Berdevka HDP’ê Ebru Gunay: Rovanşa hilbijartina 7’ê Hezîranê dikin

Berdevka HDP’ê Ebru Gunay bal kişand ser zextên li hemberî partiya wan û diyar kir ku dê HDP her dem li ba gelên ku mafên wan tên binpêkirin be û helwest nîşan bide.

Navenda Nûçeyan – Berdevka Partiya Demokratîk a HDP’ê Ebru Gunay li Navenda Giştî ya HDP’ê der barê mijarên di rojevê de nirxandin kir.

Ebru Gunay da zanîn ku desthilatdariya AKP’ê bi taybetî di van rojên dawî de bi awayekî sîstematîk zagona bingehîn îhlal dike, bal kişand li ser doza girtina partiya wan û wiha got: “Doza girtinê ji roja yekem ve heta niha, hemû pêvajo ji serî heta dawî bêhiqûq e û bi binpêkirina zagona bigehîn tê pêkanîn. Herî dawî bi blokekirina hesabê xezîneyê û dozgeriyê parastina bi gotinî ya ji bo serdozegeriya komarê, careke din diyar kir ku AKP hiqûqê binpê dike. Blokekirina hesabê hiqûqnasên bi rêz û hesabên me û biryara doza girtina partiya me ne hiqûqî ye. Di serî de civak û bi rastî di vî welatî de hiqûqnas jî dizanin ev pirsgirêk ne ya hiqûqnasane, em dizanin pirsgirêkek siyasî ye.” 

‘Dozger talîmat girt û erka xwe xirab bi kar anî’

Ebrû Gunay diyar kir ku biryarên li dijî partiya wan ji qesrê digrin, zimanê serlêdana serdozgeriya bilind vê yekê îspat dike û wiha domand: “Biryara blokekirina hesabên alîkariya xezîneyê yên partiya me li ser fermana Qesrê hat dayîn. Zimanê daxwaznameya Serdozgerê Komarê ya Dadgeha Bilind bi xwe îspata vê rastiyê ye. Min di jiyana xwe de daxwaznameyeke wiha nedîtiye. Bila kesek xwe nexapîne ji ber ku ev daxwazname serdozger amade nekiriye. Gelo ji kengî ve ye dozger ne îdiayan lê tawanbariyan dikin. Jixwe daxwaznameyeke di çarçoveya hiqûqê de nîn e. Mîna metna civîna koma îqtîdarê ye. Hêja doza girtina partiyê bi dawî nebûye ku dozgerê bi rola nivîsvaniya qesrê rabû piştî mutalaaya devkî daxuyaniyê dide çapemeniyê. Gelo we li ku dîtiye dozgerek daxuyaniyê dide çapemeniyê? Vê jî bi kêfxweşiyeke mezin dike. Wisa diaxive dê bibêjî qey ne dozger lê berdevkê îqtîdarê Devlet Bahçelî ye. Devlet Bahçelî wê rojê axivî. Dozger teqez alî digire, ferman girtiye û peywira xwe xerab bi kar aniye. Pêşniyara min bo wî ew e ku bila li fakulteyeke hiqûqê dîsa qeyda xwe çêbike û dîsa hiqûqê hîn bibe.”

‘Di îdianameyê de rovanşa hilbijartina 7’ê Hezîranê heye’

Ebru Gunay bîr xist ku hewl tê dayîn HDP ji bo hilbijartinan di şert û mercên dezavantaj de lîstikeke şanoyê ye ku dixwazin beriya hilbijartinan HDP’ê bixin rewşeke nebaş. Îspata vê ya herî mezin jî blokekirina hesabên alîkariya xezîneyê ye û wiha domand: “AYM’ê nikaribû xwe li ber zextên siyasî bigre û bêyî sedemek nîşan bide daxwaz qebûl kiriye. Em îdianameya dozger weke rovanşa serkeftina HDP’ê ya 7’ê Hezîranê dibînin. Di vê îdianameyê de mafê nûnertiyê yê gel tune hatiye hesibandin. Aciziya wan a ji nûnertiya gelê Kurd, civaka elewî, muxalîfan a li meclisê ye. Daxwaza betalkirina statuya hemwelatiyê ya gelê me û hilbijêrên me ye. Ev biryar, bi vekirî nîşan dide ku bloke danîne ser biryar, tercîh û nêrîna siyasî ya hilbijêrên HDP’î. Di hilbijartina 7’ê Hezîranê de li pêşiya me bend hebûn lê me hilweşandin. Ma hûn dê niha bikarin bi doza girtinê û bi mueyîdeyên aborî me bidin sekinandin? Rawestandina gelekî tiştekî wisa hêsan nîn e. Têkoşîneke ku ji xwe bi xwe çêdibe û mezin dibe dê bi qedexeyên we biçûk nebe. Em tevgereke gel in, bi hêza gel hene û bila kesek vê ji bîr neke. Gelo ma we qet dîrok nexwendiye? Li rabûrdiyê binêrin, li kevneşopiya me baş binêrin. Ji HEP’ê heta niha têkoşîna me ya demokratîk milîmek jî şaş nebûye. 

‘Em gav şûnde navêjin’

Ebru Gunay bang li yên ku dixwazin HDP’ê bigrin kir û got: “Yên ku hewl didin HDP’ê bigrin bila vê yekê baş bizanin; tu astengî nikarin vê kevneşopiya siyasî biçûk bikin. Berevajî vê, mîna aşûtê roj bi roj mezintir kir. Me çawa ku tarîtî kibrîtê ji holê rakiribe û ev piştî bi salan di destê milyonan de veguherî be çirayê; em jî bi mîras û bi cesareta rabûrdûya xwe û hêza gel roj bi roj mezintir dibin. Tifaqa AKP-MHP’ê ji bo ku muxalefetê bêdeng bike ji destpêkê ve êrîşî HDP’ê dike. Lê mixabin maseya şeşling a ku dixwaze bibe îqtîdar ji vê berpirsyariya dîrokî pir dûr e. Em helbet ji kesê demokrasiyê  pars nakin, em weke partiyek siyasî her peyva ku ji bo gelê xwe bi kar tînin, di heman demê de wê berbijêrên me tercihên xwe hibijêrin.”

Banga ji bo partiyên muxalif

Ebru Gunay di axaftina xwe de bang li partiyên muxalif kir û got: “Pêvajoya hilbijartinê ya pêşiya me dê di nava şertên gelek bêedalet de derbas bibe. Li rexekî Tifaqa Cumhur a ku bi saya bacên me hemû derfetên dewletê bi kar tîne, li rexa din jî partiyên muxalefetê ku rastî hemû cureyên zext û astengkirinê tên hene. Lewma em dîsa bang li partiyên muxalefetê dikin ku qet nebe ji bo ‘ewlehiya hilbijartinê’ û li dijî manîpılasyonan em bên ba hev û ji bo ku hilbijêrên me biçin ser sindoqê û dengê xwe di nava aramiyê de bidin hevkariyê bikin. Avakirina platforma ewlehiyê ya hilbijartinê em nebe nabe dibînin. Hêvîdar im muxalefet bersiveke aqilane bide vê pêşniyara me. 

Demokrasîtî tê lîstin’

Ebru Gunay destnîşan kir ku wan daxwaza hevdîtinê ya ji bo teklîfa guhertina makeqanûnê ya AKP’ê red kirine û wiha got: “Li cihekî ku azadî ewqas hatine bisînorkirin, rewş roj bi roj xerabtir dibe û destkeftiyên demokratîk ewqas tên tunekirin de teklîfa têkildarî hîcabê ji bo çareserkirina pirsgirêkên azadî û demokrasiyê pir dûr e.” Ebru Gunay bi bîr xist ku di van demên dawî de ku zextên li dijî partiya wan zêde bûne de, ew bi daxwaza randevûyê ‘lîstoka demokrasiyê’ dilîzin.