Cîhan Xelîl: Sîstema demokratîk bûye stûneke esasî di Rojhilata Navîn de û bê wê çareserî nabe

Şêwirmenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Cîhan Xelîl têkildarî armancên êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedefgirtina wê ji sîstema Rêveberiya Xweser e nirxand kir.

ROJ HOZAN

Qamişlo-Dewleta tirk a dagirker bi dirêjahiya aloziya li Sûriyeyê her hewl daye bi kiryar û êrîşên xwe vê aloziyê dirêj bike û riyên çareseriyê bigre. Tevî ku li gelek li herêmên Sûriyeyê êrîşên dagirkirinê heya niha hene, di berdewamiya êrîşên xwe yên hovane yên li ser sivîlan de bi îsrar e. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heman rewş tê jiyîn, dewleta tirk bênavber êrîşî herêmên sivîl dike û ewlehiya herêmê têk dibe. Armanca dewleta tirk ew e ku derbeyê li sîstema wekheviyê ya Rêveberiya Xweser bide û destkeftiyên şoreşê desteser bike. Têkildarî mijarê Şêwirmenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Cîhan Xelîl nirxand kir.

Dewleta tirk dixwaze derbeyê li sîstema me ya demokratîk a Rêveberiya Xweser bide”

Cîhan Xelîl geşedanên dawî yên têkildarî êrîşên dewleta tirk li ser herêmê nirxand û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Şerê ku îro dewleta tirk li ser herêma me dide meşandin beşek ji şerê cîhanê ye, îro di navbera NATO û Ukraynayê de tê meşandin. Weke herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bandora vî şerî li me jî tê kirin ji ber dewleta tirk ji van şer û nakokiyan dixwaze qezencan bigre ku êrîşî herêmên me bike û dagirkeriyeke nû bi xwe re bîne. Di dewleta tirk bi xwe de jî rewşeke giran heye û gelek krîzan di hundirê xwe de di aliyê siyasî, aborî û civakî de dijî ji bo balê bikşîne ser van hemûyan, dixwaze erdnîgariya dagirkeriya xwe berfireh bike. Dewleta tirk armanca wê li ser herêma me heye ji bo wê dixwaze destpêkê derbeyê li sîstema me ya demokratîk a Rêveberiya Xweser bide. Hedefgirtina rêveriyên me yên di nav sîstemê de cih digirin yek ji planên vê dagirkeriyê ye. Êdî dewleta tirk rêbazên êrîşên xwe yên şerê li ser erdê guhertiye ew dixwaze ev gel bê pêşengî bimîne û rêxistina civaka me lawaz bibe da bi hêsanî bikaribe herêmên me dagir bike. Lê weke ku xweset ne gihîşt armanca xwe berovajî wê girêdana gel bi rêveberî û xweseriyê ve xurtir dibe.”

“Niha dewleta tirk hatiye tecrîdkirin û hêdî hêdî dê bi tenê bimîne”

Cîhan Xelîl di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser guhertina hevsengiyên li ser rûyê erde ku di encamê de dewleta tirk ketiye nava tecrîdê û wiha pêde çû: “Berê di asta cîhanî de gelek welatan destek dida plan û dagirkeriya dewleta tirk lê di vê demê de û li gorî lêkolîna me di aliyê siyasî de gelek hevsengî hatine guhertin. Niha gelek ne razîbûn li dijî dewleta tirk hatine pêşxistin, helbet ev yek jî dimîn e di asta parastina berjewendiyên wan de ji bo wê niha dewleta tirk ketiye di nav tecrîdek de. Berî demekê dewleta tirk bi riya medya civakî şerekî propagandayê pir dijwar bi operasyoneke nû li ser herêmên me da meşandin lê rewşa heyî berovajî xeyalên wan e. Vê carê dengeyên ku derketine ji bo operasyona dewleta tirk pêk neyê ne ku berpirsyariya welatên derve nîşan dide lê belê cihgirtin û hevgirtina neteweyan di sîstema demokratîk de hîşt ku ev yek bi pêş bikeve. Ji ber dewleta tirk niha di herêmên dagirkirî de gelek kiryarên dijmirovî pêk tîne lê dîsa jî dewletên derve bi erk û berpirsyariya xwe ranabin. Her çendîn dewleta tirk di NATO’yê de cih digre û dîblomasiyeke wê di asta cîhanî de heye lê em dibînin derdora wê lawaz bûye hêdî hêdî bi tenê dimîne. Îro sîstema me ya demokratîk bi hevrengiya gelan bûye stûneke esasî di Rojhilata Navîn de û bê me çareserî nabe .”

“Helwestên gel û rêveberiyê li dijî dagirkeriyê hevpar in”

Cîhan Xelîl hevgirtina gel û Rêveberiya Xweser wekî hêza serkeftinê pênase kir û wiha bi dawî kir: “Dewleta tirk dixwaze berî ku di aliyê mîsaqê milî de temamkirin bên çêkirin sînorê xwe berfireh bike û serweriya xwe li ser Kurdistanê ji Helebê heya Mûsilê bide çêkirin. Wekî din mijara hilbijartinên li Tirkiyeyê di rojevê de ye ji bo ku encamê bigre wê van êrîşên xwe her hewl bide pêk bîne. Li gorî rewşa heyî em jî di giraniya vê merheleya hesas de ne nabe em rehet nêz bibin pêwîst e ji her demê zêdetir em gelê xwe hişyar bikin û ji kêmasiyên xwe tecrube bigrin da em zêdetir bi îsrar di amadekariyên wê de bin. Girseya gelê me jî di her wextê de li kêleka hev e û xwedî helweste li dijî dagirkeriyê. Ev jî yek ji encamên keda şoreş û sîstema me ya rêveberiyê ye. Erka dikeve li ser milên me em berpirsyariya xwe ya li gorî demê rakin û bi hêza civakê em ê bi ser kevin.”