“Hêrsa jinan a li dijî dagirkeriyê bilindtir dibe”

Endama Koordînasyona Kongra Star a herêma Efrînê Ferîda Îbo der barê hedefgirtina jinên pêşeng de axivî û got: “Bi hedefgirtina pêşengên têkoşîna jinê tu carî em lawaz nabin, berevajî hêrsa me ya li dijî dagirkeriyê bilindtir dibe."

HESNA MIHEMED

Şehba – Serdema em tê de dijîn serdema jinan e ku li dijî pergal û hişmendiya mêr-dewletê di nav têkoşînekê bê hempa de ne. Lewra em dibin şahidê serdema ku sedsala 21’emîn dibe sedsala azadiya jinê. Jinên ku li her çar aliyê Kurdistanê li dijî hişmendiya mêr-dewletê xwe birêxistin dikin weke xetereyek li pêşberî pergala baviksalarî tê dîtin, ji lewra êrişên li ser jinan mîna polîtîkayek taybet tê meşandin û ev polîtîka bi armanca lawazkirina rêxistinbûna jinê ya ku li dijî her cûre ferzkirinên mêr-dewletê têdikoşe, tê kurkirin.

Endama kordinisyona Kongreya Star a herêma Efrîn Bakur - Rojhilatê Sûriyeyê Ferîde Îbo hedefgirtina jinên pêşeng û bi taybetî Zeynep Saroxan a ji destpêka Şoreşa Jinê ya Rojavayê Kurdistanê de cih girt û ked da ji ajansa me re nirxand. Ferîde Îbo da zanîn ku bi hedefgirtina pêşengên şoreşê îradeya jinan lawaz nabe, berevajî hêrsa jinan a li dijî dagirkeriyê bilintir dibe.

"Armanca êrîşan şikandina vîn û tekoşîna jinên e"

Ferîde Îbo di şexsê Zeynep Saroxan de hemu jinên têkoşer ên di oxira azadiyê de berdel dane bibîr anî û wiha got: “Armanca dewleta tirk bi hedefgirtina jin ew e ku vîna wê bişkîne ji ber ku şoreşa Rojava bi şoreşa jinê hate bi navkirin. Lewra her ew xistiye armanca êrîşên xwe. Di hedefgirtina Zeynep Saroxan de jî ev yek xuya dike. Li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinên xwedî vîn û îrade tên hedef girtin. Ji bo ku deweta Tirk lawazbûn û binkeftiyên xwe veşêre berê xwe dide Rojava û êrîşan pêk tîne. Bi hedefgirtina pêşengên têkoşîna jinê em lawaz nabin, berevajî hêrsa me ya li hemberî dagirkeriyê bilindtir dibe."

"Zeynep Saroxan pêşenga şoreşê bû"

Ferîde Îbo tekez kir ku bi hedefgirtina jinan wê tu carê ev şoreş lawaz nebe û wiha got: "Dewleta tirk nikare bi hedefgirtina jin vîna me lawaz bike, ji ber ku em hêz û vîna xwe ji tekoşerên xwe digirin. Demê ku jinek tê hedefgirtin bi sedan şûna wê digirin û tevlî şoreşê dibin. Zeynep Saroxan di astek bilind de xebatên xwe ji bo azadî û tekoşîna jinan meşand. Ew ji jinên rojava re pêşenga berxwedanê bû. Ji bo birêxistinkirina jin, dawîkirina tundiya li ser wê û zanebûna wê tevdigeriya. Ji jinan re dibû alîkar û destekek dida wan, da ku karibin li hemberî zihniyeta desthilatdar têbikoşin. Zeynep xwe li ser bingeha fikirê Rêber Apo ya ku azadiya jinê azadiya civakê ye xwe perwerde dikir û jinan bi xwe re perwerde dikir. "

"Em ê bi serkevin"

Ferîde Îbo destnîşan kir ku êrişên dewleta tirk ên jinên pêşeng tê kirin êrişek hevpar a hêzên  navnetewî ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên ku li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin û jinan dike armanca xwe, êrişek navnetewî ye. Em wek jinên azadîxwaz û pêşengên vê şoreşê li hemberî hêza NATO’yê şer dikin. Vîn, hêz û berxwedana me wê zêdetir be ji ber ku em li ser xeta şehîdên xwe dimeşin û xebatên me ji bo azadiya Rêber Apo û hemû jinan her didome."