Ayşegul Dogan: Darbeya siyasî 7 sal in bênavber didome

Berdevka HEDEP'ê Ayşegul Dogan, diyar kir darbeya siyasî ya li dijî HDP'yiyan 7 sal in didome û got: "Ev operasyon êdî ji bûyîna pêla operasyonên tenê li dijî HDP'yiyan an jî yên li HDP'ê siyaset kirine an jî dixwazin bikin, derket.”

Navenda Nûçeyan – Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Ayşegul Dogan, di civîna çapemeniyê ya li avahiya partiya xwe de derbarê rojevê de nirxandinan kir. Ayşegul Dogan a bal kişand li ser operasyonên "qirkirina siyasî" yên di 4'ê Mijdara 2016'an de pêk hatin, diyar kir ku ev ji bo vê dîrokê bi bîr bînin, nedin ji bîr kirin û careke din tekez bikin, vê civîna çapemeniyê li dar xistin e.

'Hûda Kaya ji aliyê darbekarên 28'ê Sibatê ve jî hatibû hepskirin'

Ayşegul Dogan, diyar kir ku ewil îradeya gel hat desteserkirin û piştre doz hatiye vekirin û da zanîn ku ev doz ji bo girtina HDP'ê bûye wek hincet hat bikaranîn. Ayşgül Dogan wiha axivî: “Em dibînin ku ev hewldan hê jî didome. Bi vê doza hatiye amadekirin re, em dibînin ku çima ew hîn jî berdewam e. Ji ber ku çend roj berê parlamentera me ya berê Huda Kaya hatibû binçavkirin û girtin. Dema ku me weke rojnameger bi Hûda Kaya re hevpeyvînek kir, wê mexdûriyeta ku di 28'ê Sibatê dîtibû vedigot. Ew bi hêvî û kelecan bû, ji ber ku wê bawer dikir ku bi wê mexdûriyetê re rûbirû bibin. Lê îro Huda Kaya ku herî dawî ji aliyê darbeya 28ê Sibatê ve hat girtin, ji aliyê hikûmetê ve dîsa ket girtîgehê. Ew desthilatdara ku bi îdiaya wan rojên 28’ê Sibatê biguherîne derket rê, îro heman pêkanîna xistiye dewrê û xedartir bûye.

'Em behsa darbeyeke siyasî ya ev 7 sal in bênavber didome dikin’

Ayşegul Dogan, anî ziman ku ew behsa darbeya siyasî ya ev 7 sal in bênavber berdewam dike dikin û wiha got: “Em behsa operasyona îmha û hilweşandina partiyekê dikin. Ji bo vê em ji Doza Kobanê re dibêjin Doza Komploya Kobanê. Siyasetmedarên me tevî demên dirêj ên girtinê jî di girtîgehê de ne. Yanî biryarên DMME û Dadgeha Destûra Bingehîn nayên naskirin. Ev pêlên operasyonê ne tenê li dijî partiya me û siyasetmedarên me, li tevahiya welat belav bûye û her kes dikeve ber pêla binçavkirin û girtinan.”

‘Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, ne mimkûn e ku Tirkiye jî demokratîk bibe’

Ayşegul Dogan destnîşan kir ku siyaseta partiya wan HEDEP’ê jêvengerî ye, enyad û têkoşîna bi biryardarî ye û ew ê her qada siyasetê têkoşîna xwe ya bi biryardarî û mafdar bidomînin. Ayşegul Dogan bal kişand ser çareseriya pirsgirêka kurd û got: “Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe, ne mimkûn e ku Tirkiye jî demokratîk bibe. Ya esas ew e ku pirsgirêka kurd pirsgirêka nedemokratîkbûyîna Tirkiyeyê ye. Ji nedîtî ve tên û pirsgirêkê çareser nakin. Ne mimkûn e ku ewqas sal û zeman nehatibe fêmkirin. Yên ku tehamûlî mezinbûna siyaseta demokratîk nakin û yên ku ji siyaseta demokratîk aciz dibin, dixwazin xwe li ser konsepta şer li ser pêya bigirin.”