Cîhan Xelîl: Pêwîst e li beramberî xeteriyên siyasî û aborî em têkoşîna xwe dewam bikin

Şêwirmenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Cîhan Xelîl têkildarî dijwariya aloziya li Sûriye nirxandin kir û got: “Gelek welatên derve destwerdanên berjewendiyan li Sûriye didin meşandin bê ku bibin aliyên çareseriyê. Pêwîst e em destê xwe bidin hev û li beramberî xeteriyên siyasî û aborî têkoşîna xwe dewam bikin.”

ROJ HOZAN
Qamişlo- Ji despêka aloziya Sûriye heya niha herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rastî qirkirinên siyasî, aborî, civakî û çandî tên. Tevî rewşa heyî û dorpêça li ser herêmê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi hemû derfetên xwe xizmeta vê civakê dike. Di derbarê dijwariya aloziya li Sûriye, nêzîkatiyên Hikûmeta şamê ji diyalokên çareseriyê re, xeteriya çeteyên DAIş’ê yên kampa Holê, her wiha altirnatîfa Rêveberiya Xweser ji bo rewşa aloziyên aborî de Şêwirmenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Cîhan Xelîl nirxandin kir.
“Em ne bi parçekirina axa Sûriye re ne”
Cîhan Xelîl sedemên dijwarkiriya aloziya li Sûriyê wiha şîrove kir: “şerê aloziya ku li Sûriye dewam dike sal bi sal kûrtir dibe, her wiha gelek welatên derve destwerdanên bercewendî li Sûriye didin meşandin bê ku bibin aliyên çareseriyê. Civînên mîna Astana vala derketin ji ber ne di xizmeta gelê Sûriyê deye û biryarên wan jî berovajî rewşê zirarê dide civaka Sûriye. Em dibînin piştî van civînên wiha dîsa koçberî, qetilkirin, topbran zêde dibe û her dewletek di kûrkrina vê aloziyê de bi israr e û bercewendiyên gelê Sûriyê berçav nayên girtin. Helbet Hikûmeta şamê di despêka şerê li Sûriye û heya niha xwe qane nekiriye ku bi tu aliyan re çareseriyeke hevbeş bibîne, taybet em behsa xwe bikin weke Rêveberiya xweser her bi nêrîneke wiha li me mêze dikin ku em parçebûnê ji Sûriye dixwazin.  Tevî ku em aliyê binghînin di vê aloziyê de ne û çareseriya mayinde di destê mede ye û li ser esasê projeyeke demokratîk xebatê xwe didin meşandin. Rêjîma Sûriye tek alî tevdigere da ku iqtîdara xwe li ser vê civakê dewam bike û wê mecbûrî serweriya xwe bike. Em sîstemeke ne navendî dixwazin bi rengekî ku axa Sûriye parçe nebe. Rêjîm difikire ku her ev alozî dirêj bike wê civaka Sûriyê lê poşmam bibe û Sûriye vegere weke sîstema berî şoreşê ku sîstemek tijî zilim û zordarî bû. Ne mumkine Sûriye vegere berî 2011’an rewş bi giştî hatiye guhertin û niha jî di nav veguhertinê deye. Pir rêkên çareseriyê hene tevhî ku rêjîma Sûriye çareseriya diyalokê qebûlnake, lê em hîn jî ji bo Sûriyeke demokratîk di nav hewildana dene. Wek çareserî di aliyê Rêveberiya Xweser de em ê her xeta sêyemîn biparêzin û xwedî nêrîneke demokratîk bin di dîtina çareseriyê de. Di aliyê hundir de em ne bi Rêjîma Sûriye re ne û ne bi Opozisyonê re ne, her wiha ji aliyê navdewletî jî em ne bi Amerîka re ne û ne bi Rûsiye re ne em bi projeya demokrasiye re ne. Her çiqas em rêxistina xwe di nav civakê de pêşbixin em ê ewqas bikaribin destkeftiyên gelê xwe biparêzin. Rêjîma Sûriye bi hin destwerdanên derve û bi rêka hin rûsipên eşîrên di herêmê de dixwaze zextekê li ser Rêveberiye Xweser çêbike, lê em ê encamên wê berovaj bikin û bi hêza gelê xwe serbikevin.” 
“Hêzên navnetewî li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi erka xwe ranabin”
Cîhan Xelîl rewşa xeteriya mayina çeteyên DAIş’ê di kampên li herêmê û kiryarên şaneyên wê yên razayî anî ziman ku heya niha ji bo cezakirina wan tu encamên cidî nînin û wiha pêde çû: “Hêzên me yên parastinê bi têkoşîneke mezin li hember DAIş’ê şerkirin. Jinên kurd bi rengekî aktif cihê xwe di nav şerê li dijî vê terorê de girtin û me dikarîbû em DAIş di aliyê leşkerî de tune bikin, lê heya niha em li beramberî hin astengiyan tên. Di kampa Roj de û taybet di kampa Holê de heya niha şaneyên razayî yên DAIş’ê aktifin. Rast e me DAIş leşkerî tune kir lê di aliyê zîhniyet û mêjî de zehmetiyên pir cidî hene. Kiryarên ku di hundirê van kampan de li dijî endamên rêxistinên mirovî têne kirin kiryarên hovane ne. Tevî ku hêzên ewlekariyê bi erka xwe radibin, lê bi hêsanî em nikarin vê yekê ji holê rabikin. Heya radeyekê em dikarin rê li ber wan bigirin, lê em jibîrnekin ku hêza herî teror di cîhanê de DAIş’e û pêwîst e di vî alî de mirovên civaka me bi mere alîkar bin.  Her wiha hêzên navnetewî cidî bi erka xwe rabin.  Hêzên me yên ewlekariyê di tevgerê dene û li gelek herêmên ku berê DAIş xwe têde bicihkiribûn weke Reqa û Dêrezor şaneyên wan têne girtin.  Eger gelê wan herêman bi hêzên ewlekariyê re bibin alîkar em dikarin bi hev re rola DAIş’ê û xeteriya wê tune bikin. Heya niha xeterî heye û ev yek tirsekê dike nav rêxistinên mirovî de di kampên wan de, hêzên kiwalisyonê di hin alîyan de dibin alîkar lê weke ku tê xwestin bi erka xwe ranabin. Pir çete ji welatên cuda di nava kampan de hene, bi hin hewildana niha hin hemwelatiyên çete yên ji Îraqê têne oxirkirin lê dîsa jî xwedîderketinek cidî nîne. Çeteyên biyanî welatên wan, wan naxwazin. Berî niha li kampa Holê hemleyeke fireh li dijî van şaneyên DAIş’ê çêbûn, lê dîsa jî bi dawî nebûn ji ber her xwe birêxistin dikin. Eem hîn di nav hewildana dene ku zextekê li ser aliyên pêwendîdar bikin da xeteriya van çeteyan tune bibe.”
“Hikûmeta Başûr bi hevkariya Tirkiye siyaseteke qirkirinê dide meşandin”
Cîhan Xelîl bal kişan li ser encamên girtina deriyê Sêmalka yê sînorî bi Başûrê kurdistanê re, her wiha altirnatîfa wan weke Rêveberiya Xweser ji qeyrana aborî re û wiha ev mijar nirxand: “Hikûmeta Başûrê Kurdistanê taybet PDK siyasetekê li ser herêmên me dide meşandin, ew xwe weke altirnatîfa Rêveberiya Xweser dibîne  ji bo wê bi hevkariya dewleta tirk re vê siyaseta xwe didin meşandin.  Siyaseta wan li dijî herêma me di aliyê siyasî û aborî deye û yekser xizmeta dewleta tirk dike. Çalakiyên ku bi sedema wê sînor girtin ew bihaneye, di roja ku deriyê Sêmalka hate girtin hemû sînorên deverê din ên ku bi herêmê re hevbeş in hatin girtin. Projeyek heye jêre dibêjin projeya ofakî ku hemû sînorên isteratîjîk bi Kurdistanê re heya Derya Spî bigirin, dixwazin vê projeyê pêk bînin û PDK nav deye. Dixwazin herêma me tengav bikin û li dijî wê altirnatîfê çêbikin, altirnatîfeke bê ku xeta tîcaretê di nav Kurdistanê re derbas bibe. Êrîşên ku li ser me hatin kirin nikaribûn ji xeta M4 û heya çiyayê Kizwana li seranserî wê xetê bigirin, êrîşên dewleta tirk ên têkildarî vê mijarê negihştin armanca xwe ji bo wê niha siyaseteke din bi riya PDK didin meşandin. Deriyê sêmalka deriyekî mirovî ye tu elaqeta wê bi siyasete nîne û yên encamên wê yên neyînî dibînin dîsa gelê me ye. Hewildanên me hene ku dîsa ev deriyê mirovî bê vekirin, lê PDK hin şertên zehmet dide ber me heya ku ev derî bê vekirin. Niha herdu alî ji girtina sînor di aliyê aborî de tengav dibin ji ber pir tişt hene ji Rojavayê Kurdistanê jî diçin Başûrê Kurdistanê ev sînor du alî ye. Helbet ji bo vê yekê altirnatîfên me hene, di encama şerê bi salan dibe hindeki tedbîrên me kêm bûn ji ber em bi şer re rû bi rû mabûn lê em niha bi hin deriyên din re di nav pêwendiyê dene ku ev rewş bê çareserkirin.”
“Tevî astengiyan em bi hemû derfetan xizmeta civaka xwe dikin”
Cîhan Xelîl bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriye kir ku li dijî qirkirinên siyasî û aborî li kêleka Rêveberiya xwe bisekirin û wiha bi dawî kir: “Rêveberiya Xweser di sala 2021’an de gelek xebatên girîng dane meşandin, pirsgirêka me jî heye ku em xebatên didin meşandin ji gelê civaka xwe re nadin ragihandin. Rexneyên ku li Rêveberiya Xweser ji aliyê civakê ve bi giştî têne kirin em qebûldikin, lê pêwîst e gelê me jî bizanibe em di rewşeke aloz de dijîn û bi hemû derfetên xwe em di xizmeta wan dene. Em nabêjin kêmasî nînin ji ber astengiyên me jî pir in, lê heya radeyek billind em pêwîstiyên vê civakê peyda dikin.   Pêwîst e em destê xwe bidin hev û li beramberî xeteriyên siyasî û aborî têkoşîna xwe dewam bikin.”