Berdevka PYD’ê Sema Begdaş: Pêwistiya Sûriyeya nû bi diyalogê heye
Berdevka Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê têkildarî rewşa Sûriyeyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji me re axivî û tekez kir ku tenê bi diyalog û hevgirtinê, Sûriyeya nû ya demokratîk dikare were avakirin.
EBÎR MUHEMED
Qamişlo – Berdevka Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê Sema Begdaş têkildarî rewşa Sûriyeyê ya ji 27’ê Mijdarê ve ber bi hilweşandina rejîma Beşar El-Esad, pêvajoya piştî hilweşînê û gavên ku divê werin avêtin bo Sûriyeya nû, her wiha êrişên çeteyên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û komkujiyên ku niha li heremê pêk tîne ji ajansa me re axivî.
‘Pêla guhertinê ya li Rojhilata Navîn’
Sema Begdaş di destpêka xaftina xwe de got ku tevahî cîhan di van rojên dawî de rewşa Sûriyeyê dişopîne ji bo fêmkirina pêşerojê û wiha pê de çû: “Bi êrişa li ser Helebê re di 27’ê Mijdarê de pêvajoyeke nû li Sûriyeyê çêbû. Destpêkirina êrişa çeteyên “Heyet Tehrîr El-Şam (El-Nusra)” ne tenê planeke ku van koman dest pê kirine, planeke navdewletî ye ji bo guhertina Sûriyeyê. Wekî tê zanîn niha pêla guhertin û veguhertinê heye di Rojhilata Navîn de. Îro Sûriye jî beşek ji Rojhilata Navîn e û ji vê pêvajoyê bi bandor dibe ji ber ku êdî rejîma Beşar El-Esad hilweşiya.”
‘Pêvajoya piştî hilweşîna rejîma El-Esad’
Sema Begdaş da zanîn ku Rûsya û Îran nema dikaribûn parastina rejîma El-Esad bikin ji ber berjewendiyên xwe û wiha anî ziman: “Cîhan hemû çaverê ye û difikire gelo dê rewşa Sûriyeyê çawa bibe piştî ketina rejîmê. Piştgirên sereke yên vê rêjîmê Îran û Rûsya bûn. Di vê rewşa dawî de herdu hêz ger nebin bersiv dê nikaribin parastina wê bikin. Lawazbûn ango mijûlbûna Rûsyayê bi şerê Ukraynayê re her wiha Îran bi Îsraîlê re rê li pêşiya hilweşîna rejîma El-Esad vekir. Ji ber ku berjewendiyên wan ên cuda derketin holê û di daxuyaniyên fermî de ev yek hat diyarkirin. Di 13 salên borî de yên ku hiştin ev rejîm li ser piyan bimîne Rûsya û Îran bûn.”
‘Bikaranîna komên çete ji bo bo gihandina tevahî Sûriyeyê’
Sema Begdaş destnîşan kir ku hewldanên vekirina rê ji bo çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam heye tevî dîroka wê ya xwînî û wiha derbirî: “Gelek şîrove tên kirin gelo çima ev komên çete tên bikaranîn ji bo gihandina tevahî axa Sûriyeyê. Hewldanên xweşikbûn û başbûna wêneyê çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam heye ji gelek aliyan ve. Di xîtabên xwe de dibêjin pirsgirêkên me bi gelên Sûriyeyê re tune ye, em dixwazin em hemû bi hev re jiyan ku nêrînên erênî li ser wan were standin. Lê di koka xwe de her kes dîroka van komên çete dibîne. Di Iraq, Sûriye û Şengalê de tecrube hene û rastiya vê koma çete xuya ye.”
‘Tevgera siyasî û dîplomatîk’
Sema Begdaş diyar kir ku niha tevgereke siyasî û dîplomatîk heye, Sûriyeyê ber bi pêvajoya întîqalê ve bibe li gorî biryara 2254’an û wiha pê de çû: “Hewldan hene lê heta çi radeyê dê bigihîje serî hê jî ne diyar e. Rast e rejîm hilweşiya lê em nikarin bibêjin ku ewlekarî di demek nêz de çêbibe. Ji demek dirêj ve ye me rejîmê ji herêmên xwe yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derxistiye. Bêguman gelên herêmê bi giştî kêfxweş bûn ku ev rêjîm hilweşiya, ji ber ku her kesê gelek zehmetiyan kişand di salên dirêj de. Tevî hewldanên berdewam ên ji bo diyaloga bi rêjîmê re û avakirina Sûriyeya demokratîk û nêzî 13 salan li ser desthilatdariya xwe ma, dîsa jî hewl neda derfetên guhertinê bi kar bîne û gelên Sûriyeyê hemêz bike.”
‘Tirkiye naxwaze li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aramî hebe’
Sema Begdaş tekez kir ku Tirkiye ji valahiyên biçûk derfetê dibîne ji bo êrişkirina herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Li Helebê dema çeteyan êriş kir, dinyayê bi giştî dît çawa ala Tikriyeyê li ser keleha Helehbê bilind bû. Di hemwextî êrişa li ser Helebê de Tirkiyeyê bi çeteyên girêdayî xwe ve dest bi êrişek li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Li Minbicê êrişên dijwar hene, li Eyn Îsa komkujî li ser şêniyan çêbû, di encamê de hejmarek zêde kesên ku piraniya wan jin û zarok bûn, jiyana xwe ji dest dan. Ew naxwaze gelên herêmê bi aramî û ewlehî bijîn. Di vê pêvajoyê de behsa projeya Rêveberiya Xweser û doza Kurdan tê kirin loma ev êriş zêde dibin.”
Sema Begdaş bang li tevahî gelên Sûriyeyê, bi taybetî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku hevgirtî bin û wiha anî ziman: “Li ser bingeha projeya hevgirtin û wekheviyê em dikaribûn gelek destkeftiyan bi dest bixin. Em hêzeke ne ji rêzê ne li ser axa Sûriyeyê û ev ji bo pêşeroja me ye. Pêwîst e destkeftiyên me werin parastin, ev erk li ser milên me hemûyan e divê em şiyar bin li dijî şerê taybet ê bi fitne û tevliheviyê tê kirin. Hinek kes hene dixwazin herêmê ber bi xirabiyê ve bibin û pêwîst e gelên herêmê rê nedin wan.”
‘Em ji bo Sûriyeya demokratîk têdikoşin’
Sema Begdaş da zanîn ku ji destpêka şoreşa Rojava ve û heta niha bi taybetî weke PYD’ê her dem ji bo diyalogê amad bûn û niha jî amade ne û wiha bi dawî kir: “Em bi her kesê re ji bo diyagolê vekirîne, ji bo qezenckirina mafên gelên xwe û avakirina Sûriyeya demokratîk. Bêguman tecrubeya me ya 12 salan heye. Careke din em ê bi vî ruhî û berpirsyariyê têbikoşin. Bêguman pêwîst e gelên Sûriyeyê pêşeroja Sûriyeyê diyar bikin, li kêleka wê pêwîst e hêzên garantor hebin ji bo em bikaribin welatekî demokratîk ji bo tevahî gelên Sûriyeyê ava bikin. Pêvajoya nû hêviyê çêdike ku sîstemeke nû ya demokratîk ava bibe.”