Berdevka PYD'ê: Dewleta Tirk demografya Kurdistanê diguherîne

Berdevka Partiya Yekitiya Demokratîk PYD'ê Sema Begdaş siyaseta dewleta tirk a guhertina demografiya Kurdistanê nirxand.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo – Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan di Kanûna 2019'an de gotibû ku wê milyonek kes ango koçberên Sûriyeyê yên li ser axa Tirkiyeyê dijîn, di navbera Girê Spî û Serêkaniyê yên dagirkirî de bi cih bike û vê weke armanceke sereke ya welatê xwe bi nav kir. Li herêmên dagirkirî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê bi hezaran kesên ku ne xwediyên wê axê, lê bi cih kirin. Di heman demê de li Bakurê Kurdistanê jî koçberên Afgan û ji çend çînên din li herêmên Kurdan bi cih kiribûn, bi taybetî li Nisêbînê.  

Têkildarî siyaseta ku niha dewleta tirk dide meşandin Berdevka Partiya Yekitiya Demokratîk PYD'ê Sema Begdaş axivî.

'Komara Tirkiyeyê li ser qirkirina gelê Kurd ava bûye'

Sema Begdaş got ku komara Tirkiyeyê li ser qirkirina gelê Kurd hatiye avakirin û wiha domand: "Sedsaliya ku di ser avakirina komara Tirkiyeyê re derbas bû, di bingeh de li ser armanca qirkirina gelê Kurd li Kurdistanê bû. Piştî hevpeymana Lozanê û avakirina komara Tirkiyeyê êrîşên qirkirina siyasî, çandî, ziman, koçberkirina gelê Kurd û şewitandina gel û gundên wan zêde bûn. Li dijî azadîxwazên ku doza mafê xwe yê rewa kirin û dikin, hemû cureyên êrîşan didin meşandin. Dewleta tirk îro bi armancên stratejîk hewl dide împaratoriya Osmaniyan li herêmê vejîne. Nexşeriya ku Erdogan pêşberî hemû cîhanê derxist, plana dagirkirinê ji Helebê heta Mûsilê hat eşkerekirin ku wê van herêman tevlî sînorên Tirkiyeyê bike. Dagirkirina Efrînê jî parçeyek ji vê planê bû."

'Li herêman di bin nave 'Herêma ewle de' sûcan dike'

Sema Begdaş bal kişand ser dagirkirina her sê herêman, sûc û binpêkirinên li wir rû didin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Rewşa niha li herêmên dagirkirî tê jiyîn, pir aloz e. Herêmên ku bi hinceta 'Ewle' bike dagirkirin lê tenê di sînorên dagirkirinê de ev plan nebû. Roj bi roj sûc û binpêkirinên ku li wan herêman rû didin, zagonên mirovî û exlaqî derbas dike. Dema ku mijar dibe gelê Kurd, dewleta tirk hemû zagonên navdewletî û yên Tirkiyeyê bi xwe jî binpê dike. Guhertina demografiya ku li herêmên me yên dagirkirî dibe, bicihkirina niştecihan û hemû ziraviyên wê dikeve rêza sûcên şer û ev sûc li pêş çavên hemû cîhanê tên kirin."

'Kurd pêşengiya projeyên demokratîk dikin'

Sema Begdaş bal kişand ser encamnameyên hemû civînên Astanayê û wiha got: "Li ser bingeha çareserkirina krîza Sûriyeyê civîn tên lidarxistin lê di encamnameyên wê de dijberiya Rêveberiya Xweser û têkbirina projeya demokratîk a ku pêşkêş kirine, diyar dibe. Dewleta tirk a ku dijminatiyên wê yên dîrokî bi hin welatan re hene, di mijara Kurdan de tên ser maseya lihevkirine. Ji lewre dewleta tirk li her çar aliyên Kurdistanê êrîşên qirkirinê dide meşandin, baregehên xwe ava dikin, çekên qedexekirî bi kar tîne û herêman dagir dike. Armanca dewleta tirk ew e ku Kurd di sedsala 21'ê de jî nebin xwedî statu. Ji ber ku di Rojhilata Navîn de êdî bi pêşengiya gelê Kurd projeyên demokratîk, ku hevgirtina gelan xurtir dibe û dîroka gelan careke din vejîne bi, pêş dikevin. Projeya demokratîk ku li vir pêş ketiye, ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê de jî dibe nimûneyek."

Guhertina demografiya Kurdistanê

Sema Begdaş der barê guhertina demografiya ku li Kurdistanê çêdibe de wiha got: "Lîwa Îskenderûn ku parçeyek ji Sûriyeyê bû, dewleta tirk ew tevli sînorên Tirkiyeyê kir, ji bo Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê jî heman tiştî dixwaze. Gundên Kurdan şewitandin û gel koçber kir. Plana Erdogan ji Helebê heta Mûsil û Şengalê dirêj dike. Li şûna gelê resen ê wan herêmên dagirkirî êdî tirkmenan û malbatên çeteyan bi cih dikin ji bo ku di demên pêş de referandûmê çêbike û herêman tevli xaka Tirkiyeyê bike. Ji ber ku dewleta tirk peymana Lozanê wekî 'bêedaletiya' li hember tirkan pênase dikin, hewl didin bi guhertina demografiyê û dagirkeriyê ji nû ve xeyalên xwe zindî bikin. Ji Geliyê Zîlan, Nisêbîn Dêrsim û giştî Bakurê Kurdistanê heta Bakur û Rjohilatê Sûriyeyê, dewleta tirk ji mêj ve guhertina demografiya Kurdistanê daye destpêkirin lê belê niha lez daye."

'Ji bo pêkanîna hedefên xwe yên sedsalî çav ji dewleta tirk re digrin'

Sema Begdaş bêdengiya hêzên navdewletî li ser siyasetên dewleta tirk spart parastina rola ku NATO’yê daye Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn û wiha berdewam kir: "Bêdengî û razîbûna sazî û dezgehên hiqûqî û ferzkirina zagonan li ser dewleta tirk, xwe dispêre vê xalê ku tu dewlet berjewendiyên xwe pê re xirab nakin û dawî li wê rola pêkanîna planan di Rojhilata Navîn de naynin. Gelek sûcên dîrokî hene ku pêwîst e dewleta tirk li ser were cezakirin û darizandin. Di serî de Rûsya û Koalîsyona Navdewletî berjewendiyên xwe yên siyasî, aborî û projeyên wan ên sedsalî di Rojhilata Navîn de ku divê pêk bînin, her têkiliyên xwe bi Tirkiyeyê re diparêzin. Li ser sûcên ku tê kirin, pêwîst e dewleta tirk di dadgehên navdewletî derbas bibe lê diyar e ku tu dewlet ji bo berjewendiyên xwe, wê tu carî guh li gel nedin û wan nebihîsin. Ji ber şerê cîhan ê sêyemîn ku li dar e şerekî wiha ye ku di navbera hêzên desthilatdar û gelan de ye. Hêzên hegmon ji bo pêkanîna hedefên xwe yê sedsalî, dewleta tirk razî dikin."

Li dijî qirkirina sedsalê xurtkirina hevgirtina gelan û avêtina gavên pratîkî

Sema Begdaş girîngî da hevgirtina gelê Kurd di rûbirûna êrîşên qirkirina sedsalî de û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rêxistin û hevgirtin faktorek bingehîn bû ku li dijî êrîşan, gel bikaribe hebûn û nasmeya xwe biparêze û projeya xwe ya demokratîk ava bike. Hêviyên me ji hemû dewletan û di serî de hikûmeta Şamê qut in, ji ber ku li hember binpêkirinên çêdibin bêdeng man û nikaribûn helwest bigrin û gavên pratîkî bavêjin. Ancax gel bikaribin bi xurtkirina hevgirtina xwe, dawî li dagirkerî û guhertina demografiyê û êrîşên pê re rû bi rû tên, bînin. Divê di warê hiqûqî de em hîn bêtir binpêkirin û qirkirina jin û zarokan ku dewleta tirk jê berpirsiyar e, bi cîhanê bidin naskirin. Tenê bi ziman û daxuyaniyan dagirkeriya li Sûriyeyê bi dawî nabe divê hikûmeta Şamê gavên pratîk bavêjin, da ku em bikaribin bi hev re serkeftina projeya xwe ya demokratîk misoger bikin."