‘Beşdariya jinan a di siyasetê de wê guherînek mezin çêbike’
Beşek ji endamên hevpeymana jinên Kurdistanê daxwaznameyek radestî seroka parlamentoya Kurdistanê kirin û xwestin di hilbijartinên li pêş de ji sedî 50 kursî ji bo jinan bin.
ŞÎRÎN SALIH
Silêmanî - Rewşa siyasî û nakokiyên hêzên siyasî li Başûrê Kurdistanê wisa kiriye ku pêwîstî bi beşdarîkirina zêde ya jinan di siyasete de hebe. Der barê vê yekê de Hevpeymana Jinên Kurdistanê di 2’ê Gulanê de daxwaznameyek radestî serokê parlamentoya Kurdistanê kir, da ku di hilbijartinên li pêş ên di meha Mijdarê de ji sedî 50 kursî ji bo jinan bin da ku bikaribin guherînê di siyasete de çêbikin.
‘Hêza jinan a siyasî zêde ye’
Seroka Rêxistina Ême û Endama Hevpeyman Jinên Kurdistanê Bihar Elî diyar kir ku ezmûna niha ya Kurdistanê û hêza jinan heye ku beşdarî hemû qadên siyasî, ferhengî, aborî û çendîn qadên din bibe û wiha got: “Divê sûd ji ezmûna jinan were girtin divê jin di navendên biryardanê de cihê xwe bigrin û parlamentoya Kurdistanê yek ji wan navendan e ku biryarên sereke tê de tên girtin. Ji ber wê jî me ev daxwazname radestî seroka parlementoya Kurdistanê kir ku ji sedî 50 kursiyên parlamentoya Kurdistanê di hilbijartina li pêş ên di meha Mijdarê de ji bo jinan bin. Mafê jinan jî heye bi rêjeyek baş beşdarî siyasetê bibin.”
‘Ji bo jin bibin xwedî biryar têkoşînek zêde lazim e’
Bihar Elî destnîşan kir ku daxwazên wan ji aliyê serokê parlamentoyê ve bi awayek baş hatine pêşwazîkirin, bawerî bi beşdariya jinan di qada siyasetê de heye lê belê qebûlkirina daxwazên wan dikeve ser milên hemû partiyên siyasî yên parlamentoyê. Divê hemû alî piştgiriya vê daxwazê bikin û bi vê proje û zagonê bawer bin û wiha domand: “Hejmarek zêde jin beşdarî partiyên siyasî bûne û di beşdariya wan a navendên biryardayîna partiyên siyasî de ji sedî 10 dest pê dike heta ji sedî 40. Pirsyar ev e gelo ev beşdariya jinan rast e yan jî li gora partiyên siyasî tevdigerin. Ji ber aqlê mêrsalarî hîna li Başûrê Kurdistanê serdeste. Ji bo ji holê rakirina vî aqlî dem û têkoşînek zêde pêwîste da ku jin di asta destpêkê de biryar bidin.”
‘Desthilatdariya 32 salan nîşan dide ku êdî divê jin zêdetir bikevin nava siyasetê’
Bihar Elî da zanîn ku rêveberiya siyasetê li herêma Kurdistanê ji aliyê komek biçûk ve tê rêvebirin û biryar ji nava vê komê derdikeve û piştre digihe mêran û piştre digihe jinan û got: “Evane ji bo beşdariya jinan di siyasete de nabe astengî. Ji ber me jinên gelek bi hêz hene û xebat kirine, ew daxwaza ku me niha kirî ku ji sedan 50’ê Kursiyan bidin jinan, ji ber vê rewşa siyasî ya ku heye û ew nakokiyên di navbera hêzên siyasî ên herêma Kurdistanê de ye. Ev ji bo me dibêjin êdî pêwîstiya me di siyasetê de bi beşdariya jinan heye. Ji ber 32 salên borî ji me re vê dibêje fikrên jinan ji yên mêran cudatir in.”
‘Beşdariya jinan di siyasetê de wê guherînek mezin çêbike’
Bihar Elî bi bîrxist ku fikrê femînist di nava jinan de reng daye, ji bo rêvebirin, siyaset û hemû qadên jiyan, daxwaz û rêvebirina di nava jinan de heye guherîn çêbike û got: “Sal bi sal rêjeya beşdarikirina jinan di hemû qadan û siyasete de zêde dike. Demê wê ye ku jin weke mêran îdareya vê herêmê bikin. Pêwîstiya me bi ceribandina ezmûna jinan di qada îdarî û serkirdayetî de heye. Ji ber niha rewş ji bo beşdariya jinan guncwatire û bi başî xebatên xwe kirine, weke seroka parlementoyê weke jinekê kariye di demê herî giran de parlementoyê rêve bibe.”