Asurî bi pergala Netewa Demokratîk birêxistin dibin

Hevseroka Partiya Soraya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Madlên Xemîs armancê avakirina partiyê nirxand.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Bi destpêkirina Şoreşa Jinê li Rojava ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû, gelek netewan dikarîbûn di bin siya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de ku projeya Netewa Demokratîk û azadiya jinê ji xwe re esas digrin, xwe birêxistin bikin û bibin xwedî deng, nêrîn û maf. Ji lewra netewê Aşûrî yê ku li qiraxa çemê Xabûrê li seranserî Til Temirê ya Kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav dibin, Meclisa Parastina Xabûrê ava kirin. Aşûriyan piştî xebat û têkoşîneke demdirêj, di Tebaxa 2018'an de li bajarê Qamişloyê Yekemîn Kongreyê xwe yê damezirîner li dar xistin. Têkildarî vê mijarê Hevseroka Partiya Soraya Demokratîk Madlên Xemîs axivî.

'Navê "Soraya" hemû gel, dêr û mezheban digre nava xwe'

Madlên Xemîs got ku navê "Soraya" a Partiya Soraya Demokratîk hemû gel, dêr û mezhebên Aşûrî Suranî- Kildanî û dêran digre nava xwe û wiha got: "Ne tenê ev, lê belê hemû gelên me yê ku di bin tirsa şûr de bûn misliman jî dihewîne. Partiya me piştgiriya hemû têkoşînên gelên bindest ên di cîhanê ku daxwaza serxwebûn û azadiya xwe li welatên xwe dikin, dike. Yek ji armancên bingehîn partiya me ewe ku zemîneke rasteqîn ji bo koçberiya berovajî ji welatên derve ber bi welatê xwe ve biafirîne, her wiha ji bo pêkanîna vê armancê şert, sazî û jiyanên pêwîst, ava bikin."

Têkoşîna partiyê li dijî têgehan

Madlên Xemîs têgehên ku partiya wan li dijî wê têdikoşe bibîr xist û wiha got: "Partiya Soraya Demokrat li dijî têgehên teng ên paşverû, eşîrî û mezhebî têdikoşe û ji bo xurtkirina hişmendiya nasnameya neteweyî û ruhê şoreşgerî û demokratîk li dijî hemû rêbaz û siyasetên îstîsmar û cudakariya nijadî dixebite. Her wiha li dijî siyaset û dijminatiya gelên din têdikoşe û ji bo hevkarî û redkirina nefretê dixebite."

Girîngtirîn armancên partiyê

Madlên Xemîs armancên herî girîng ê Partiya Soraya Demokratîk wiha anî ziman: "Yek ji armancên herî girîng ên partiya me têkoşîn û hewildana ji bo bidestxistina mafên dîrokî, siyasî, aborî, çandî û civakî û belavkirina ramana neteweyî ya Aşûrî di nava hemû gelê me yê Aşûrî de ye. Armanca partiyê avakirina wekheviya di navbera jin û mêr de ye û parastina mafên jinan jî dike. Partiya me ji bo avakirina karakter û nasnameya neteweyî di nava hewldanan de ye. Heman demê de ji bo ruhekî hevbeş, hezkirin û rêzgirtinê di navbera me û gelên ku em bi hev re dijîn de geş bikin, partiya me têdikoşe."

Partiya Soraya Demokratîk di astên navneteweyî de dixwaze çi bike?

Madlên Xemîs Partiya Soraya Demokratîk di astên navneteweyî de dixwaze çi bike û wiha rêz kir: "Partiya me têdikoşe ku cîhanê bi edalet û doza gelê me bide nasîn û dengê xwe bigihîne raya giştî ya cîhanê. Her wiha doza gelê me di dezgehên navneteweyî de jî bilind bike. Gelê me li piraniya welatan li ser asta aborî, siyasî, civakî, çandî û neteweyî rastî çewsandin, bêparkirin û hemû cureyên îstîsmarê tên. Ji ber vê yekê Partiya Soraya Demokratîk erkê xwe dibîne ku şerê hemû hêzên ku dibin sedema karîsatan û kuştina gelê me, bike."

Madlên Xemîs got ku ji bo avakirina serokatiyeke siyasî di nava pêşbaziyê de ne û wiha pêl da gotina xwe: "Erka partiya me ye ku her dem ji bo banga yekîtiyê û xebata hevbeş bi armanca avakirina serokatiyek siyasî ku nûnertiya gelê me li seranserê cîhanê dike, pêşbaziyê bike. Divê welatên herêmî di forumên navneteweyî yên bibandor de îtîrafa raya giştî ya navneteweyî ya edaleta doza me bi dest bixin. Partiya me bi wê baweriyê li gel hêzên siyasî yên herêmî û cîhanî baştirîn peywendiyên fermî, siyasî û dîplomatîk pêşdixin."

'Partî di zanistkirina jinên Aşûrî de roleke mezin dilîze'

Madlên Xemîs Partiya Soraya Demokratîk azadiya jinê weke rêbazeke bingehîn ê têkoşîna xwe dibîne û wiha pê de çû: "Partî di zanakirina jinê de di warê çandî, siyasî û neteweyî de roleke mezin dilîze ku bikaribe ji avakirina nifşan re amade be. Bêyî ku em azadiya jinê bidest bixin, nabe em wekî gel di cenga azadiyê de çalak bin. Her wiha erkên şopandin û pêşxistina xebatên rêxistinî yên siyasî û civakî yên jinan û perwerdekirina wan li gorî bingeha azadiya jinê û siyaseta demokratîk, dikeve ser milê Nivîsgehên Jin ên di nava partiyê de."

‘Em ê heya dawiyê ji bo azadiya jinê û yekbûna gel têbikoşin'

Madlên Xemîs di dawiya gotina xwe de wiha got: "Rola jinê heta niha jî weke di dîrokê de girîng e, jinên Aşûrî suryanî xwedî dîrokek ji berxwedaniyê ne. Hin ji wan padîşah û  şervan in jê cangoriya bi navê Wîdad û Şamîram ên ku li Til Temirê di Sibata 2015'an de li dijî êrîşên DAIŞ'ê jiyana xwe ji dest dan. Em ê heya dawî jî ji bo azadiya jinê û yekbûna gel û partiyên xwe têbikoşin."