Betalkirina parlamenteriya Semra Guzel di rojeva Desteya Giştî de ye

Li Desteya Giştî ya Meclisê hevdîtin li ser biryara betalkirina parlamenteriya Semra Guzel a Parlamentera HDP’ê ya Amedê tê kirin. Biryara Komîsyonê li Komîsyona Destûra Bingehîn û Edaletê ya Têkel hat nîqaşkirin.

Enqere – Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel bi hêceta ku tev li xebatên qanûnçêkirinê yên Meclisê nebûye, Komîsyona Amadekar biryar dabû ku parlamenteriya wê bê betalkirin. Komîsyonê di 8’ê mijdarê de civîn li dar xistibû û biryara betlakirina parlamenteriya wê girtibû. 

Biryara Komîsyonê li Komîsyona Destûra Bingehîn û Edaletê ya Têkel hat nîqaşkirin. Bi piraniya dengan biryar hat dayîn ku parlamenteriya Guzel bê betalkirin. Komîsyonê rapora xwe ya derbarê biryarê de şand Desteya Giştî ya Meclisê. 

Îro li Desteya Giştî hevdîtina li ser betalkirina parlamenteriya Semra dest pê kir. Beriya biryar bê dayîn Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehemt Ruştu Tiryakî parastina Guzel dike.