Ayşe Acar Başaran: Bi fezlekeyan dixwazin hişmendiyek ava bikin

Di pêvajoyên dawî de li hemberî wekîlên HDP’ê ji bo destnedana wan were rakirin û bixin girtîgehan li pey hev fezlekeyan amade dikin. Wekîla HDP’ê Ayşe Acar Başaran got: “Ji bo Siyasetmedarên me hemû karên siyasî dibe mijara fezlekeyan. Bi sedemên cuda der barê me de fezlekeyan amade dikin.”

 
  
MEDÎNE MAMEDOGLU 
Amed – Fezlekeyên ku ji bo destnedana wekîlên HDP’ê werin rakirin şandine meclisê dozên ku hatine vekirin her roja derbas dibe zêdetir dibe. Ji çûyîna meşan bigre heta paravekirinên wan ên li ser medyaya civakî heta rêveçûna wan jî dibe mijara fezlekeyan. Wekîla HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran wan fezlekeyên ku di sala 2016’an de amade kirine tîne bîra wan di pêvajoya dawî de hem der barê partiya wan de hem jî der barê wekîlên wan fezlekeyên ku hatine amadekirin de ji ajansa me re nîrxandin kir.
“Ji ber siyaseta me fezlekeyan derdixin” 
Başaran diyar dike ku der barê axaftinên wan ên di çalakiyan de fezleke amade kirine. Di  fezlekeyan de tiştên ku me kirine wekî ceza didin nîşandan û ev fezleke di sala 2016’an de ji bo destnedanên me rakin û wiha got: “Taybetmendiyên hevbeş ên hemû fezlekeyan beşdarbûna me ya çalakiyên demokratîk û axaftinên me ne. Ger were bîra we di sala 2016’an de dema destnedana hevalên me rakirin careke din ev fezleke hatin rojevê. Di wê demê de bi dehan fezleke çûn meclisê wekî ku ji hemû dozgeriyan re li navendekê bi hev re talîmat girtibin fezleke hatin amadekirin.”       
 “Temînata destnedanê ji bo me tune hesab dikin”
Başaran bal kişand ser ku bi fezlekeyan dixwazin destnedana wan rakin, ji bo wan temînata destnedanê tune tê hesibandin û wiha domand: “Mijara destnedanê cihê niqaşê ye. Destnedan mafek e ku ji parêzeran re tê dayîn ku rexneya herî tund bikin û di vê yekê de gefa darazan dûr bixin. Ji derveyî vê yekê, ew ewlehiyek e li dijî kiryarên ku hêza ragirtin, tirsandin an rêgirtina li dijberiya siyasetê bi amrazkirina darazê digirin. Ev demek dirêj e li Tirkiyeyê ev temînat li dijî partiya me hatiye paşguhkirin. Bi sedemên cur be cur der barê me de fezlekeyan amade dikin û ji aliyekê ve dadwerî li hemberî me wekî şûr bi kar tînin û armanc dikin ku di civakê de hişmendiyek were avakirin. Di pêvajoya  dawî de lezdayîna van fezlekeyan ji bo vê hişmendiyê xwedî bike zemînekê dide avakirin e.”
"Li hemberî partiya me hewldana afirandina hişmendiyek heye”
Başaran da zanîn ku gelek caran ji medyayê agahiya wan ji fezlekeyan çêdibe û got: “Gelek planên qirêj li ser me bi kar tînin. Piraniya raporên der barê me de hatine nivîsandin beriya ku me agahdar bikin em ji medyaya serdest fêr dibin û got: “Bi nûçeyên flaş fezlekeyên me di çapemeniyê de tên weşandin. Ez hema bêje hemû lêpirsînên ku li dijî min hatine vekirin ji medyayê fêr dibim. Dozgerê fezlekeyên ku amede kirine li ser talîmata hikûmetê bi riya çapemeniyê parve dikin. Weke ku hûn herî dawî dizanin, hevserok û cîgira me Dîlan Dîrayet Taşdemîr bû hedefa wezîrê karên hundirîn. Bi rojan, binesaziya vê yekê di civakê de hat damezrandin û nîqaşkirin. Di dawiyê de, li ser vê rûreşiyê lêpirsîn hat destpêkirin. Em baş dizanin ku ev komployek e.” 
"Dadgeh kesên ku ne ji wan be ceza dikin"
Başaran bal kişand ser ku li welat hemû mafên demokrasî û azadiyê hatine desteserkirin û wiha domand: “Li welat ê ku li dijî muxalefetê gotinek bibêje xwe li dadgehê dibîne. Li welat jinên ku bi her rengî li her derê rastî êrîşê tên hene. Li Tirkiyeyê zagon nayên pêkanîn. Ger hûn ne li gorî serweriya mekanîzmaya qanûnê bin nêzîkatiyên dadgehê li hemberî we gelek cudatir e. Dema jin tên qetilkirin jî wekî seza tê dîtin, mêr bi komên xwe ve bi polîtakaya bê ceza tên xelatkirin. Jinên têkoşer ên wekî Leyla Guven, Gultan Kişanak û Sabahat Tuncel dixwazin bi şîrê dozgeriyê bi tevizînin. Di vê mijarê de saziyên navneteweyî jî ji nedîtî ve tên. Desthilatdarî di vê mijarê de biryarên AÎHM’ê jî nas nake.”  
"Zindanên heyî demokrasiya li Tirkiyeyê nîşan didin"
Başaran di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ger niyetek desthilatdariyê ji bo demokrasiyê hebûya, di heman rojê de êrîş nedibir ser gelek cihan û got: “Dema em bixwazin bizanibin li Tirkiyeyê demokrasî heye yan na, em berê xwe bidin girtîgehan em ê bi awayek berbiçav bibînin.  Îro di girtîgehên Tirkiyeyê de bi hezaran siyasetmedarên girtî hene. Ev girtî di şert û mercên gelek xirab û dijmirovane de tên girtin. Ji ber vê jî girtiyên siyasî ji 100 rojan zêdetir e ji ber hin xwestekan di grevên birçîbûnê de ne. Greva birçîbûnê nîşan dide ku ka demokrasiya welat di kîjan astê de ye. Ji bo desthilatdarî qanûna bingehîn pêk bîne îro grevên birçîbûnê hene.”