“Dema em yekitiya xwe ava bikin em ê dijmin têk bibin”

Di Konferansa Jinên Iraqê ya navneteweyî ya li paytexta Iraqê Bexdayê hat lidarxistin de yek ji mijara sereke tundî û tujiya li ser jinan, bi taybetî qirkirina jinên Êzidî bû.

EVÎN ZENDA                                                         

Bexda - Ruxmê gelek kar û xebatên jinên Êzidî yên der barê fermana 3'ê Tebaxa 2014'an de jî cara yekem e ku di asta navneteweyî de konferansek bi girseyî tê lidarxistin. Di konferansê de ji Elmanya, Rusya, Lubnan, Iraq û Başûrê Kurdistanê jin beşdarbûn. Yek ji van jinan jî  Fayîza Xetab Umer Endama Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bû. Li ser konferansê ji ajansa me re axivî.

Fayîza Xetab di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser bandora fermanên ku bi ser civaka Êzidî de hatine û bi taybetî jî qirikirina li dijî jinan û wiha got: "Eger em behsa qirkirina jinan bikin pêwîst e em bizanibin, qirkirina jinan bi fermana 74'an dest pê nekiriye. Di serdemên demên borî de jî jin rastî qirkirinan hatine û heta roja îro jî didomin. Bêguman herî zêde bandora fermanê li ser jinên Êzidî çêbû, bandorên gelek xirab li ser jinan çêkir di hemûwaran de de. Em îro di vê konferansê de dibînin jinên Êzidî çiqas azar û êşan dîtine, çi di aliyê îşkenceyek fizîkî de be û çi jî di aliyê êrîşên zayendî û derûnî de. Berê jinan nikaribûn karek ser bi xwe bikin lê di roja me ya îro de em dibînin ku jin serbixwe ne û bi hêz in jî."

“Yên çûn hawara Êzidiyan gerîlayên Kurd bûn”

Fayîza Xetab di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku pêwîst e Hukumeta Iraqê destûra ku ji bo jinên Êzidî yên ji destên DAIŞ'ê hatine rizgarkirin bixe meriyetê û ev yek ne tenê li ser kaxezê bimîne û wiha pêde çû: "Ji ber ku jinan li ber xwe dene lewma jî rastî hemû zor û zehmetiyan tên, em weke gelê Kurd û civaka Êzidî jî girêdayî ol û neteweya xwe ne. Tiştê ku DAIŞ'ê bi serê gelan û bi taybetî jî civaka Êzidî kir hovîtiyek bû. Ji bo wê jî em dibêjin bandoreke yekser li ser jinan hebu. Yên ku hatin hewara civaka Êzidî gerîlayên PKK’ê bûn. Li wê derê gelek kes jî hebûn lê kesê ew neparastin, tenê partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi erka xwe ya însanî rabû li hemberî civaka Êzidî. Beriya êrîşên DAIŞ’ê me kesê pir civaka Êzidî nas nedikir, ji ber civaka Êzidî civakeke pir girtî bû, bi vê rêbazê xwe li hemberî êrîşan diparast. Piştî ku civaka Êzidî jî xwe nas kir û hêza xwe dît bi taybetî jinan dikaribûn xwe ava bikin. Mînaka wê jî YJŞ, TAJÊ û hwd. Roja îro em dibînin civaka Êzidî di her warî de pir bi pêş ve ye. Ez bi xwe ne Êzidî me lê gelekî dixwazim ku em bi hev re tiştek bikin ji bo jinên Êzidî.

“Fikir û ramanên Rêber Apo ji bo me bû hêz”

Fayîza di nava axaftinên xwe de girîngî da fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: "Fikir û ramanên Rêber Apo bi rastî di nava giştî herêmê de qîmet da mirovan, û hîn zêdetir jinan kir xwedî hêz û îrade, ji bo bikaribin li ser lingên xwe bisekinin. Ji ber ku jin avakarên civakê ne her dem dibin hedefa dijmin. Eger em bibêjin jin wê demê dibe avakera civakê û civak bi xwe ye. Fikir û ramanên Rêber Apo gelek jinan bi pêş xist û bu sedem ku jin xwe li ser lingê xwe bigrin."

“Fermana 74'an li ser jinan bandoreke mezin çêkir”

Fayîza di dawiya axaftina xwe de bandorên fermana 74'an li ser jinên Êzidî û civaka Êzidî çêbûn nirxand û axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir: "Neyîniyên fermanê û erêniyên wê çi bûn li ser jinan bi taybetî jinên Êzidî çawa bûn. Jixwe em di vê konferansê de amade bûne I bo ku li ser vê yekê nîqaş bikin. Bêguman bi beşdariya gelek sazî û dezgehên jinan çi lê Iraqê be û çi jî li derveyî welat be ji bo vê mijarê em nîqaş dikin. Em hemû jin li vir kom bûne da ku çareseriyek bibînin. Gava em yekitiya xwe weke jin ava bikin em ê bikaribin dengê xwe bigihîjînin dervay Iraqê jî. Bi rastî hewldanên jinan gelek in ji bo ku bi pêş ve biçin lê mixabin di gelek aliyan de hê jî li ser jinan zext hene û her ku diçe jî zêde dibin û nahêlin ku jin bi pêş ve biçin."