Delal Mînî: Pergala kotayê bi zîhniyeta desthildar re ket nav pevçûnê
Endama Buroya Neteweyî ya Endezyarên Partiya Lîberal a Neteweyî, Delal Mînî ji ajansa me re li ser vîzyona xwe ya ji bo qonaxa li pêş a hilbijartinan, taybetmendiya vê salê û beşdariya jinan a di xebata partiyê de axivî.
HENAN HARIT
Mexrib – Der barê hilbijartinên qanûnî û kolektîf ên li Mexribê de, pirsên têkildarî roja hilbijartinê ya di pêşerojê de were lidarxistin çêbûn ku dê di dema berdewamiya belavbûna koronayê û bandora wê ya li ser mercên aborî û civakî de pêk were.
Delal Mînî di sala 2017’de beşdarî Partiya Neteweyî ya Serbixwe bû. Her wiha ew beşdarî amadekirina damezrandina Meclisa Endezyaran bûye ku li nivîsgeha xwe ya neteweyî bû endam. Tevî tevlibûna xwe ya nû ji partiyê re jî ew bû yek ji rûyê jinên berbiçav ku navê wê di van demên dawî de pir tê bihîstin.
Di asta pîşeyî de ew di Serokatiya Berjewendiya Hevkariya Navneteweyî de di Nivîsgeha Şêwra Neteweyî ya Çandinî de, wezîfeya xwe digire
Hin kes hene dibêjin ku pêvajoya siyasî ya niha ku Mexrib tê re derbas dibe, demeke paradoks, gengeşî û nakokî ye, hûn vê yekê çawa analîz dikin?
Em nikarin ji ber çend sedeman der heqê hestiyariya qonaxa siyasî ya heyî de li hev nekin. Ya yekem sedema derbasbûna deh salan ji pejirandina destûra 2011’an ku di aliyê qanûnî, civakî û siyasî de bi pêş ketiye ku pergala hukûmetên siyasî û pergala metodolojiya demokratîk danî. Lê belê hemwelatiyên Mexribê îro pê dihesin ku elîta siyasî ya pêşengî kir ne di asta hewce de bû û naverokên destûrî di pratîkên xwe de bi cih neanîn. Berevajî wê ew di nav rêzan de asê hişt û hemû hêviyan betal kir. Ev performansa ku ez wekî lawazî bi nav dikim, rasterast baweriya welatiyan bi sazî û partiyên siyasî tehdît dike
Em îro hewceyî elîtên siyasî yên xurt in ku karibin rêvebirin û çareseriyên rastîn bikin. Armanc ne paşvevegerîn e lê belê destpêkirina zû û girtina îşaretên hundurîn û derveyî ye.
Em ber bi hilbijartinên komînal, parlamento û herêmî ve diçin. Nêrîna we li ser vê yekê çi ye
Xuyaye di destpêkê de bi dehan welatên li sernaserî cîhanê ji ber nexweşiya koronayê nikarin hilbijartinên meclisên xwe di dîroka diyarkirî de organîz bikin. Di vî warî de, Mexrib xalên din tomar dike ku tê de pabendiya xwe bi vebijarka demokratîk diyar dike û dilxwaziya xwe heye ku roja sûdwergirtina hilbijartinê ji dest xwe bernede. Lihevhatina hilbijartinên kolektîf, herêmî û parlamentoyê di rojekê de biryareke bi hêz e ku sala 2021’ê hîn cuda dike.
Ev biryar dê karibe barê darayî yê li ser butçeya dewletê kêm bike. Nemaze di vê rewşa aborî ya dijwar de û dê bibe alîkar ji bo peydakirina şansên mezintir ji bo bilindkirina rêjeya beşdariya hilbijartinê. Bêguman, pêdivî heye ku partiyên siyasî berpirsyariya xwe rakin her wiha pêdivî bi serfirazkirina vê tetbîqata demokratîk a girîng heye. Ji dêvla pejirandin û dirûşm û sozên vala ve pêşkêşkirina bernameyên hilbijartinê yên hevgirtî, rast û realist girîng e.
Em werin mijara jinên Mexribê. Ji bo mafên sivîl û siyasî her dem pevçûnek dijî, hûn li ser vê pevçûna dabeşkirina desthildariyê di navbera her du zayendan de çi dibêjin?
Hêja ye ku mirov bibêje her kes bi demokrasî û rêgezên wê bawer e, çi jin çi mêr, têkoşînek dimeşîne da ku hevsengiyên ji hêla gihîştina hêzê ve hatine diyarkirin û ya ku beşdariya siyasî ya jinan dikşîne derbas bike. Di tunebûna nîvê civakê de û dûrxistina wê li ser bingeha zayendî û paşguhkirina maf û qabîliyeta jinan demokrasî tune ye.
Armanc ne ew e ku nakokî di navbera zayendan de li ser desthilatdariyê çêbibe lê belê bêtir kar li ser damezrandina derfetên wekhev û gihîştina meqamên berpirsyariya siyasî li ser bingeha ezmûn, jêhatîbûn û karîgeriya di bikaranîna hêzê de ji bo berjewendiya giştî pêwîst e
.
Nêrîna we der barê veqetandina sêyeka kursiya ji jinan re di meclisên karker û parêzgehan de çi ye?
Nûneriya siyasî ya jinan li Mexribê di pêşketina atolyeyên demokratîk de zêde xwe nedaye der û ev kêşeyek mezin û pêşîn e ku di serî de rastî saziyên siyasî tê. Jixwe geşedanên di qanûnên hilbijartinê de ku ji bo afirandina rêziknameyên herêmî di çarçoveya pergala kotayê de ne; di hilbijartinên parlamentoyê de navnîşana neteweyî bi dabeşkirina cihên yekem û duyemîn ji jinan re temîn dike. Jixwe veqetandina sêyeka kursiyan ji jinan re di meclisên din de wek serkeftineke nû ye ku dikeve nav serkeftinên tevgera jinan a li Mexribê.
Li gorî we gelo kota di warê afirandina elîta jinan a siyasî de bi ser ket?
Kota ji bo jinan pîvanek e ku ji 2020’an ve li Mexribê hatiye pejirandin da ku valahiyek zayendî ya mezin di warê nûnertiya siyasî de were rakirin û wekheviyeke rast di navbera her du zayendan de pêk were lê ji aliyekî ve jî ev gav nedihat qebûlkirin. Li aliyê din pergala kotayê di hundirê partiyên siyasî de bi zîhniyeta desthilatdar re ket nav pevçûnê. Hejmarek kêm a jinan heye ku kesayeta xwe di qada siyasî û hilbijartinê de daye ferzkirin. Ez bi vê hejmarê bes nabînim û jê nerazî me.