Meral Daniş Beştaş ev pirs ji wezîr kirin: 

*“Gelo di dewleteke hiqûqê de şertên girtinê çi ne, tên çi wateyê û dema wê çi ye? 

*Eşkereye ku Gultan Kişanak zêdetirîn dema girtîmayînê di 25’ê cotmeha 2023’yan de temam dike, wê demê daraz çima biryara tehliyeyê nade? 

*Gelo derbaskirina vî demî ma binpêkirina qanûnan nîne? Gelo dê derheqê endamên darazê yên qanûnan binpê dikin de lêkolînek were destpêkirin?

*AYM’ê biryar da ku girtîmayîna demdirêj binpêkirina maf e. Gelo îzaheta vê israra keyfî çi ye? 

*Gelo rewşa li Gultan Kişanak tê ferzkirin ma ne binpêkirina darizandina adilane ye? 

*Ma qeydên hiqûqê û qanûn li gorî şexsan diguhere? Sedema vê cotstandartiyê çi ye? 

* Çi feydeyê cemaweriyê ji tehliyenekirina Gultan Kişanak heye ku şertên wê yên berdanê çêbûne? 

*Gelo ji bo berdana Gultan Kişanak û girtiyên din ên di rewşa wê de dê xebateke we çê bibe?”