“Bêdengiya aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê metirsiyek mezine”

Endama Tevgera Azadî ya Başûrê Kurdistanê Rehîma Hemîd li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê bertek nîşanî bêdengiya aliyên siyasiyên başûr da û got: “Ger Kurd yek rêz û yek helwest nebe wê rewşa Başûrê Kurdsitanê gelek xirab bibe.”

Silêmanî - Endama Rêveberiya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê ya bajarê Kerkuk Rehîma Hemîd di derbarê êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê ji ajansa me re axivî. Rehîme da zanîn ku pilanên dewleta tirk li ser başûr domdare û wiha dewam kir: “Demdirêje pilana dagirkeriyê li ser xaka Kurdan heye. Niha ji berxwedanek bê hempa li her çar parçeyên Kurdistanê heye. Ew berxwedana li Başûr li herêma Garê, Metina, Zap û Avaşîn, eta digihe Amed û Bakurê Kurdistanê berdewame li dijî êrîşan li pey hev û pilanek gelek qirêj û metirsiyê li ser Başûrê Kurdistanê dide çêkirin. Hewceye aliyên siyasî di ferqa vê metirsiyê debin û li hemberî rewşa heyî bêdeng nemînin.”
“Li hemberî dagirkeriyê pêwîstî bi dengê hevpar heye”
 
Rehîma bal kişand ser metirsiya mezin a li ser Başûrê Kurdistanê û li hemberî wê bêdengiya aliyên sîyasî yên Başûrê Kurdistanê û wiha dom kir: “Hinek caran di ragihandin û torên civakî de dengek yê nerzîbûnê derdikeve û daxuyanî tên belavkirin. Lê belê ev yek têr nake û encamek derbikeve. Welatî ji ber deshilata heyî nikarin bi wêrek bêjin em Kurdin û em dagirkeriya dewleta tirk na pejirînin. Qet welatek û netewek vê yekê na pejirîne ku dijmin were xaka wan dagir bike. Dewleta Tirk ji 30 kilometreyan zêdetir xaka Başûrê Kurdistanê dagir kiriye. Em hêvîdarin êdî layenên siyasî dengê xwe derxin.”
Rihan da zanîn ku dewleta Tirk hewil dide DAÎŞ’ê zindî bike û wiha got: “Êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê nêzîkî bajarê Kerkuk û navçeyên dewr û ber tirs xistiye nava hemwelatiyan. Bi taybet sala 2014’an ji Dibis, Daqoq, Beşîr heta digihe Kerkuk û Pirdê êrîşên çeteyên DAÎŞ belavbûn. Heman pilana dewleta Tirk ku destwerdanê dike. Nabe ku gelê Kurd bê deng be, pêwîste her kesê dibêje ez Kurdim xwedî li xak û welatê xwe derbikeve û çalakiyan li darbixin. Pêwîste aliyên siyasî xwe rêxistin bikin xwedî helwestbin daku bikarin pêşî li vê dagirkeriyê bigirin. Ji ber Kurd yek rêz û yek helwest nebe wê rewşa Başûrê Kurdsitanê gelek xirab bibe.”