Ayşegul Dogan pîvanên namzetiya hilbijartinên xwecihî eşkere kir

Berdevka Partiya HEDEP'ê Ayşegul Dogan, diyar kir ku der barê biryara Dadgeha Bilind a guhertina navê HEDEP'ê de partî dê tenê kurtenavê xwe biguhere û hûrgilên pêvajoya namzetiya hilbijartinên xwecihî jî parve kir.

Enqere - Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Ayşegul Dogan, di civîna çapemeniyê ya heftane ya li Meclîsê de geşedanên rojevê nirxand. Ayşegul Dogan a di destpêka axaftina xwr balkişand li ser hevdîtinên bûdçeyê, dest nîşan kir bûdçeya sala 2024'an jî di rojeva Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya partiyan de ye û diyar kir budçeya ku tê payîn îro bi dawî bibe budçeya sermaye, şer û bêmalî.

‘Daxwaz û îtîrazên civakî di vê budçeyê de nînin’

Berdevka partiyê Ayşegul Dogan a qala hevdîtinên budçeya navendî yên sala 2024’an ku li Komîsyona Plan û Budçeyê berdewam dike kir, anî ziman ku budçeya tê amadekirin “budçeya şer û sermayeyê ye” keda bi milyonan welatiyên ku bi keda xwe debara xwe dikin di vê budçeyê de nîne. Dogan, bi lêv kir ku di budçeya tê amadekirin de gel nîne û wiha axivî: “Daxwaz û îtîrazên civakî di vê budçeyê de nînin. Çi heye? Rant heye, ji bo şîrketên alîgir teşwîq heye, zem, faîz û ji bo hin tarîqet û cemaetan pere hene. Ji ber vê yekê em navê vê budçeyê dikin budçeya sermaye, xizanî, şer û alîgiran.”

Ayşegul Dogan, li ser êrişên li dijî gelê kurd, zimanê kurdî û Kurdistanê jî sekinî. Ayşegul Dogan, bal kişand ser nîşaneyên ku wê di dema nû de êrîşên bi vî rengî rû bidin û wiha got: “Cenazeyên bi kargoyan radestî me tên kirin, heke em bi tenê li rejîma qeyûm jî binerin, pêkane ku şêweyê zelal ê vê dijminatiya kategorîk bibînin.”

‘Biryarên DMME’YÊ Û AYM’ê pêk bînin’

Ayşegul Dogan, bal kişand ser gotinên Wezîrê Karên Hundir Hakan Fîdan ên di dema hevdîtinên budçeyê de têkildarî biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) anîn ziman û bang li rayedarên desthilatê kir ku biryarên DMME’yê û AYM’ê pêk bînin. 

‘Komployên li dijî partiya me bê navber dewam dikin’

Berdevka Partiyê Ayşegul Dogan di berdewama axaftina xwe de têkildarî îtîraza wan a li dijî biryara Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind a derheqê kurtenavê partiya wan HEDEP’ê de axivî. Ayşegul Dogan, diyar kir ku komployên dadgeriyê yên li dijî kevneşopiya ku li ser bingeha wan hatiye avakirin dewam dikin û got: “Komployên li dijî partiya me bê navber dewam dikin. Ez ê biryareke nû ya komployê parve bikim. Biryareke nû ya ku Dadgeha Bilind daye. Me di 15’ê cotmehê de li dijî her cure astengkirin, zext û zorê kongreyeke girîng li dar xist. Me di kongreyê de navê partiya xwe bi kurtenavê HEDEP’ê weke Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan guhert. Me çima pêdivî bi vê yekê dît. Ji ber ku doza girtina li dijî HDP’ê dewam dike û rîsk hebû ku nikaribin bikevin hilbijartinê, weke Partiya Çepên Kesk em ketin hilbijartinên dawî. Gelo em niha bi çi re rû bi rû ne. Çend meh beriya hilbijartinên herêmî, di dema ku kongreyên me yên navçe û navçeyan dewam dikirin de, çend roj beriya serlêdanên bernamzetiyê yên me, ji aliyê Buroya Siyasî ya Dadgeha Bilind ve ji bo kurtenavê partiya me HEDEP'ê îtiraz hat. Em matmayî man? Naxêr, neman. Hewldaneke nû ya ku têxin bin pençikê darazê ye.

‘HADEP yek ji kevirên girîng ên têkoşîna me ye’

Em bînin bîra xwe HADEP hatibû girtin. Ji ber vê yekê ne pêkane ku navê her du partiyan were tevlihev kirin. Qanûnê dibin û tînin dibêjin dişibe HADEP’ê û dixwazin em navê xwe biguherînin. Dozgerî dibêje ‘heke ev biryar neyê bicihanîn û daxwaza me li ber çavan negirin û dema me diyarkirî de guhertinên pêwîst nekin em ê doza hişyariyê li AYM’ê vekin’ bi vê yekê gefan li me dixwin. Dixwazin em têkildarî rêziknameyê de hin guhertinan bikin, HEDEP derveyî îtîrazê ye. Têkildarî doza girtinê ya HADEP’ê Tirkiye neheq hate dîtin û hate mehkûmkirin. Elbet em kevneşopiya ku jê hatine înkar nakin. HADEP yek ji kevirên girîng ên têkoşîna me ye.

‘Bi mudaxileyê dijhiqûqî hewldidin pêşiyê li me bigirin’

Kesên dixwazin bi awayekî fîîlî AYM’ê bigirin, hewl didin beriya hilbijartinên herêmî me jî têxin rewşeke zor de. Em ji vir ji kesên me dişopînin, deng didin, dilê wan bi re ye bi bîr bixin ku nikarin çavên me bitirsînin. Li dijî van her cur bergiriyên me hene. Em dizanin HEDEP dişibe çi û ji kîşan şibandinan ditirsin. Em di ferqa van de ne. Ji înad, israr, dest jê neberdana me û ternekirina me ya qada siyaseta demokratîk ditirsin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan tenê ne partiyeke, ne HEDEP e. Ji ber vê yekê bi mudaxileyê dijhiqûqî hewldidin pêşiyê li me bigirin. 

‘Tenê dê kurtenavê me HEDEP were guhertin’

Em ê ji niha şunde çi bikin. Em ji Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind re bêjin. Ji niha şunde bila ji bo îtîrazên xwe yên weke vê rêbereke bikaranînê jî lê zêde bike. Em dixwazim ji vir ragihînim ku ji bo beriya hilbijartina herêmî tu rîskan negirin dest bi xebatên xwe kirine. Têkildarî xalên tên xwestin dê hin guhertin bên kirin. Ev dê tenê di sînorên ku Dadgeha Bilind xwestin de bin. Ji bilî van tu guhertinên din nayên kirin. Em ê vê di demekî kurt de bikin. Dîsa ji bo kurtenavê nû yê partiyê jî xebatên me didomin. Navê partiya me yê dirêj Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan nayê guhertin, tenê dê kurtenavê me HEDEP were guhertin.

Hilbijartinên Xwecihî

Ev biryara hatiye ragihandin dide nîşandan ku ji serkeftina partiya me ya hilbijartinên herêmî ji niha ve ditirsin û bi hemû amûrên di destên xwe de dest bi êrişê kirin. Çima ditirsin? Ji ber ku di feraseta me ya rêveberiyên herêmî de rant, nelirêtî, bêûsûlî û talan nîne. Feraseta demokratîk, azadîxwaziya zayendî û ekolojîk heye. Ked heye, li gorî pêdiviya çavkaniyan bikaranîn heye. Tevkariya gelan a di pêvajoyên biryarê de heye. Ji ber vê yekê ditirsin.

Girînga hilbijartinên xwecihî

Ev hilbijartin ji bo me çima girîng in? Ji ber ku hemû şaredariyên me yên di hilbijartinên herêmî yên 2014 û 2019’an de bi qeyûman ji me girtin em ê paş ve bigirin. Hevşaredarên me bi awayekî bêhiqûqî tevî vîna gelan girtin, sirgun kirin, bajarên me bi her tiştê wan re hatin talankirin, mafê bajêr, mîrateya çandinî û dîrokî, avadaniya demografik tune hate hesibandin.

‘Divê hemû kes ji rejîma qeyûm re bêjin na’

Ez niha dixwazim ji vir ji rayagiştî re bangekê bikim. Ji bo mafê xwe yê bajaran em neçarin ku heta 31 adarê bênavber bi şev û roj bixebitin. Divê tiştên bi darê zorê ji me girtin bi israr û înada xwe em jinûve bidest bixin û vîna gel jinûve radest bikin. Bila kes bi rejîma qeyûman gefan li me nexweş. Em destûrê nadin vê yekê, em ê dest ji nirx, rêgez û demokrasiya herêmî bernedin. Em teqez qeyûmên ku şaredariyên me weke ganîmet dibînin û polîtîkayên dijminatiya kurdan pêk bînin ji bajarên xwe biavêjin. Em ê şaredariyên xwe azad bikin. Divê herkesên ji heq, hiqûq, mafê hilbijartinê re rêzê digire ji rejîma qeyûm re bêjin na. Hewce nake ku ji bo vê piştevan, endam, dilxwazên HEDEP’ê bin. Herkesên demokrasiya Tirkiyeyê dixwazin divê bi heman awayî berpirsyartiyê bigire ser xwe.”

‘Em ê namzetên xwe bi mutabaqateke berfireh diyar bikin’

Dirûşmeya me ya serdema nû dê bibe şûna bide windakirin û bide qezenckirinê dê bibe qezenckirin. Ji ber vê yekê li her cihên ku em partiya yekemîn û duyemînin dê bi namzetên xwe bikevine hilbijartinê. Em bi şandina qeyûman nesikinin, bi polîtîkaya qezenckirinê tevbigerin. Têkildarî vê mijarê xebat û nîqaşên me berdewam dikin. Em ê namzetên xwe jî bi mutabaqateke berfireh diyar bikin. Em ê namzetên xwe bi endamên Meclisa xwe, endamên partiyên me yên pêkhate, kesên ji berê ve di rêveberiya me de cih girtine, rêveberiyên me yên ked dane, malbatên me, rêxistinên girseyî yên demokratîk û bi tevlibûna herkesên ji bo bajêr kedê didin diyar bikin. Em ê sindoqan deynin û namzetên xwe bi hilbijartinê diyar bikin. Hurgiliyên têkildarî rêbaza hilbijartinê dê Koordînasyona me ya Hilbijartinê ya Navendî û Desteya Rêveberiya Herêmî di demekî nêz de aşkere bike.

Bang li jin û ciwanan hat kirin

Pergala hevserokatiyê pergaleke ku em weke destkeftiya jinan û demokrasiyê dibînine. Em qet dest ji vê pergalê bernadin. Ne tenê di hevşaredaran de di heman demê di endamên meclisê û hemû astên rêveberiyê de weke heta roja me, em ê bi rêgeza temsiliyeta wekhev tevbigerin. Em ê dîsa israr bikin ku hemû gel, bawerî û nasname di rêveberiyên herêmî de bibin xwedî gotin û biryar. Serlêdanên me yên bernamzetiyê dê di 27’ê mijdarê de dest pê bikin. Serlêdan dê du hefteyan heta 10’ê kanûnê berdewam bikin. Bi taybetî dixwazim bang li jinan û ciwanan bikim. Serlêdanên me yên bernamzetiyê berdewam dest pê dikin. Em dixwazin herî zêde jin û ciwan serî lê bidin. Ji kerema xwe ji bo ku di mekanizmaya rêveberiyên herêmî ya yekane partiya muxalefetê ya herî rast cih bigirin serlêdanên xwe bikin. Werin em bi hev re qezenc bikin û bi hev re bi rê ve bibin.”