Aliya Ehmed: Li heremên ‘kaşo bi ewle’ jiyana jinan di bin xeteriyê de ye

Endama Komîteya Perwerdeyê ya Akedemiya Şehîd Şîlan Aliya Ehmed rewşa li herêmên dagirkirî bilêv kir û destnîşan kir ku dewleta Tirk di bin navê herêma bi ewle de kiryarên herî dermirovî pêk tîne.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Dewleta Tirk a dagireker rojane bi hinceta ewlehiyê û bi bikar anîna têgiha “herema bi ewle” êrişî tevahî xaka Kurdistanê dike. Li Başurê Kurdistanê qaşo di bin navê ewlehiyê de axa welêt bihist bihist tê bombebarandin, li Bakur û Rojhilatê Sûrî jî di bin navê heman gotinê de dewleta Tirk zarok, jin, kal û pîr qetil dike. Li heremên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker di bin navê heman têgihê de hatiye dagirkirin jî pênaseya jiyana herî ne ewleh dike û ev yek rojane di bûyerên revandin, kuştin û qetilkirinê ya tê jiyîn xwe nîşan dide. Lewra têgiha herema bi ewle ya di qada navnetewî de tu pêşwaziyê wê tune ye, bi taybetî ji bo jinan, ji bo tevahî gel herema herî bi xeter a jiyanê ye ku her cure sepanên dermirovî û polîtîkayan lê tên meşandin. 

Endama Komîteya Perwerdeyê ya Akedemiya Şehîd Şîlan Aliya Ehmed der barê sepan û kiryarên ku di bin navê herema bi ewle de, li qadên ku hatine dagirkirin tên meşandin nirxand.

"Dixwaze di bin navê herêma bi ewle de dagirkeriya xwe dorfireh bike"

Aliya Ehmed der barê têgeha bi ewle de û di bin navê têgiha bi ewle de li ser polîtîkayên dewleta Tirk wiha got: “Têgeha herêmên bi ewle dewleta Tirk li gor berjewendiyên xwe bikar tîne. Ev têgeh bi salan e di dema dagirkirina Efrîn, Serêkanî û Girê Spî hatine bi kar anîn. Projeya dewleta tirk diyar e, dixwaze di hundirê axa Sûriyê de heta 30-40 km dagir bike û di bin navê herêma bi ewle de dagirkeriya xwe rewa bike. Heger em werin wateya têgeha herêma bi ewle jî di pergal, zagon û hevpeyamanên navdewletî de ev têgeh tune ye. Lê herêmên tecrîdkirî û herêmên bê çek hene ew jî divê ji aliyê hêzên navdewletî werin kontrolkirin. Heger mirov herêma bi ewle weke wate jî binrxîne, divê ku ji hemû aliyan ve ewlehî û aramiya sivîlan biparêze. Lê dewleta tirk bi vê bihaneyê dixwaze ji Firat heta Dicle bigre, yanî ji Efrîn ber bi Kerkûkê ve."

“Li herêmên dagirkirî jiyan di xeteriyê de ye”

Aliya Ehmed di domandina axaftina xwe de wiha got: “Ev herêmên dagirkirî ku qaşo bi ewle ne hemû rêbazên tundiyê lê tên bikar anîn. Dewleta tirk heta çekên kîmyawî jî li van herêman bi kar aniye, komkujiyan çêdike, demografiyê dughere. Bi wateyeke din ev herêm bûn e navenda terorê, şerê çekdarî, taybet û derûnî. Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin sîwana Rêveberiya Xweser de behsa demokrasî, hevgirtin û yekîtiya gelan dikin. Yên ku van herêman birêve dibin ji pêkhateyên herêmê ne, kesî biyanî tune ye. Lê dewleta tirk bi riya dagirkeriyê dixweze desthilatdariya xwe li ser me ferz bike, piştî ewqas şer û pevçûn, piştî ku dewleta tirk ewqas komên çete li ser axa Sûriyê bi cih kirin a niha behsa kîjan ewlehiyê dike gelo. Ji ber vê yekê bi rengekî eşkere xapandin heye ku dewleta tirk dixweze beriya hatina sedsala hevpeymana Lozanê dagirkeriya xwe dorferh bike û xeyalên xwe yên Osmanî bi dest bixe.”

"Em bi hezaran jin ji bo jinekê soza tolhildanê didin"

Endama Komîteya Perwerdeyê ya Akedemiya şehîd Şîlan Aliya Ehmed di dawiya axaftina xwe de wiha bal kişand ser rewşa jinan: “Di asta jin de jî mirov dikare binrxîne. Di bin navê herêmên bi ewle de dewleta Tirk û çeteyên wî kiryarên herî li hember jinan bi kar tînin. Ev ji me re teqez dike ku ew ji hêz û vîna jina Kurd ditirse. Li herêmên dagirkirî jin bi qetilkirin, tecawiz, revandin, tundî û hwd re rû bi rû ye. Dewleta tirk bi vî rengî hêrsa xwe ya li hember jina Kurd nîşan dide û dixweze peyameke wiha bide me jinan ku ew dikare vîn û hebûna me ji holê rake. Her wiha dewleta tirk jî dizane ku azadiya civakê bi azadiya jin re pêkan e, ji lewra ew dixwezin bi vê rêbazê rastiya civakê jî têk bibe. Em jin di zanebûna hemû polîtîkeyên li hember me de ne, dema ku tiliya jinekê li herêmên dagirkirî tiştek dibe em li vir pê dêşin. Ji ber vê em tu carî li hember van kiryaran bê deng neman e û ji bo jinekê em bi hezaran jin soza tolhildanê didin. Ji ber vê em ê heta dawî xwe birêxistin bikin û têbikoşin, emê bi hêz û hevgirtina jinan bi serkevin."