DEM Partî ji bo temsîliyeta wekhev pêşniyara qanûnî da

Parlementera DEM Partî ya Mûşê Sumeye Boz derbarê temsîliyeta wekhev a jinan di siyaseta xwecihî û di mekanîzmayên biryardana xwecihî de, ji bo beşdariya wekhev û guherîna di qanûnan de pêşniyara qanûnî da.

Enqere- Parlementera Mûşê ya Partiya Wekhevî û Demoqrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sumeya Boz, bi armanca temsîlyeta wekhev a jinan di siyaseta xwecihî û bejdariya wekhev di mekanîzmayên biryardanê de û ji bo di hinek qanûnan de guherîn were kirin, Pêşniyaza qanûnî da Serokatiya Meclîsê. 

Di pêşniyara qanûnê de rêjeya bejdariya jinan di siyasetê de, Tirkiye li gora rêjeye cîhanê gelek paşde maye û wiha hate gotin: “Li Tirkiye beşdariya jinan di rêveberiyên xwecihî de ji sedan 11 (Meclîsên şaredariyan), di parlementoyê de di asta ji sedan 20’an deye. Ev dane, di heman demê de di asta cîhanê de beşdariya jinan di rêveberiyên xwecihî de berûvajî ye. Ev yek dide nişandan ku Tirkiye di parlementoyê de kême. Yek ji welatên ku mafê bijartin û hilbijartinên zagonî ji bo jinan kirî garantî Tirkiye ye.  Ji sala 1930’an heta roja meya îro, di 93 salan de tenê 150 jin weke serokên şaredariyan hatine hilbijartin, hejmara mêran jî 32 hezare. Di hilbijartinên xwecihî ên sala 2019’an de bi giştî ji 3 hezar û 257 nazetên serokatiya şaredariyê tenê 652 jê jin namzetin.” 

Tirkiye di rêza 173’an deye

Di pêşniyarê de îşaret bi nexşeya ‘Di siyasetê de jin 2023) ku ji aliyê Yekineya Jinan a Netewên Yekbûyî (UN Women) û Yekitiya Di Nava parlementoyan (IPU) hatibû amadekirin, di heman demê de aliyê rêjeya jinan di parlementoya Tirkiye de di nava 186 welatan de di rêza 131’an deye, di aliyê pozisyona jinan di serokatiyê de di nava 182 welatan de Tirkiye di rêza 173’an deye.

‘Divê jin temsila wekhev bikin’

Di pêşniyara qanûnê de ev tişt hate gotin:

“Divê ji serokatiya şaredariyê heta meclîsên şaredariyên jin di rêveberiyên xwecihî de dêvê beşdariya wan di mekanîzmayên biryardanê de bêne zêdekirin û di vê mekanîzmayên temsîlyeta wekhev were kirin. Di destpêkê de wekheviya zayenda cîvakê, di mekanîzmayên biryara siyasî, mekanîzmayên biryargirtinê bixin meryetê û bandorek erênî wê li hemû qadên civakê û beşên civakê bike. Di vê wateyê de rêveberiyên xwecihî û di hemû astên rêveberiyê de herî kêm divê kotaya ji sedan 50’wê temsilyeta wekheviya jinê were pêkanîn. Ji bo wekheviya di nava jin û mêr de di asta siyasî de bikeve meryetê pêwîra îmza a ku serokatiya şaredariyê dide nasîn hevserok di nav de weke pêwîra îmzaya cot bide tê pêşbînîkirin.”