Armanca PDK’ê gurkirina şerê birakujiyê ye

Nerazîbûnên li dijî dagirkeriya dewleta tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê her roja diçe zêde dibe, Mamostaya zanîngehê Nazenîn Osman li ser vê rewşê got: “Dagirker dixwazin xaka Kurdan dagir bikin divê Kurd piştgiriya hev bikin.”

Silêmanî- Dewleta tirk dixwaze xaka Başûrê Kurdistanê bi temamî dagir bike. Li dijî hewldana dagirkeriyê, gelek jin û kesan bi peyamên cuda nerazîbûna xwe nîşan dan. Der barê dagikirina xaka Kurdistanê de mamosteya Zanîngehê Nazenîn Osman ji ajansa me re axivî.
Nazenîn Osman da zanîn ku ev siyaseta niha Tirkiye dike siyaseta dema Osmaniyan e û wiha got: “Siyaseta ku niha dewleta tirk dike ji dîrokê tê. Piştî şerê cîhanê yê yekemîn Tirkiye herêmên Kurdistanê yên wekî Mûsil ji dest da û niha careke din dixwaze van herêman bi dest bixe û dagir bike.  Dewleta tirk bi rêya birîna daran û dagirkirina xaka Kurdistanê dixwaze herêmên Kurdistanê dagir bike û li wan deveran penaberên Filistîn û çeteyên DAIŞ’ê bi cih bike. Tirkiye vê weke helwesteke mirovî nîşan dide ku cihekê ji bo penaberan ava bike. Lê belê armanca wan tunekirina cihên Kurdan e. Ji ber vê jî dixwaze piştgiriya gelek welatan bi dest bixe.”
“Dîrokê îsbat kiriye ku Kurd bi dagikeriyê tune nabin”
Nazenînê bal kişand ku şerê navxweyî ziyanê dide destkeftiyên Kurdan û wiha domand: “Dema ku şerê navxweyî rû bide ziyana herî zêde wê gelê Kurd bibîne. Dewleta Tirk dixwaze şer di navbera Kurdan de derbixe û ji bo wê jî her tim ji PDK’ê re agir gur dike. Desthilatdar bi xwe jî dizanin şerek wisa tenê di xizmeta Tirkiye û Iraqê de ye lê belê hê jî bêdeng û helwest in. Ji dîrokê jî diyar bûye ku dewleta Tirk dixwaze maf û destkeftiyên Kurdan û pê re jî xaka Kurdistanê dagir bike. Divê gelê Kurd û rêveberiyên Kurdan piştgiriya hev bikin û êdî nehêlin dijmin were xaka me dagir bike. Em di civakek wisa de dijîn ku her tim zext li ser jinan heye û jin kêm tên ditin. Lê belê jin bêyî ku guh bidin van gotinan her tim li diji dijmin çeka xwe girtine û şer kirine, vê yekê jî nêrînên paşverû yên di nava civakê de vala derxistiye.”