Bi têkoşîna azadiya jinan ber bi hevserokatiya partiyê ve

Îradeya jinan, her dem xwedî hêz û xwesteka serkeftinê ye, ji ber wê ger her jinek hewldana rêxistin û perwerdekirina xwe bide bêguman dê bigihîje armancên xwe.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Tara Hesên di 1’ê Çileya sala 1983’an de li bajarokê Derbedîxanê ji binemalek welatparêz ji dayik bûye. Weke bi xwe jî behs dike dema ku çavên xwe li dinyayê vekiriye bavê wê di girtîgehê de bûye û îşkence lê dihat kirin, heta biryara darvekirinê ji bo wî tê dayîn lê belê piştre tê azadkirin.

Tara Hesên heta temenê xwe yê 13 salî li Kelarê jiyana xwe didomîne û dibistina navîn temam kiriye, piştî zewicî berê xwe da bajarê Hewlêrê û li wê derê niştecih bû, li ser wê demê bi gotinên; “Ez weke jinek klasîk bi xwedîkirina zarok û rêvebirina malê re mijul bûm” pênaseya wê demê dike. Her çendî malbata Tara Hisên di nava partî û siyasetê de bûn jî lê belê bawer nedikirin ku jin di nava partî û siyasetê de cihê xwe bigrin û têbikoşin. Piştre ji ber bi xwesteka xwe berê xwe da nava karên siyasî û têkoşîna jinan.

Destpêkirina karên siyasî

Tara Hesên di temenek ciwan de dest bi karên siyasî kir, heta demekê di rojnameya Hemwelat de kar kir, ji sala 2008’an heta sala 2009’an xwest bi riya têkoşîna azadiya jinan bi riya rêxistina jinên azad a Kurdistanê RJAK û partiya çareseriya demokratîk a Kurdistanê hêdî hêdî ji karên ragihandinê dûr ket û di sala 2011’an de di kongreya pêncemîn a Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê PÇDK’ê weke endama encûmena rêveberiyê hat hilbijartin.

Di sala 2014’an de bû endama desteya damezrandina Tevgera Azadiyê, wê demê PÇDK bû parçeyek ji Tevgera Azadiyê û li vê derê dest bi karên siyasî kir û heta gihîşt asta niha. Di kongraya herî dawî ya Tevgera Azadiyê de bû Hevseroka Tevgera Azadiya komelgeya Kurdistanê. Li gorî zagona komîsyona hilbijartinên Iraqê sîstema serokê partiyê û cîgiran heye, ji ber wê Tara Hisên weke seroka partiyê hat hilbijartin. Di rastiya Tevgera Azadiyê de li hemberî sîstema desthilatdar sîstemek alternatîf e û bi hevsengiya rêgezan bi awayek demokratîk xebatan dide meşandin. Niha ew û Selam Abdulah hevserokên partiya Tevgera Azadî ne.

“Hewlêr xewna desthilatdariyan a mêrsalarî zayendperestiyê ye”

Tara Hisên, li bajarê Hewlerê dest bi jiyana xwe ya hevjîniyê dike lê belê piştre ji ber siyaseta li Hewlêrê li wê derê namîne û wiha behsa jiyana xwe ya li Hewlêrê dike: “Desthilatdariya li Hewlêrê, mêrsalar bû, desthilatdariyek zayendperest bû. Ji ber wê li Hewlêrê ji bo xebatên siyas bi fikrên cuda rê nayê dayîn, ger jin be û xebatên siyasî bi fikreke cuda bile qedexe ye û gelek çek hene ku li hemberî jinan di bin navê namûs û şerefê de bi kar tînin.”

Tara Hisên wiha didomîne: “Gelek caran hewldana terorkirina min hat dayîn û her dem gef li min dihat xwarin, hevjînê min ji kar derxistin û hewl dan me beşdarî siyaseta xwe bikin lê belê li gorî min bejdarbûna siyaseta mêrsalarî wek kartonek e ku robota jinan le hebe. Ji ber ger rêz li fikrên siyasî yên jinan neyê girtin, jin nikarin bi xwesteka xwe têkoşîna azadiyê berdewam bikin.”

Partî û desthilatiya li Hewlêrê dizanibûn ku Tara Hisên û binemala wê bi êrîş û gefan nikaribûye tiştên ku dixwazin bi wan bidin kirin, neçar man bajarê Hewlêrê bi cih bihêlin. Bi xwesteka xwe derbasî bajarê Silmaniyê bûn ji bo berdewamkirina têkoşînê.”

Li cîhanê tu jin bê hêz nîn e

Tara Hisên diyar kir ku dema ku wê têkoşîna azadiyê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kir,  gihîşt wê encamê ku dema jinek di mal de asê bimîne li gund û bajaran xwesteka têkoşîn û azadiyê hebe dikare têbikoşe û divê bawerî bi xwe hebe û her wiha baweriya min bi jinan anî û wiha got: “Jin dikarin karek serkeftî bikin, ji ber hemû xwedî hêz in û tenê pêwîstiya wan bi xweperwerdekirin û têgihîştina bi fikrên azadiya jinan heye. Bi taybetî dema jinên Kurd mînaka pêşangiyê bin divê jin xwedî îrade bin û bigihîjin wê baweriyê ku jin nabin kole xwediyên xwe ne û bi xwe têkoşînê bi rê ve dibin.”

“Her dem desthilatdariya mêrsalarî hewl daye jinan li paş bihêle”

Hevseroka Tevgera Azadiyê Tara Hisên di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Dema ku tu jin bî û li qada siyasetê bî, rastî gelek astengiyan têy, ji ber wê divê jin xwe ji siha siyaseta mêr rizgar bikin û biryar bidin, bikevin nava siyasetê û desthilatdarî nabe meseleya zayendî, ayînî û madî û jiyana taybet kar tê de bikin. Gelek jin hene hewl dane bi vê riyê bikevin nava kar. Lê belê divê jin girîngî bidin îradeya jinên azad û hewl bidin nekevin bin bandora derfetên jiyanî ku ji bo wan layîq tê dîtin. divê hemû bizanin paşxistina jinên Kurd karek ne di rê de ye, ji ber ku gelek jinên pêşeng şehîd û pêşmerge hene her wiha girîngiya ew jinên ku malbatên wan hene, hevsengiyê di nava têkoşîn û jiyana hevjiniyê de çêbike.”

Jinên pêşeng bandorê li ser hemû partiyan kirine

Tara Hisên bi bîr xist ku her cihê jinan lê pêşengî kiriye, divê îradeya jinan li ber çavan were girtin û pêşwazî li hêza jinan bikin, rêzê ji fikrên wê re bigrin. Her wiha ezmûna pêşengiya jinan hatiye kirin û di hêzên Kurdistanê de her dem jin beşdar bûne, li her cihê ku jinan pêşnegî kiriye ew hêz serkeftî bûye.”

Planên dahatû yên Tevgera Azadiya komelgeya Kurdistanê çi ne?

Tara Hisên wiha bersiv da û got: “Me erkek girtiye, armanca me ew e ku ew tiştên me nekirine em niha bikin. Her wiha hewldana me ya sereke ew e ku em bi awayek berdewam desteyeke şaraza ya rewşenbîriya vî welatî ava bikin û bi awayek berdewam goftûgo li gel bikin, rexneyan li ber çavan bigrin ji bo pêşxistina rêxistina me. Em hewl didin ji pirsgirêkên aborî, ayînî, tendirustî, perwerdeyê re çareseriyan bi pêş bixin û bi riya kar û xebatên cuda, bi taybetî di aliyê perwerdeya ji bo jinan de bê cudahiya fikrî yan jî partî konfaransa taybet li dar bixin ku hemû reng û aliyên cuda yên Kurdistanê di nav de hebin, ji bo goftûgokirina li ser rewşa jinan û dîtina riyên çareseriyê ji bo pirsgirêkên jinan.”