Cîhan Xelîl: Yekîtiya civakê serkeftinê misoger dike

Şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Cîhan Xelîl a êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand, da zanîn ku armanca êrişan têkbirina projeya Netewa Demokratîk e û ji bo parastina wê banga yekîtiyê kir.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo – Dagirkeriya Tirk sûcên şer ên li dijî gel û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Bi van sûc û binpêkirinan dixwaze bingehê jiyana gelan bişkîne, îradeya berxwedanê bişkîne, derbeyê li têkoşîna wan bixe û jiyana hevbeş û aştiyana têk bibe. Dewleta tirk her ku diçe sûcên xwe yên şer li dijî herêmê didomîne û herî dawî jî bi balafirên şer êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û di encamê de binesaziya herêmê hedef girt, di heman demê de di van êrîşan de sivîl hatin armanc kirin û Dêrîkê jî komkujî pêk anî ku 11 kes jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî van mijaran, Şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Cîhan Xelîl bersiva pirsên ajansa me da.

*Dewelta tirk bi riya senaryoya Stenbolê di 19’ê Mijdarê de êrîşî seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, hûn armanca van êrîşan çawa dinirxînin?

Ji 19’ê Mijdarê ve, artêşa tirk a dagirker êrîşên xwe li ser tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê kir armanc. Dewleta tirk a dagirker bi top û balafirên şer û bêmirov hemû dever bombebaran kir û di encamê de ziyanên madî û fizîkî li herêmê pêk anîn. Ji aliyekî din ve, bi awayên cur be cur hewl dide çeteyên xwe bi qaçaxî derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, bi armanca vejandina DAIŞ`ê, dixwaze alozî, wêranî û ewlehiya aramê têk bibe. Em dibînin ku armanca sereke ya dagirkeriya dewleta tirk lawazkirina Rêveberiya Xweser û ji holê rakirina wê ye, ji ber ku projeya neteweya demokratîk a ku ji aliyê Rêber Apo ve hatibû pêşniyarkirin karîbû hemû pêkhateyên herêmê yên ku di avakirina Rêveberiya Xweser de xwedî helwest bin. Divê em bizanibin ku dagirkeriya tirk çiqasî xeternak e ku dixwaze Rêveberiya Xweser ji hole rabikin. Dewleta tirk bi van şeran dixwaze gelê herêmê bitirsîne da ku gel ji van herêman bide koçber kirin. Berovajî sekina gel li hember van êrîşan bi hêz û helwesta wan pir xurt bû û ketibûn wê qanatî ku derveyî têkoşînê tu rê ji me re nîne.   

*Dewleta tirk li hember Gerîlayên azadiyê têk çû, gelo ji bo têkçûna xwe veşêre êrîşî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike?

Tirkiye dest ji êrîşên xwe yên hovane yên li ser herêmên parastina medya bernedaye. bi taybetî di vê dema dawî de, li çiyayên Kurdistanê li dijî gerîlayên azadiyê çekên kîmyewî yên qedexekirî êrîş kir, lê tevî vê yekê jî nikarî bighêje armancên xwe û xetimî. Ji bo ku têkçûna xwe veşêre, dest bi êrîşên xwe yên li dijî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û di armanca van êrîşan de gel û Rêveberiya Xweser hebû. Dagirkeriya tirk li Tirkiyê û li hemberî berxwedana me bi nêzîkbûna hibijartinê re ber bi xitimandinek mezin re diçe. Em di wê baweriyê de ne ku dê dagirkeriya tirk vê carê nikaribe bighêje armancên xwe.  

*Rêveberiya Xweser di bin pergala Neteweya Demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, jiyan dike. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê çawa bikaribe xwedî li vê projeyê derkeve?

Projeya Neteweya Demokratîk ji bo pêkhateyên herêmê gelekî girîng e, ji ber ku karîbû bigihêje hemû gelên herêmê û derfet da wan ku mafên xwe bi dest bixin, ziman û dîroka xwe biparêzin. Em bi hêza gelê xwe dizanin ku ew ê nehêlin dewleta dagirker  polîtîkayên xwe bi ser bixe. Tirkiye ne tenê gelê Kurd, hemû gelên ku xwe li ser esasê ramana Rêbertî û Netewa Demokratîk a Kurd, Ereb û Suryan ava dikin hedef digire. Yanî armanca wê ya sereke ew e ku li pêşberî gelên ku gihiştine tama azadiyê û xwe bi xwe bi rê ve dibin rawestin. Baweriya ku yekane çareseriya hemû pêkhateyan projeya Netewa Demokratîk e. Sedsala 21’emîn sedsala gel û netewa demokratîk e ku hêzên desthilatdar dixwazin vê yekê têk bibin, loma hemû hêzên berjwendîxwez gihiştine hev. Ji bo parastina projeya xwe ya demokratîk girîng e ku em hemû li dijî pêkanîn û planên dagirkeriya tirk derkevin û weke Kurd, Ereb û Suryan bibin yek, têkoşîn û berxwedana xwe xurt bikin.

*Di êrîşên 19’ê Mijdarê de gelek cih û welatî hatin hedefgirtin, hûn dikarin zerar û ziyanên ku çêbûne parve bikin?

Dagirkeriya tirkiyê bi êrîşên herî dawî re binesaziya Rêveberiya Xweser kir armanca êrîşan. Bi taybet dibistanên ku zarok dixwînin û em dixwazin neslên nû ava bikin hatin hedefgirtin. Cihên tenduristiyê bûn armanca êrîşan. Di heman wextê de cihên gaz û petrolê bûn armanc. Binesaziya giştî bûn armanc û xwestin bi vê yekê derbeyek li aboriya herêmê bidin. Her wiha xwestin bi riya aboriyê gel li hember Rêveberiya Xweser rabe. Li aliyek din jî xwestin gel tengav bikin, rê li ber koçberiyê vekin.

*Li hemberî van êrîşan banga Rêveberiya Xweser ji bo gel çi ye?

Em bang li hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku mil bi mil li dijî van êrîşan rawestin û hêzên me yên leşkerî ji bo parastina xaka xwe, bi taybet dayikên me yên ku her dem dest ji alîkariyê  hêzên me bernadin, bi erk û berpirsiyartî nêz bibin. Êrîşên dewleta tirk her kesî dike hedef û dê zirarê bide hemû pêkhateyan. Di şeran de kesên ku herî zêde zerar dibînin jin û zarokin, ji lewra yên ku herî zêde pêşiya van êrîşan bisekinin jin bi xwe ne. cihê ku em li hember çeteyên DAIŞ’ê şer bikin û têkoşin bikin, berovajî wê dewleta tirk bi riya DAIŞ’ê êrîşî Rêveberiya Xweser û civaka me dike. Loma em bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî cihê xwe di van şeran de bigirin û pergala xwe biparêzin. Ger hêza civakê bibe yek dê serkeftin misoger be.