“Bi êrîşên dewleta tirk îradeya me naşikê”

Dewleta tirk her diçe êrîşên xwe yên leşkerî û şerê taybet li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dike. Berdevka Kongreya Star a Kantona Qamişloyê Şaha Xelîl da zanîn ku dewleta tirk bi êrîşên hovane nikar îrade û şoreşa me têk bibe.

 
ROJDA SEYDXAN
Qamişlo – Dewleta tirk her tim bi top û balafirên şer êrîşî herêmên Kurdistanê dike. Ji 23’ê Nîsana 2021’ê ve dewleta tirk bi rengekî rojane êrîşî xaka Başûrê Kurdistanê dike, ji bo armancên xwe yên dagirkeriyê di wir de jî pêk bîne. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî êrîşên dijwar hene, li kêleka şerê leşkerî, herikîna jiyanê dide sekinandin û ev demeke ava Firatê qut kiriye. Her wiha dem bi dem ava stasyona Elok jî li ser şêniyên Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê qut dike. Ev kiryarên dijmirovî ji aliyê dewleta tirk ve bûye sedema gelek neçariyên jiyanê. Têkildarî mijarê Berdevka Kongreya Star a Kantona Qamişloyê Şaha Xelîl êrîşên dewleta tirk li dijî  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her wiha xaka Başûrê Kurdistanê nirxand û ji me re parve kir. 
“Êrîşên dewleta tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê ne nû ne”
Şaha êrîşên dewleta tirk li ser herêmên Kurdistanê şermezar kir û ev tişt got: “Êrîşên dewleta tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê ne nû ne, ji ber ku em dizanin li her devereke Kurd lê hebin deweta tirk êrîşî wê deverê dike. Her kes dizane di şerê sala 1991’ê û 1992’an de dewleta tirk bi alîkariya pêşmergeyan êrîşî çiyayên Kurdistanê weke Zap, Metîna û Xakurkê kirinê lê di wî şerî de jî bi ser neketin. Dewleta tirk bi van êrîşên hovane nikare îradeya me bişkîne, baweriya me bi şervanên me heye û me zarokên xwe bi ruhê hezkirin û fedaîtiya ji bo welat perwerde kirine. Em di doza xwe de bi israr in û wê serkeftin para me be.” 
Xurtkirina rêxistina jinan li hemberî kiryarên dagirkeriyê
Şaha bal kişand ser kiryarên dewleta tirk ên der heqê sivîlan de û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dewleta tirk her tim êrîşî axa Bakur û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Bi sedan siyasetmedar û hiqûqnasên Kurd di zindanên wan de hene, çarenûsa wan jî nediyar e. Li aliyê din jî şerê herikîna jiyana gel dike, ev demeke ava Firatê li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qut kiriye û mirov bêzar hiştine. Rêxistinên mirovî wekî her carê ji xwe re temaşe dikin bêyî ku sînorekî ji van kiryaran re deynin. Hedefgirtina jiyana gel sûcekî mirovî ye û dûrî hemû pîvanên exlaqî ye. Xwesteka dewleta tirk a yekemîn ew e ku şorşera Rojava- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hilweşîne, her çiqas êrîş dijwar be jî wê têkoşîna me bilindtir be. Em weke rêxistinên jin her tim dê çalakiyên me ji bo piştgiriya şervan û gelê me berdewam bikin.  Têkoşîna me esasê serkeftina me ye.”