Berdevka Kongra Star: Em ê şoreşa xwe ji hişmendiya dagirker biparêzin

Berdevka Kongra Star Rihan Loqo derbarê êrîşên dewleta Tirk ên 23’ê Kanûnê de li dijî herêmê pêk aniye got: “Ev êrîşana li dijî jin, zarok û civakê sûcên herî mezin a şer e ku bi hişmendiya dagirker êrîşî herêmên me tên kirin.”

Qamişlo – Piştî 4’ê Cotmehê ku dewleta tirk êrişên xwe yê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kiribû, di 23’ê Kanûnê de cardin êrîşî binesaziya herêmê kir. Di encama êrişê de stasyonên petrol li navçeya Tirbespiyê û Dêrîkê hatin armancgirtin. Di heman demê de bîrên li stasyona û kargeha sererastkirina bîrên petrolê bi balafirên şer ve hatin armanc girtin. Hat hînbûn ku stasyon bi temamî ji xizmetê derketiye, derketina stasyonê ji xizmetê bandor li pompên gazê yên kehrebeya didin stasyona Siwêdiyê kir ku di encamê de gelek gund, bajarokên Çilaxa, navçeya Tirbespiyê û bajarê Dêrîkê bê kehrebe man.

Di derbarê êrîşên dewleta tirk ên di 23’ê Kanûnê de, Berdevka Kongra Star Rihan Loqo axivî. Rihan Loqo got, “Dewleta tirk ev ne cara yekem e ku êrîşî herêm, destkeftî û binesaziya herêmê dike. Dewleta tirk her ku tengav dibe û li Tirkiyê aloziyên mezin di Rojhilata Navîn û cîhanê de dijî, her car berê xwe dide şoreşa jin, destkeftiyên şoreşê û binesaziya gel. Em careke din bi navê rêxistina jin bêdengiya cîhanê li hember êrîşên dewleta tirk, rexne û şermezar dikin.”

‘Dewleta tirk bi rihetî nikarê êrîşî axa me bike’

Rihan Loqo desnîşan kir ku keç û xortên wan dikarîbûn mirovahî ji çeteyên mîna DAIŞ’ê xilas bikin  û wiha domand: “Li beramber kiryar û êrîşên dewleta tirk, em li vir peyam didin ku dewleta tirk bi rihetî nikare li ser ezimanê welatê me bi balafirên bê mirov û ya şer bigere. Em dibêjin dem dema heqîqet û wijdanê ye. Keç û xortên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû mirovahiyê parastin, bi ked, zanebûn û helwestên xwe karibûn îradeyek mezin ava bikin ku îro em bi rihetî li ser axa xwe dijîn, ji bo vê ked, zanebûn û hewildanê divê herkes bi wijdana xwe tevbigere û divê êdî kiryarên dewleta tirk li dijî herêmên me were sekinandin.”

‘Bi milyonan kes li ser van binesaziyan dijîn’

Rihan Loqo bal kişand êrîşên dewleta tirk li dijî binesaziya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha pê de çû: “Dewleta tirk di êrîşên xwe de cardin binesaziya herêmê armanc girt. Em êrîşên dewleta tirk li ser binesaziya civakê qebûl nakin. Dewleta tirk niha binesaziya gel ên mîna kehrebe, av, sawama armanc girtiye. Bi mîlyonan gel li ser van binesaziyan dijîn. Ev êrîşana li dijî jin, zarok û civakê sûcên herî mezin a şer e ku bi hişmendiya dagirker êrîşî herêmên me dikin.”

‘Piştî hevpeymana civakî êrîş dijwar bû’

Rihan Loqo diyar kir ku ew divê demê de destkeftiya şoreşê ya herî mezin mîna hevpeymana civakî îmze kirine û êrîşên dewleta tirk li dijî vê hevpeymanê wiha anî ziman: “Bi taybet êrîşên dewleta tirk li ser projeya netewa demokratîk a ku tevahî gel bi awayekî komînal, hevbeş, aram û azad dijîn, dike. Ev pergal roj bi roj mezin dibe û dibe îlham. Bi taybet ev êrîşên dewleta tirk piştên ku destkeftiyên mezin ku di şoreşê de bi dest xistiye, dike. Îro em kêliyên dîrokî dijîn ku beriya çend rojan hevpeymana civakî hate erêkirin, di heman demê de beriya çend rojan Kongreya MSD’ê pêk hat ku gelek biryarên girîng hatin standin. Hevpeyman, lidarxistina Kongre û avakirina pergala hevbeş zorê dewleta tirk a dagirker çû ku ev zorê di van êrîşan de îfade dike.”

‘Bi felsefeya jin jiyan azadî şoreşa xwe biparêzin’

Rihan Loqo herî dawî diyar kir ku ewê bi felsefeya jin jiyan azadî, li hember hişmendiya dagirker têbikoşin û wiha bi dawî kir: “Dewleta tirk nikare vê hêz, bawerî, sîstem û felsefê di vê civakê de bişkîne. Em ê bi ruhê jin jiyan azadî ku niha gelê me li dijî êrîşan qadanin têkoşîna xwe dom bikin. Em tevahî gel, dayik, jin û civaka me ku di siharê de li ser piyan in silav dikin. Em dibêjin bi felsefeya jin jiyan azadî şoreşa xwe berfireh bikin û şoreşa xwe ji hişmendiya dagirker biparêzin.”