"Bêdengiya rejîma Baas û hevkariya dewletan dibe sedema gurkirina şeran"

Endama Meclisa Edaleta Jin a Civakî ya herêma Firatê, Felek Yusif li gefên dewleta tirk li ser herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê- Rojava û geşedanên dawiyê nirxandin kir û diyar kir ku hevdîtinên serokên dewletan dibe sedema şer, pevçûn û geşkirina aloziyê.

DILUCAN BOZÎ
Kobanê- Di merheleya tê jiyîn de geşedanên girîng di warê siyasî, leşkerî û civakî de çêdibin. Rojhilata Navîn û bi taybetî her çar parçeyên Kurdistanê jî roleke girîng di van geşedanan de dilîzin. Li hemberî polîtîkayên xitimandinê yên li ser bingeha parastina pergala desthilatdar tê avakirin, ne tenê hêzeke siyasî di heman demê de şoreşeke civakî bi xwe re li dar xistiye. Şerê îro yê ku li herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava tê kirin, ji krîz û qeyrana ku di aliyê hêzên pergala kaptalîst de bi domdarî rû dide û rê li pêşiya çaresiya pirsgirêkan digre ne cuda ye. Dewleta tirk û hevkarên wî ji bilî şer, talan, qirkirin, tacîz, tecawiz, kuştin û şerê derûnî bi xwe re tiştekî din nakin. Di van deman de bi taybetî dewleta tirk şerê taybet û şerê derûnî li herêmê bi kar tîne, herî zêde yê ku bandora xwe li civakê bike şerê derûnî ye. Dewletên navneteweyî dixwazin bi şêweyê desthilatdariya mêr mêjiyê civakê dagir bikin, ji xwezaya wê dûr bixe. Ev kiryar û hişmendî êdî li dijî tekoşîna jinan û vîna gelan her roj xwe zindî dike. Li hemberî vê hişmendiyê û gefan gelê herêmê şêwazê şerê gelê şoreşgerî daye destpêkirin, tenê bi şerê gelê şoreşgerî li hemberî kiryarên dewleta tirk mirov dikare bisekine û pergala AKP-MHP'e hilweşîne. Bi pêşketina projeya gelan a avakirina civakek azad û wekhev a li ser hîmê azadiya jinan û pergala Neteweya Demokratîk re, hevgirtina gelan bê çêkirin û li ser bingeha xwe kûrkirin, bi rêxistinkirin, destkeftiyên xwe parastin û mayindekirin e. 
Felek Yusif Endama Meclisa Edaleta Jin a Civakî ya herêma Firatê bersiva pirsên ajansa me dan.
Çima dewleta tirk her tim destkeftiyên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava ji bo xwe weke gef dibîne?
Wekî tê zanîn şoreşa Rojava şoreşa projeya neteweya demokratîk e, dewleta tirk û tevahî dewletên ku desthiladariyê li ser cîhanê didin meşandin û bi hişmendiya baviksalarî ya kirêt ku tu zagon napejirîne wan gelan dikin koleyê pergala xwe. Ji dema ku ev dewletên dîktator hatine avakirin ve, ji wê demê û heya niha jî tevahî gel bindest kirin û li ser hesabê xwîna kesan xwe didin jiyîn. Dewletên serwer gel dûrî çand, exlaq û nirxan xistine, bi taybetî em wek gelê Kurd niha di vê astê de dijîn, hewldanên wan hene ku nirxên me yên herî pîroz binpê bikin û çanda me asîmîle bikin. Ev yek niha li ser gelê Kurd tê meşandin û rojane em rastî êrîşan tên. Kurdistan parçe kirin, parçeyê herî mezin jî niha di destên dewleta tirk de ye. Li Rojavayê Kurdistanê jî projeya neteweya demokratîk di nava hemû pêkhateyên herêmê de hatiye avakirin û pêkanîn. Ev proje jî li dijî pergala desthiladarî, dîktator û hişmendiya dewletên navdewletî ye. Tevahî dewletên hegemonîk projeya neteweya demokratîk ji bo xwe xeter dibînin û vê projê jî napejirînin.  Komploya navdewletî ku di sala 1998'an de li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hat meşandin, di roja îro de jî li ser gelê herêmê û bi taybetî li ser gelê Kurd tê kirin."
Êrîş û dagirkeriya dewleta tirk bênavber li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava berdewam dikin. Gelo çima rejîma Sûriyeyê li hemberî van kiryar û gefan helwesta xwe nîşan nade?
Pergala rejîma Baasê ji van dewletên navdewletî ne dûr e, ew yek ji dewletên ku Kurdan qebûl nake û naxwaze Kurd bibin xwediyên statu ye. Li gorî wê li ser rûyê erdê divê nasnameya Kurdan tune be, ger hebe jî divê di bin desthiladariya rejîma Baasê de be. Dewlet xwe li ser yek rengî didin avakirin, ewqas gel li Sûriyeyê jiyan dikirin mafê wan tunebû, yek ji wan Kurd in. Dema mirov bala xwe dide siyaseta van dewletên din wê mirov bibîne ku hevkariya wan bi hev re heye. Di rastiyê de em niha dibînin ku du dewletên navdewletî li dijberî hev in lê dema mijar dibin em Kurd wê demê ne dijberî û ne jî nakokî di navbera wan de dimîne. Qirkirina me gelê Kurd û qedera gelê Kurd ketiye destên van dewletan de ye, îro dewleta ku tezkereya du sal ku li dijî QSD'ê şer bike, wê demê ev hevkarên hev dixwazin dawî li projeya me bînin û li ser xwîna Kurdan xwe bidin jiyîn. Ji ber ku mafê gelan di Sûriyeyê de tunebû, yan jî hatibû tunekirin êdî gel ev yek tehemul nekir, ji bo vê alozî di Sûriyeyê de çêbû, paşê ji asta aloziyê jî derket. Li Rojava ev yek bû derfet ku em jî ji hişmendiya rejîma Baasê rizgar bikin, me jî wek gelê Kurd şoreşek li dar xist, paşê hemû pêkhateyên herêmê bi hev re çeteyên DAIŞ'ê tune kirin. Niha em bala xwe bidin herêmên dagirkirî, rewşa vî gelê çawa ye, çi tê bi serê vî gelî, wê demê diviyabû ku rejîmê rola xwe bilîsta û helwesta xwe li hemberî dewleta tirk nîşan bida lê mixabin ev yek ji aliyê rejîmê de nehat kirin û heya roja îro jî gefên li ser axa Sûriyeyê tên kirin tu helwest ji aliyê hikumeta Sûriyeyê ve nayên dayin."
Gefên dewleta tirk di serî de li ser Kobanê û herêmên din ku niha di rojevê de ye, wê heya kîjan astê bi xwe re encaman bîne?
Li dijî gefên li ser herêmê divê şerê gelê şoreşgerî bê pêkanîn, ev gefên ku li ser herêmê tên kirin ji wan gefên beriya şoreşê ne cuda ye hemû bi hev ve girêdayî ne, ji ber yek hişmendî li hemberî Kurdan tê bikaranîn. Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve heya niha jî her roj bênavber, kiryarên dewleta tirk li ser axa Sûriyeyê tê kirin, bi xwe re gelek nakokî û tevlihevî anîn.
Armanca van kiryaran jî ku çawa tevahî pêkhateyan ji hev dûr bixe, aloziyê hê geştir bike û di serî de Kurdan qir bike û li şûna wan jî çeteyan bi cih bike, ji bo van çeteyan li gorî berjewendiyên xwe bi kar bîne û li gorî xwe projeyan pêk bîne. Ev êrîş û gefên ku em ji dewleta tirk dibînin jî yek jê dixwaze tola çeteyên xwe ji me hilîne û tola wan rake, netehemulkirina wî ji binkeftina Kobanê re dihêle ku careke din şerekî nû bidin destpêkirin. Em dikarin wiha bi nav bikin şerê terorê ku li Kobanê heya Baxozê yek ji xeyalên Erdogan bû lê ev xeyal li gorî ku pergala AKP-MHP'e dixwazin pêk nehat, vêca dixwaze di navenda Kobanê de şerê tunekirina Kurdan dest pê bike. Di heman demê de nexşaya xwe xêz kiribûn û niha careke din nexşeya xwe xêz dike ku wê ji Helebê heta Laziqiyayê, li vir mirov dikare bibêje ku hema hema sê tilt ji axa Sûriyeyê niha hatiye dagirkirin û tê dagirkirin li hemberî vê rejîmê bêdeng e û rola xwe tune ye. Em gelê Kurd bi girêdana axa xwe re am hatine naskirin, em xwedî li çanda xwe derketin tên naskirin. Li beramberî her cure desthiladarî me serî netewandiye. Em ne tenê vê berxwedanî û têkoşînê ji Kurdan didin meşandin, em ji bo hemû kesên azadîxwaz vê şoreşê didomînin."