‘Bi pergala neteweya demokratîk dê civak azad bibin’

Jinên Êzidî yên li ser pergala Neteweya Demokratîk xwe birêxistin dikin, dibêjin ku hişmendiya mêr-dewletê encax bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dikare bê guhertin.

EMÎRA ZOZAN

Şengal – Jinên Êzidî yên piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an rastî jenosîdek mezin hatin, li ser bingehê pergala Neteweya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bipêş xistiye, xwe di hemu qadên jiyanê de birêxistin kirin. Ji qada parastinê heyanî nav siyasetê pêşengiyê ji civaka xwe re dikin, ji bo bidestxistina hebûn û azadiya xwe têdikoşin.

Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Niam Bedel û Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Cîhan Celo ku di Kongreya 4’emîn a Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzidiyan (PADÊ) de amade bûn behsa rola jinên Êzidî ya di siyasetê de kirin. Her wiha bal kişandin pergala Neteweya Demokratîk ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bipêş xistiye û gotin ku yekane riya azadiya civakê pergala Netewa Demokratîk e.

Siyaseta bê rola jinan xizmeta civakan nake

Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Niam Bedel bal kişand ser rola jinan di meşandina siyasetê û rêvebirinê civakan de û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Li ser rola jinan a di tevahî qadên rêvebirina civakê de rola jinan di nava siyasetê de pir girîng e. Ger jin di nava siyasetê de cihê xwe negirin, siyaset dê encamên baş nede. Ya divê bê kirin ew e ku jin jî di nava kar û xebatên rêvebirina civakê de cihê xwe bigrin. Ev yek wê ji bo pêşketina civakê bi sûd be. Niha li Şengalê tevahî sazî û dezgehên wê de pergala hevserokatiyê tê meşandin ji bo wê jî li Şengalê rêveberiya xweser dibe bersiv ji gel re, di heman demê de li hemberî dijmin jî di cihê wê de bersiv tên dayîn plan û peymanên li ser civaka Êzidî tên vala derxistin.”

‘Dê jin bi têkoşînê mafên xwe bidest bixin’

Niam Bedel bal kişand ser zor û zehmetiyên ku jinên Êzidî dikşînin û got: “Bêguman li Şengalê jin ji vê bêtir jî dikarin rola xwe bilîzin lê hê jî di astek zêde de zext û paşverûtiya mêrên desthilatdar asteng e. Em jin dizanin ku heya di nava kar û xebatan de cihê xwe negirin heya ku em rêvebirina civakê erka xwe ya esasî nizanibin em ê her dem bindest bin. Ji bo wê jin neçar in gav bavêjin, bê tirs û bi cesaret bin.”     

Niam Bedel destnîşan kir ku PADÊ bi pergala hevserokatiyê kar û xebatên xwe dimeşîne û got, “Em jî bihêvî ne tevahî rêveber û endamên PADÊ’ê li gorî wê kar û xebatên xwe berfireh bikin û ji bo Şengalê kar û xebatên berfirehtir bidin meşandin.”

‘Ji bo civakek azad û demokratîk pêwîst e jin pêşengiyê bikin’

Hevserokatiya Desteya Rêveber a Şengalê Cîhan Celo bal kişand ser rola jinên Êzidî ya beriya fermanê û piştî fermanê û got: “Piştî rizgarkirina Şengalê jinan cihê xwe di nava kar û xebatan de girtin. Di nava her sazî û meclisê de pergala hevserokatiyê hat esasgirtin.”

‘Li dijî êrîşan em ê li ber xwe bidin’

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Cîhan Celo diyar kir ku jinên Êzidî ruxmê hemû zexta dewetê di rêveberina civaka xwe de bi israr in û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Iraqê PADÊ’ê partiyeke fermî ye lê em tev dizanin ku di hikumeta Iraqê de pergala hevserokatiyê nayê qebûlkirin. Bêyî nêrîna jinan kesek nikare qala demokrasiya civakê bike ji ber ku jin nîvê civakê ne. Niha jî kongreya PADÊ ya çaran tê lidarxistin, kotaya ku me dixwest me bi dest xist em ji niha de serkeftinê ji tevahî hevalan re dixwazin.”