Ayşe Acar Başaran: 2023 wê bibe sala serkeftina jinan

Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku di sala 2022'an de tevî hemû êrîşan jinan dest ji têkoşîna xwe bernedan û got, sala 2023'an jî wê bibe sala ku jin bi ser bikevin.

Amed - Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran têkildarî mijarên di rojevê de li Buroya Têkiliyan a Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê daxuyanî da.

Ayşe Acar Başaran a ku sala 2022'an weke 'saleke ku têkoşîn tê de kêliyek jî rawestiya' bi nav kir, diyar kir ku li gelek deverên cîhanê pevçûn û şer hene û hewl tê dayîn zilma li ser bindestan bê kûr kirin.

Ayşe Acar Başaran di berdewamiya axaftina xwe de amaje bi wê yekê kir ku yek ji geşedanên herî girîng ên sala 2022’an berxwedana ku bi pêşengiya jinên Kurd li Rojhilat û Îranê piştî qetlîama Jina Mahsa Emînî dest pê kir û wiha got:

“Dirûşma Jin Jiyan azadi li cîhanê belav bû. Dîsa li Efganîstanê jî jinan li dijî Talîban li berxwe dan. Her wiha li Hîndîstan, ABD, Şiliyê jî îktidarên mêr xwestin rejîmên xwe bi sazîbûnê xurt bikin. Têkoşîna jina njî veguherî têkoşîneke enternasyonalîst. Di şexsê jinên li Rojhilata Navîn dirûşma Jin jiyan azadî berz kirin de jinan li Rojava jiyaneke nû honandin. Em van jinan bi rêzdarî silav dikin. Em di wê baweriyê de ne ku wê îtirazên me û raperîna me saleke nû ava bike. Em bi yekê wan silav dikin." 

Di sala 2022’yan de 310 jin hatin qetilkirin

Ayşe Acar Başaran destnîşan kir ku AKP-MHP ya ya weke tifaqa şer binav dike di nav salê de her kêli jinan kiriye hedef, da zanîn ku di sala 2022’yan de 310 jin hatine qetilkirin û wiha got: “Îktîdar mêran bi bêcezabûnê xelat kir. Jinên ku bi tundiyê re rû bi rû man ji rayedaran tu alÎkariyê negirtin. Ji ber bi zimanê xwe yê zikmakî nekarî alîkariyê bigirin carekedin vegeriyan cihê tundiyê. Her wiha ji aliyê medyaya alîgir ve jinên ku hatin qetilkirin bi zimanekî zayendperestî wek sûcdar htain nişandan.”

‘Jin kolanan neterikandin’

Ayşe Acar Başaran gotina jinan a “Em ê kesek din jî kêm nebin” bi bîr xist û got di 25’ê Mijdarê de daketin qadan û kolanan. Ayşe, bi lêv kir ku jin di 25’ê Mijdarê de jî bin tundiya polîsan re rû bi rû mane û axivî: “Jin rojek wekî di 25’ê Mijdarê de bi tundiya dewletê re rû bi rû man. Milên jinan hatin şikandin û di bin çavan de bi tacîzê re rû bi rû man. Lê belê jin ligel hemû êrişan jî ji qadan gav paşve neavêtin. Îktîdarê îsal jî dît ku jinan serî netewand. Dîtin ku jin dê tu carî gav paşve navêjin.  

Ji Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin re doz hat vekirin. Platform li dijî komkujiya jinê têdikoşe û li şûna dewletê daneyên komkujiya jinê parvedike. Derbarê vê mijarê de doza girtina platformê hat vekirin. Bi aweyeke sîstematîk êriş birin ser Tevgera Jinên Kurd (TJA). Ber bi dawiya salê ve aktîvîstên TJA’yê, hevalên me yên ku têkoşîna jinê dimeşandin hatin girtin. 8 hevalên me yên TJA’yê ku hatin girtin ji dijî rejîma pergala mêr a serdest, yek kes, mîlîtarîst li ber xwe didan û dixwestin perpektîfa azadiyê bihûnin. Em dizanin ku ev peyam ne tenê li dijî hevalên me hat dayîn, îktîdar ji me re dibêje ‘tênekoşin.’ Dibêjin ‘serî li ber derewên me bitewînin. Li malê ji mêr re, li derve jî ji dewletê re îteateê bikin û paşve gav bavêjin û pêşengiyê nekin’. Lê em vê tiştê baş dizanin ku hevalên me Sebahat, Ayla, Gulten, Bedî û hevalên me yên ku dîl hatine girtin ji dijî operasyonên êrişkar, binçavkirin û girtinan paşve gav navêjin. Li eywanên dadgehan de pergala serdest a mêr didarizînin û bi ser bilindî disekinin.

Hat xwestin ku komkujî bên ronîkirin

Encamên dijminatiya li hemberî jin û kurdan a îktîdara AKP'ê û MHP'ê em li derweyî welat jî dibînin. Pêşî di şexsê Nagîhan Akarsel de hemû hevalên xwe yên têkoşer bibîrtînin. Nagîhan li Silêmaniyê bi 11 guleyan hat qetilkirin. Hefteya borî jî li Parîsê 3 kurd li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya hatin qetilkirin. Bi bi dehan caran me anî ziman. Li Parîsê heman qetlîam salên borî pêk hatibû. 3 jinên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez li navenda herî mezin a Ewropayê 10 sal beriya niha hatin qetilkirin. Heke faîl bihata girtin û darizandin îro ev qetlîam jî pêk nedihat. Me bang li hikûmeta Fransayê kiribû û em carek din bang li wan dikin. Hek hûn dibêjin li hemberî kurdan êriş pêk hatiye divê ne têtikkeş divê kesên piştperdeyê derxin holê. 

‘Heya encamgirtinê dê nobet bidomin’

Di bingeha wan pevajoyan de polîtîkayên tecrîdê heye. Bi mehan e ji Birêz Ocalan agahî nayê girtin. Polîtîkayên tecrîdê bi xwe re şer, xizanî û cudakariya civakê tîne. Ji ber vê sedemê bi rojan e hevalên me yên parlamenter li ber Wezareda Dadê nobetê digirin. Hevserokên Giştî yên Partiya me, Berdevka partiya me, Hevserokên Giştî yên DBP'ê di vê pevajoyê de ji bo hevdîtin bi Birêz Ocalan re pêk bînin serî li Wezareta Dadê dan. Em ê çalakiya xwe li ber Wezareta Dadê bidomînin. 

Piştî 48 saet şûnde em bikevin sala nû. Sala 2023'yan dê bibe 2'yemîn sedsala Komara Tirkiyeyê. Di vê sedsalê de jin, kurd û hemû gelan li dijî îktîdara qirker têbikoşîn û armanc bikin ku jiyaneke nû biafirînin. Sala 2022'yan salek bi têkoşîn bû dê sala 2023'yan jî bibe sala serkeftinê."