Bombardûma herêmên sînorî rêgiriyê li geştên çiyagertiyê dike

Êrîşên dewleta Tirk ên dagirkeriyê ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Çiyager Dalya Celel wiha got; ‘Dewleta Tirk a dagirker sînoran bombardûman dike, ji ber êrîşên dagirkeriyê em ji nikarin bi asanî li herêmên sînorî çiyagertiyê bikin.’

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî- Gelê Kurd hertim rastî êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatiye. Dewleta Tirk hertim hewl daye xwezaya Kurdistanê tune bike, ji ber êrîşên dagirkeriyê li ser herêmên sînorî, çiyager nikarin çiyagertiyê bi aramî bikin hertim bi tirsa ku wê ew herêm were bomaberdûm kirin çiyagertiyê dikin. Çiyageran li beramberî êrîşên dagirkeriyê ên dewleat Tirk nerazîbûna xwe diyarkirin.

‘Têkelbûna bi xwezayê re derûnî û bedena mirovan bi hêz dike’

Endama desteya damêzrenêra navenda Silêmanî ya ji bo xweza û çiyagertiyê Dalya Celal diyar kir ku ji zaroktî de ji çiyagertiyê hez dike û wiha got: “Ji zaroktî de min ji çuyîna cihên bilind hez dikir. Di tora medyaya dijîtal de dema ku min komên çiyager didît ku çiyagertiyê dikin, min jî hez dikir çiyagertiyê bikim, min nedizanî çawa peywendiyê bi çiyageran re bikim. Carekê dema ku geştiyarên çiyager geşt li herêmên Sergelû, Bergula kirin, ez li gel xuşka xwe em çûn wê geştê. Ji bo min çiyagertî wateyek xwe ya gelek giring heye. Mirov dema ku demekê li malê dimîne û di nava çar dîwaran de mirov dixwaze derbikeve ji derve û cîhanek din bibîne. Bi taybet ger cihek xwezayî be û ji destwerdana mirovan dûr be, mirov di aliyê bedenî û derûnî de bi hêz dibe.”

‘Ji tirsê bombardûma dewleta Tirk em nikarin li herêmên çiyayî geştê bikin’

Dalya Celal da zanîn ku ji ber êrîşên dewleta Tirk nikarin geştên çiyagertiyê bikin û wiha got: “Dema ku em li herêmên çiyayî geştekê dikin ji tirsa bimbardûman û teqîna mayinan em nikarin bi dilek aram geştê bikin, her çendî rênîşan jî li gel mene jî li ser wan herêman metirsiyek mezin heye. Mixabin siyasetê bandor li ser hemû aliyên jiyanê dike, çiyager ji ber bombardûmana wan herêman ji aliyê dewleta Tirk ve nikarin bi xwesteka xwe geştê bikin.”

‘Hikumet xwedî li sînoran dernakeve’

Dalya Celal destnîşan kir ku ji ber herêm nayê parastin piraniya herêmên wan hatine qedexekirin û got: “Hikumeta Îraq û ya herêma Kurdistanê li xak, sînor û gelê xwe xwedî dernakeve. Bombardûmankirina hinek cihên weke Kanemasî û çend cihên din ji aliyê dewleta Tirk ve wisan kiriye ku gel bi tirse biçe wan herêman û geşta çiyagertiyê bikin. Armanca êrîşên dagirkeriya dewleta tirk ewe ku xelkê Başûrê Kurdistanê di nava tirsê de bijin û berê xwe nedin herêmên geştiyarê. Ji derveyî wê jî hewil dide xwezaya Kurdistanê tune bike, hikumet jî li xaka Başûr xwedî dernakeve, ji ber wê jî hertim gelê sivîl dibe qûrbanî.”