‘Biryara xistina parlamenteriya Semra Guzel siyasî û bêhiqûqî ye’

Parlamenterên HDP’ê bertek nîşanî xistina parlamenteriya Semra Guzel dan û diyar kirin ku biryar siyasî û bêhiqûqî ye. Parlamenteran gotin ku ew bi xirabiya ku bûye ji rêzê û dîroka ku xwe dubare dike re rûbirû ne.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Parlamenteriya Semra Guzel a ku girtiye, duh piştî dengdana di Lijneye Giştî ya Meclisê de hat xistin. Biryar bû sedema berteka jinan. Jinan hem ji ser medyaya civakî hem jî ji derve bertek nîşanî biryarê dan. Parlamenterên HDP’ê yên diyar kirin ku Semra Guzel pêşî hedef hatiye nîşandan dûre hatiye girtin û niha jî parlamenteriya wê hatiye xistin û bi gotinên; “Duh Leyla Guven bû îro Semra Guzel” dan zanîn ku dê bi van yekan îradeya Kurdan û jinan neyê şikandin.

‘Biryara ku hatiye dayîn tu aliyê wê yê hiqûqî tune ye’

Têkildarî mijarê parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan a Sêrtê Meral Danış Beştaş, diyar kir ku Semra Guzel îradeya gel e, girtin an jî xistina parlamenteriya wê tu tiştî naguherîne. Meral Daniş Beştat bal kişand ku biryar bêhiqûqî ye û got ku wêneyên ku çar salan di dosyaya lêpirsînê de hatine girtin û dûre di çapemeniyê de hatine belavkirin nîşan didin ku desthilatdariyê li dijî HDP’ê biryara lînc û êrîşê daye.

‘Diviyabû parlamento nebûya hevparê vî sûcî’

Meral Daniş Beştaş bi gotinên “Semra Guzel a ku we nikaribû serê wê bitewanda wekîla gelan û jinan e” axaftina xwe wiha domand: “Desthilatdarî ji ber ku nikare baş siyasetê bike, êrîşê kesên ku dikarin bi awayê baş siyasetê bikin û li ba gel in dike. Parlamentoya ku cihê îradeya gel bû diviyabû nebûya hevparê vî sûcî; red bikira. Bêguman dê dîrok hesab bipirse; em jî li ku dibin bila bibin, em ê bi gel re têkoşîna xwe bênavber bidomînin.”

‘Îradeya bi milyonan tune hat hesibandin’

Parlamanetera Êlihê ya Partiya Demokratîk a Gelan Feleknas Uca jî bal kişand ku biryara der barê parlamenteriya Semra Guzel de hatiye girtin siyasî ye û diyar kir ku faşîzm bi AKP-MHP’ê di şexsê Semra Guzel de hewl dide îradeya bi milyonan tune bike. Feleknas Uca got: “Semra Guzel bi mehan hedef hat nîşandan û hat lînckirin. Tecrîda li Îmraliyê, parlamenterên ku li Kadikoyê xistin ablûkayê, rojevên wekî girtina HDP’ê nîşan didin ku hewl didin êrîşan zêde bikin. Semra Guzel îradeya bi milyonan e. Tiştên ku Semra Guzel jiyaye û wêneyê wê serpêhatiya bi milyonan e. Bi van êrîşan hewl didin di şexsê Semra Guzel de fikrên jinên azad hedef bigrin lê çi dibe bila bibe Semra Guzel wekîla gelê Amedê ye. Yek ji jinên ku herî zêde di parlamentoyê de xibitî ew e.”