‘Beşdariya qada siyasî ya jinan li Îskenderiyeyê tenê şeklî ye’

Ji ber nêrîna civakê ya ji jinan re, mafê wan ên beşdariya qada siyasî bi awayê aktîf tê binpêkirin.

ASMAA FETHI

Qahîre- Jinên Misirî li hemû parêzgehan rastî binpêkirinên mafên xwe tên. Bi taybetî li parêzgehên di bin kontrola mêran de. Jin ne dikarin tevli karên siyasî bibin ne jî bigihîjin navendên biryardayînê.

Gelek jin bi hêz kar dikin ji bo di qada siyasî de li parêzgeha Îskenderiyeyê roleke aktîf  bilîzin lê astengî hene li pêşiya wan loma nagihîjin asta beryardayînê.

Nûçegihanên ajansa me rewşa jinan a li Îskenderiyeyê de warê siyasî de lêkolîn kir û di encamê dîtin ku jinan bi awayê aktîf statuya xwe di partiyan, hilbijartin û encûmenên navxweyî û zagonî de girtine. Lê di rastiyê de beşdarbûneke jinan a şêweyî tenê hebû ku nimûneyên jinan di nava desteyan de hebin weke kotaya astengdaran lewre jinan nexwest di warê giştî de kar bikin.

Beşdariya jinan weke dengê hilbijartinê û kotaya şêweyî ye

Parêzer Aya Motamed teqez kir ku parêzgeha Îskenderiyeyê taybetmendiyeke xwe cuda heye û got: “Gelek aliyên siyasî tê de hene lê tevî wê jî hebûna jinan ne di asta pêwîst de ye. Partiyên siyasî jinan weke dengê hilbijartinê yan kotayê ji bo lîsteyan bixemilînin dibînin bi şêweyekî siyasî, beriya hilbijartinan amade dikin û jinan didin pêş lê di karê partiyan de qada jinan bi qasî yê mêran nîn e. Gelek jinan bi awayê aktîf karên xwe pêk anîne û bi çalakiyên cuda radibin lê partiyên siyasî mafên wan di beşdariya siyasî de nedanê ku bigihîjin navendên biryardayînê.”

Astengiyên li pêş jinên ku dixwazin beşdarî qada siyasî bibin

Aya Motamed a bal kişand li ser astengiyên ku li pêşiya jinan tên dayîn û got: “Gelek astengî li pêşiya jinan hene weke nêrîna kêm a ji bo jinan ku dema jin bixwazin partiyeke siyasî ava bikin, serokatiya wê be yan bibe sekretera giştî ya partiyê nikarin di wir de kar bikin û ne jî tiştekî pêşkêş bikin. Karê siyasî li Îskenderiyeyê bi xwe ji bo gihandina desthilatdariyê ye ne ji bo xizmeta civakê û pêşxistinê ye, ev rol jî nadin jinan û çarenûsa wan di çalakiyan an komîteya jinê tenê bi sînordar dikin.”

Aya Motamed teqez dike ku girîng e baweriya jinan bi xwe xurt be û karînên xwe yên siyasî bi pêş bixin ji bo aktîf û bi hêz beşdarî karên siyasî bibin. Her wiha diyar dike ku divê derfet li pêş jinan vebin ku bi rastî karên siyasî bikin ne tenê weke kota lîsteyan pê temam bikin.

‘Divê ku partiyên siyasî bandora jinan a li ser siyasetê bibînin’

Aya Motamed destnîşan dike ku divê jin bibin xwedî fon û bi karînên siyasî, fikrî û zagonî bawer bikin û wiha domand: “Her wiha partiyên siyasî jî divê asta bandora jinan a li ser siyasetê bizanibin, li destkeftiyên jinan binêrin û şopa wan di civaka sivîl de bibînin. Ji ber ku vê rewşê li qadan nîqaş û zagonan ferz kiriye. Divê partî li xwe vegerin bi tabetî jî li rewşa jinan û xwezaya karê wan binêrin, bibînin ku çiqas rast e û çiqas şêweyî ye û xurtkirina wan di karên siyasî de bişopînin.”