Alozî û tevliheviya li Iraqê berdewam e

Di çarenûsa Iraqê de ji ber piştgûhxistina berjewendiyên gelan û aloziyên peywirên desthiladaran, sal bi sal alozî derdikevin û ev alozî her ku diçe kûrtir dibin. Xwepêşandanên îsal ên di meha Tebaxê de destpêkirin, li herêmê qet nerawestiyan.

LAVA KURDE

Navenda Nûçeyan – Iraq welatekî ku bi hatine her desthilatdarek û serokwezîrek re bûye hêviyek ji bo başbûna rewşa Iraqê, lê ev hêvî her car dişkê. Bi serhildan û her xwepêşandanekê xeyalên Iraqê bi pêş dikeve. Lê belê ji ber destwerdanên welatên derdorê bi taybetî Tirkiye û Îranê Iraq hilweşaye û roj bi roj pirsgirêkên siyasî û aborî mezin dibe. Li aliyek din jî xaka Iraqê di bin gefên welatan de ye.

Sedemên navxweyî yên aloziyên Iraqê

Ne aramiya Iraqê ev sedsal in berdewam dike û gelek sedemên navxweyî û derve alozî zêde kiriye, ya herî sereke jî bi cihnekirina destûra Iraqê ku ji aliyê hemû kabîneya yek li pey yekê ya Iraqê her dem hatiye paşguh kirin. Bi awayekî heta niha ji 144 madeyên destûra Iraqê nêzî 54 made nehatine bicihkirin. Tenê ew madeyên hatine bicihkirin jî di berjewendiyên partiyên serdest de ne, ev jî sedemê serekê ya alozî û ne aramiya li Iraqê ye.

Li pişt van sedeman li hevnekirina pêkhateyên sereke yên Kurd, Şîa û Sîne ku di dirêjiya dîrokê de sed sal in dewleta Iraqê hat avakirin, tu dem hevbeşî û lihevhatinek çênebûye. Rewşa Iraqê qonax bi qonax her dem bi aloz bû, her dem ne bêaramî zêde dibe. Niha jî faktorek din a navxweyî heye ku hebûna Milşîa bûye sedemên alozî û nearamiya Iraqê û ev jî her dem ji bo xelk, dem û dezgahên fermî yên dewletê gef in. Yek ji faktorên sereke dewletên Îran, Tirkiye û Amerîkayê ne ku aramiya Iraqê têk dibin. Heta ku destên van dewletên derdorê di nava xaka Iraqê de hebe, tu caran Iraq bi aram nabe.

Xwepêşandan çi da guhertin?

Ger em behsa xwepêşandanên Cotmeha 2019’an bikin seranserî bajar û bajarokên Iraqê bi xwe girt û heta niha jî berdewam dike, xwepêşandanên meha Cotmehê li Bexdaya paytex, bajarên din ên Başûr û navendên Iraqê belav bûn û tu hêz û aliyek nikaribû bisekinîne. Tevgerên van xwepêşandanên Iraqê hinek jî bi plan bû. Ev xwepêşandan tenê wisa nekir ku serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî dest ji kar berde, kutleya Sadir ji ku xwedî kutleya herî mezin a parlamentoya Iraqê jî neçar kir madeya diyarkirina berendam bide xwepêşanderan. Ji ber wê hikumetê berê ya serokatiya Adil Abdulmehdî neçar ma dest ji kar berde.

Di nava sê mehên xwepêşandanan de gelek bûyerên xwepêşander û hêzên emnî rûdan û di encama van bûyeran de 600 xwepêşandar hatin kuştin û bi hezaran kes birîndar bûn. Her wiha di 29’ê Mijdara sala 2019’an de serokwezîrê berê yê Iraqê Adil Abdulmehdî dest ji kar berda û biryar hat dayîn hilbijartinên pêşwext ya parlementoya Iraqê were kirin. Encûmena nûneran ya Iraqê Mustafa Kazimî di Gulana sala 2019’an heta ku hilbijartin were kirin bû serokwezîrê Iraqê.

Hilbijartinên pêşwext ji bi diyarkirina endamên dema pêncem ya parlementoya Iraqê di 10 Cotmeha sala 2021’an de hate kirin. Dema ku Mustafa Kazimî weke serokwezîrê Iraqê dest bi kar kir gel li bendê bû ku di rewşa Iraqê de guherînek were çêkirin, lê belê cardin xwepêşadan berdewam bûn. Di meha Tebaxa îsal de 10 meh piştî hilbijartinên pêşwext xwepêşandan carek din destpê kir.

Hilbijartinên pêşwext hêrsa Iraqê kêm nake

Hilbijartinên pêşwext ji ber xelkên li qada nerazî hate kirin, bi taybet li bajarên Şîayan. Lê belê rewşa siyasî û rewşa aborî ya Iraq, ne avakirina hikumetê û rabûna serxwe ya ciwanan ya nerazîbûnan carek din bû sedemê ne aramî û tidûtîjiya siyasî ya li Iraqê. Herêma Kurdistanê hinek din ji Iraqê cûdatir bû, lê belê herî dawî jî asta nerazîbûnan xwe gihand herêma Kurdistanê û vê carê wisan kir ku metirsî li ser hikumeta Iraq û ya herêma Kurdistanê hebe. Bi rêya nerazîbûn û xwepêşandanan, hêjmarek ew ciwanên bê kar ku rêjeya wan roj bi roj zêde dibe û hikumetê ji derfetê kar ji bo wan peyda nekiriye. Ev nêzî salekê ye hilbijartin li Iraqê hatine kirin, lê belê heta niha nikarin hikumetê pêkbînin û roj bi roj rewş berbi xirabûnê ve diçe. Li gore berpirsên Kurd jî li Bexda hilbijartin hatine kirin ku êdî rewşa Iraqê berbi başbûnê ve biçe, lê belê ev qonax hîn zêdetir berbi xirabûnê ve çû û nikarin tu pêşbîniyekê ji bo dahata siyasî ya Iraqê bikin. Tevlîheviyên Iraqê di roja 25’ê Tîrmehê de destpê kir. Dema ku Çarçoveya Hemahengiyê ya Şîayan ragihand ku wê Mihemed Şêx Sûdanî bibe berendamê serokwezîrê Iraqê û roja piştî wê hêjmarek zêde ya alîgirên Sadir li dijî berendambûna serokwezîr li Bexdayê xwepêşandan li darxistin, çûn nava parlementoya Iraqê û wêneyê Sadir bilind kirin û ev xwepêşandan heta niha jî dom dike.

Rewşa ku niha Iraq derbas dibe gelek metirsîdar e û di salên borî de tiştek wisa nehatiye ditîn, ji ber roj bi roj aliyên nerazî berê xwe didin qadan. Ji demê borî heta niha tevliheviyên li Iraqê berdewam dike, ji ber wê Amerîka û welatê derdor ji rewşa Iraqê berpirs in. Ji ber ev hêzên berpirs çekên wan di destê wan de û ji vê rewşa ku heye ne razîne ku carek din hilbijartinên pêşwext werin kirin û rojane xwepêşandan tên kirin. Ji ber vê eşkerekirina encamên hilbijartinan wê pirsgirêkên sedsalan borî çareser nekin û ev nearamiya siyasî, aborî û emnî ya ku heye wê ne diyar be.

Ya ku Iraqê ji vê rewşê rizgar bike guftûgoyên nîştîmanî ne û divê ev goftogoye ji goftogoyên pêşî cûda be û bi temamî hêzên siyasî bê cûdahî beşdar bibin. Her wiha divê guherînek di asta daxwazên gel de be û lêpirsîn di derbarê gendeliyan de were kirin û ev hemû daxwazên xwepêşanderan û gelên nerazî ne.