Aktîvîsta siyasî: Sûriye di nava şerek navxweyî de ye
Aktîvîsta siyasî Besma El-Eqbanî da diyar kirin ku Sûriye di şerekî navxweyî de dijî û got: "Hinek dibêjin ku dibe em ber bi şerekî navxweyî ve biçin, lê ez bawer dikim ku em bi pratîkî ketine nav wê."

ROŞÊL CANYOR
Suweyda – Sûriye bi salan e şahidiya pêlên tundî û binpêkirinan dike lê di mehên dawî de ji dema ku cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) desthilatdariya li Şamê di 8'ê Kanûna 2024'an de girtine destê xwe, li piraniya bajarên wê gurbûnek nû çêbûye.
Aktîvîsta siyasî Besma El-Eqbanî di hevpeyvînekê de bi ajansa me re bûyerên li Sûriyeyê diqewimin wek sûcên ku nikarin bi peyva "binpêkirinan" werin kurtkirin bi nav kir. Besma tekez kir ku welat niha şerekî navxweyî dijî ku Heyet Tehrîr El-Şam jî rasterast berpirsiyarê wê ye.
*Niha li herêmê çi binpêkirinên herî berbiçav diqewimin û kî berpirsiyar in?
Binpêkirin ji bo Sûriyeyê ne tiştekî nû ye, me demek dirêj bi van kiryaran re jiyaye hê dema rejîma Baasê de. Ji îşkence, girtin, windakirin heta cudakariyê bigre lê piştî hilweşîna rejîmê, hêviyek rastîn hebû ku em ê derbasî serdemeke nû bibin û bigihîjin rewşeke hemwelatîbûna wekhev û ev tam armanca şoreşa Sûriyeyê bû. Mixabin, ev serdema nû ji aliyê komeke tarî ya xwedî îdeolojiya tundrew ve hatiye desteserkirin ku ne bi azadî û ne jî bi rûmetê bawer dike. Îro, ev kom binpêkirinên pir tirsnaktir ji her tiştê ku Sûriyeyiyan berê dîtine, pêk tîne.
Belgekirin li vir ne tenê karekî duyemîn e; ew pêvajoyek pêwist û girîng e. Bi riya belgekirinê, em daxwaz dikin ku deng were bihîstin, em banga realîzm û pêbaweriyê dikin û em dixwazin wêneyê tevahî bigihîje rêxistinên mirovî û Neteweyên Yekbûyî. Em edaleta navneteweyî, edaleta rastîn dixwazin. Em dixwazin bandora van sûcan li dadgeh û polîtîkayan bibînin. Eger komîteyek lêkolîna rastiyan hebûya, pêvajo dê rasttir û hêsantir bûya.
*Bi ya we gelo dezenformasyoneke medyayî bi van binpêkirinan re heye?
Bêguman, dezînformasyoneke pir bihêz di medyayê de weke amûrek sereke tê bikaranîn. Carna rastî bi tevahî tên înkarkirin mîna ku qet çênebûne. Eger komîteyeke navneteweyî ya lêkolîna rastiyan bihata avakirin, ev delîl dê rewşê bi awayekî rast nîşan bidaya û em nikarin rola çapemeniyê di vî warî de ji nedîtî ve bên. Çapemeniya navneteweyî roleke girîng lîst. Raporên wê yên li ser binpêkirinên li peravên bawerpêker bûn; ew beriya rapora NY'yê bûn.
Li bajarê Suweydayê rewş karesatbar e. Binpêkirinên li wir kuştin, koçberkirin, şewitandina malan, dagirtina bîran, qutkirina elektrîk û avê ne, îro em bi rastî bê înternet in. Mîna ku mebest ew e ku bajar bi tevahî ji cîhanê were veqetandin. Ev tecrîd pir tirsnak e. Em hîs dikin ku niyetek heye jenosîd were kirin, mîna ku wan berê hewl da bikin. Em hêvî dikin ku ev çênebe lê tiştê ku em dibînin pir xemgîn e.
*Bi baweriya we Sûriye ber bi şerekî nû yê navxweyî ve diçe?
Em ji niha ve di rewşek şerê navxweyî de dijîn. Hin kes dibêjin "Dibe ku em ber bi wê ve biçin," lê ez bawer dikim ku em bi pratîkî ketine şerê navxweyî. Em ji kuştinê re çi dibêjin, ji hedefgirtina bi zanebûn a li ser riyan re çi dibêjin, ji êrîş, heqaret û girtina mirovan li tekane deriyê ku em destûr didin ku em tê re derbas bibin re çi dibêjin? Ev hemû şerekî navxweyî ye.
Gelek revandin çêbûne û sivîl hê jî winda ne. Heta otomobîlên sivîlan jî tên rawestandin û rêwiyên wan tên girtin. Bajar bi temamî hatiye dorpêçkirin, bê xwarin, av, derman û sotemenî ye. Ma ev ne cureyekî şerê navxweyî ye ku li ser me hatiye ferzkirin?
Koma ku rasterast berpirsiyarê vî şerî ye Heyet Tehrîr El-Şam HTŞ'ê ye. Vê komê konferansek "serkeftinê" bi serokatiya Ehmed El-Şaraa li dar xist, hemû alî anîn cem hev, ragihand ku hemû hilweşandine û dûre desthilatdarî girt ser xwe. Cihên serokatiyê girtin ser xwe û bûn planker û rêveberên welat. Lê rastî ev e ku komîsyon welat ber bi kûrahiyê ve dibe. Ew hikûmetek yekalî ye ku saziyên dewletê kontrol dike û bi riya şêx û emîr hukum dike. Ev yek jî welat 1400 sal paşve vedigerîne.
*Çawa pêkhateyên Sûriyeyê dikarin li hev bicivin da ku ji vê senaryoyê dûr bikevin?
Em dikarin bibin yek û hevgirtinê nîşan bidin lê hê amûrên pratîkî yên têrker li cem me nîn in. Di nav gel de hestek hestiyarî heye û ev hest ne tenê bi kêmaniyan ve sînordar e lê di nav her kesî de heye lê bi tevahî şiyana avakirina ramanek yekgirtî tune ye. Ez bi hemû gelên bindest re, bi hemû kesên ku rastî gelek awayên zilmê hatine û bi hemû kesên ku rastî dezenformasyona medyayê û rastiyên çewt hatine re hevdeng im. Lê li hemberî vê zilmê, ez nizanim partî çawa dikarin xwe birêxistin bikin û ji bo danûstandinan rûnin. Danûstandinên bi vê rejîmê re pir dûr xuya dikin, heya ku ew nekeve bin zexta derve yan jî polîtîkayên xwe ji nû ve nenirxîne.
Ji ber vê hevgirtin pêwist e, bi taybetî di navbera gelên ku daxwaza azadiyê dikin û ji neheqî, zilm, xizanî û bêpariyê dikşînin. HTŞ'ê hewl dide ku bi balkişandina ser komên taybetî û binavkirina wan wek milîsan, opozîsyonê parçe bike lê van hewldanan tenê encamek berevajî bi dest xistine ango hevgirtina di navbera gel de zêde kirine. Ev rêbaz ku ji hêla komê ve tê şopandin, armanc dike ku medyayê bixapîne.
*Di rûbirûbûna vê rastiyê de jin û ciwan divê çi rolê bilîzin?
Jin roleke girîng dilîzin. Em vê yekê her roj dibînin, ji ber ku ew hewl didin ku bandora nakokî û gengeşeyan kêm bikin ew jî bi dilovanî, mirovahî û şiyana xwe ya kontrolkirina wan. Rola wan di xebata dilxwazî ya ji bo karên mirovî û alîkariyê de bi awayekî berbiçav e. Jin ji bo stargehan xwarin amade dikin, bi Heyva Sor re dixebitin û di hemû warên mirovî de alîkariyê peyda dikin. Ev rol pir girîng e. Ji bo biryardanê, ev ne tenê li herêma me lê li seranserê Sûriyeyê bi tevahî pir bi sînor e. Dema ku krîz girantir dibin, rola jinan di biryardana siyasî de hê kêmtir dibe lê ew di xebatên alîkarî û mirovî de xwedî hebûnek xurt dimînin.
Ji bo zarokan, ew mexdûrê herî mezin in. Ez diêşim ku dibînim zarok li kolanan bi lîstokên "şer" û "qirkirinê" dilîzin, tiştê ku dibînin teqlîd dikin û gotinên êşdar ên ku me berê qet nebihîstine, wek "beraz" û yên din, diguherînin. Ev gotin û ev lîstik ji bo pêşeroja wan herî xeternak in. Ew di atmosferek tijî tundiyê de mezin dibin û ev bandorek kûr û wêranker li ser nifşên pêşerojê dike.