Bêrîvan Yûnis a ji Kongra Starê: Armanca me xwegihandina hemu jinan e

Berdevka Komîteya perwerdeya Kongra Star a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Yunis teqez kir ku ew ê bi karê xwe yê berdewam bigihîjin hemû jinên cîhanê û di her warî de bi pêş bixin.

ŞÊRÎN MIHEMED

Qamişlo – Piştî Şoreşa Jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya jinan pêk hat jin ji parastinê heyanî perwerdehiyê, ji qada siyasî heyanî aboriyê di hemu qadan de di asta pêşengiyê de cih digrin û bi kar û xebatên xwe rêxistinbûna xwe ya bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di bin banê Kongra Star de ava kirin û li tevahî cîhanê deng veda, bihêztir dikin û xwedî li şoreşa xwe derdikevin.

Berdevka Komîteya perwerdeya Kongra Star a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Yunis pêvajoya xwe birêxistinkirinê ya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qal kir, bal kişand ser kar û xebatên Kongra Star a bi îdiaya bihêzkirin û xurtkirina hêza jinan ket sala 2023’yan.  

Beriya Şoreşê jin bi navê Yekîtiya Star xwe birêxistin kirin

Bêrîvan Yunis der barê salvegera û rol û misyona Kongra Star da nirxandin kir destnîşan kir ku şoreşa ku li rojavayê Kurdistanê bi pêş ket weke şoreşa jinan tê nasîn û got beriya şoreşê bingeha rêxistina jinan li ser vê axê hatibû avakirin jinên Rojava di sala 2005’an de wek Yekitiya Star xwe bi rêxistin kir.

Bêrîvan Yûnis wiha gotinên xwe domand: “Dema ku şoreşê li Rojavayê Kurdistanê dest pê kir 2016’an de wek Yekitiya Star me jî navê xwe kir Kongra Star. Ji wê demê ve heya îro, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe bi rêxistin kirin û xwe gihandin gelek jinên din. Jin di pêşengiya Kongra Star de gelek saziyên civakî, rêxistinî ji bo gelên heremê ava kirin û bi riya vê xebatê gelek jin tevli şoreşê bûn.”

Piştî şoreşa Rojava gelek sazî vebûn

Piştî Şoreşa Bakur û Rojhilatî Sûriyê hemû sazî li ser armanca bingehîn xebitîn, ev xebat bi tevlibûna bi sedan jinan pêk hat. Li hemberî zext û tunditijî yê weke Rêxistina Sara, Mala Jin, Meclisa Jinên Sûriyeyê, Meclisa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Aboriya Jin gelek rêxistinên din xwedî armancên hevbeş ên ku dikarin jinan biparêzin û di hemû aliyan de bi pêş bixin hat avakirin.

Berîvan Yunis bal kişand wekheviya di navbera gelên heremê de ku bi saya pergala Neteweya Demokratîk pêkan dibe û got: “Li aliyekî din, li ser bingeha biratiya gelan, jinên pêkhateyên cuda karîn sazên xwe taybet ava bikin, da ku ev saziyên ji jinên hemû pêkhateyan pêk tê bibe çareseriya jinê ku bi riya wan xwe pêşbixe daxwaza mafên xwe bike û di civakê de jî xwe îsbat bike.”

Li dijî destkeftiyên jinan êrişên dewleta Tirk

Bêrîvan Yûnis bal lê kişand ku destkeftiyên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di encama têkoşînekê bê hempa de hatine bidest xistin ji bo dewletên ku xwe dispêrin mêr-dewletê tirsek dide avakirin û wiha pêl da axaftina xwe: “Xebatên ku jin li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê pêş dixe di dijmin de tirsek da avakirin, ji ber wê dewleta dagirker a Tirk û çeteyên wê her dem jinan armanc dike û polîtîkayên xwe yê şerê taybet dide meşandin.”

Jinên Ereb di têkoşînê de cihê xwe girtin

Bêrîvan Yunis di berdevamiya nirxandinên xwe de bal kişand ser jinên Ereb ên ku hêza xwe ji têkoşîna jinên Kurd girtin û wiha got: “Piştî rizgarkirina herêmên ji destên DAIŞ’ê weke Tebqa, Reqa, Minbic û Dêrazorê, jinên Ereb, jinên Kurd ji xwe re wek mînak girtin û piştre saziyên xwe yên taybet ava kirin, weke Kombûna Jinên Zenûbiayê ku jinên wan herêman di bin sîwana xwe de kom dike da ku ji hemû cureyên tundûtujiyê, kuştin û destdirêjiyê biparêze. Di aliyê rêxistinê de herêmên Bakûr Rojhilatî Sûriyeyê bi awayekî baş ber bi serkeftinê ve diçin, ji ber ku bi riya perwerdekirina jin û mêran em gihîştin civakeke azad. Em nikarin bibêjin me hemû jin azad kirin lê em dikaribûn bi avakirina  jinên pêşeng civakê biguherînin.”

Li heremên dagirkirî rewşa jinan

Bêrîvan Yunis bal kişand ser pêşengiya jinên bakur û rojhilatê Sûriyeyê di nava siyaset û leşkerî de û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema em hevrûkirinê di navbera herêmên Bakûr Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên Sûriyeyê yên din de çêkin, em ê bibînin ku jin li herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê xwedî vîn û ramanên bêhtirî jinên herêmên din ên jin tê de hatine paşguhxistin û mafê wan di derbirandina nêrînên xwe de di warî siyasî, leşkerî û hwd. nîn e. Hejmarek kêm ji jinan li wir hene lê ew nûnertiya rastî û cewherê jinan nake ji ber ku fikrên wan ne azad in, her roj ew rastî kuştin û tundûtujiyê tên. Jin li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, bêhtir rastî kuştin, destdirêjî, revandin û paşguhxistinê tên.”

Bi gotiba “Tişta ku li Rojava herî zêde bala cîhanê kişand, sîstema hevserokatî û projeya Neteweya Demokratîk bû” Bêrîvan Yûnis bal kişand ser pergala ku ji bo cîhanê yekane riya rizgariya ji aloziyan e û wiha domand, “Li gel Yekîneyên Parastina Jinan YPJ’ê ku vedenga xwe mezin bû. Ne tenê li ser asta Sûriyeyê li ser asta hemû cîhanê, ev yekîne bûn dirûşma azadiya jinan û hêza wan. Jin di nava civaka bakur û rojhilatê Sûriyeyê de, di ware siyasî de jî dikaribûn xwe îsbat kirin. Em dikarin kongre û konferansên ku li Rojhilata Navîn hatin lidarxistin mînak nîşan bidin.”

‘Hewldana me xwegihandina hemû jinan e’

Bêrîvan Yunis di dawiya axaftinê xwe de behsa kevneşopoyên hişmendiya mêr a li ser jinan kir û wiha got: “Em nikaribûn bigihîjin hemû jinan. Ji bo azadî û îradeyê demek dirêj pêwîst dike. Em tenê dengê xwe derxin têr nake divê em fikrên jinan û bedena wan rizgar bikin da ku bikaribin li ser vê bingehê xwe, malbat û civaka xwe bêhtir bi pêş bixin.”