Abeer Amneina: Divê alîkariya qanûnî ji bo beşdariya jinan a siyasetê hebe

Der barê beşdarbûna pêvajoya hilbijartinên herêmî de, Abeer Amneina piştrast kir ku qanûna hilbijartinê ya jinan teşwîq bike nîn e û got: "Em dibînin ku tevî ku qala hewcedariya hebûna jineke di nav endamên meclisa şaredariyê de jî dike, qanûn berendamtiyê ji bo jinan teşwîq nake.”

 
IPTÎSAM AXFÎR
Bîngazî- Jinên li Lîbyayê xwe ji bo hilbijartinên pêşwext ên 24’ê Kanûnê amade dikin. Ew niha xwe ji bo kursên perwerdeyê di warên hişmendî û çavdêriyê de amade dikin. 
Der barê mafên jinan ên siyasî û piştgiriya wan de, çalakvanamafên jinan û endama karmendên hînkirinê ya Fakulteya Aborî li Zanîngeha Bîngaziyê, bijîşk, Abeer Amneina ji ajansa me re wiha got: "Der barê mafên jinan di çalakiyên siyasî de, em baş dizanin ku mijar ne girêdayî serdema 2011’an ango piştî şoreşa Sibatê ye, berevajî wê mijar vedigere demek dirêj. Ji serdema monarşiyê ve, jinan mafê dengdanê bi dest xist lê piştre ew di zagona hilbijartinê de hat paşguhkirin. Di guheztina destûrê de zêdetirî şêst sal e ku mafê dengdanê ji jinan re heye.”
Abeer Amenna wiha domand: “Vê rewşê heya serdema rejîma Muemer Qedafî berdewam kir. Beşdariya siyasî ya jinan wek mijarek wekhev da nasîn û got ku temînata mafên jinan ê beşdarbûnê heye. Lê cewherê pergalê û cewherê avahiya beşdarbûnê ji jinan re ne piştgir bû da ku di riya kongre û komîteyên gelêrî re derbasî karê siyasî bibin. Daxwaza rasteqîn a tevlibûna siyasî tunebû. Piştî şoreşa Sibata 2011’an beşdarbûna siyasî, bi rêya ragihandina destûrê hat teqezkirin û ew ji bo jin û mêran wekî mafek hat hesibandin. Lê belê cudahiya vê beşdariyê di gelek qanûnên hilbijartinê de bi rêjeyên cihêreng hat bicihkirin û zelalkirin û ev rêje bi pêşketina siyasî ya ku li Lîbyayê derbas bû, bi taybetî piştî 2011’an ve girêdayî bûn.”
"Partiyên siyasî mecbûr in jinan tevlî bikin"
Ew li ser beşdarbûna siyasî ya jinan piştî şoreşa Sibata 2011’an jî wiha dibêje; "Heyecanek şoreşgerî hebû, rola jinan di şoreşê de mezin bû. Di wir de diyar bû ku divê partiyên siyasî jinan tevlî lîsteyên xwe bikin ku jin di serê van lîsteyan de amade bin û nekevin dawiya lîsteyan 
Abeer Amneina anî ziman ku jin, bi awayê qanûna hilbijartinê di Kongreya Neteweyî ya Giştî de hatine bicihkirin, nehatine hilbijartin ku ew jî rêbazek baş bûye û wiha domand: “Hebûna jinan bi kêmasî ji sedî 15.5 dabîn kir. Ger em navnîşanên ku jinan di pergala takekesî de bi dest xistine, bidin ber hev em bibînin ku ji 120 kesên serkeftî, jineke tenê bi ser ketiye. Ev jî hejmarek pir hindik e û bi tu awayî bi rêjeya beşdarbûna jinan re nayê qiyaskirin. Ji ber vê yekê, divê rêjeya kotaya di hilbijartinan de bilind bibe û temînatek ji bo hebûna jinan di lîsteyên hilbijartinê de çêbibe. Ev ji bo hebûn û karîgeriya wan li parlamentoyê pir girîng e.” 
"Qanûnên hilbijartinê ji bo misogerkirina beşdarbûna jinan hêza bingehîn in"
Abeer Amneina teqez dike ku qanûnên hilbijartinê hêza bingehîn a misogeriya beşdarbûna jinan di hilbijartin û di parlamentoyên cihêreng de ne û got: “Pêdivî bi hebûna kotayek heye, û pêdivî heye ku ew di qanûnên hilbijartinê de hebe û divê di pêşnûmeya destûra daîmî de jî hebe. Dema ku em diçin rêzika zagonên hilbijartinê, em dibînin ku rêjeya yekem a ku bû şahidê hebûna rastîn a jinan di Kongreya Neteweyî ya Giştî der barê Meclîsa Nivîsandina Destûrê de hinekî sivik bûye. Ji ber ku jin di komîteyê de ji sedî 15 veguherîn ji sedî 10, ev jî rêjeyek pir hindik e û di rastiyê de ew daxwazên jinan ên beşdarbûnê pêk nayne.” 
Peymanên navneteweyî Lîbyayê mecbûrî vê rêjeyê dikin
 Der barê zagona hilbijartinê ya Meclisa Nûneran de, dibêje; "Di zagonê de ji sedî 16 kursiyên jinan di Meclisa Nûneran de hene lê nebûna lîsteyên partiyan û hilbijartinên li ser bingeha pergala partiyan, bandor li vê rêjeyê kirin. Me dixwest em ji sedî 16 zêdetir bibin û  ber bi ji sedî 30 ve biçin. Çima nebe ger ku peymanên navneteweyî hebin ku Lîbya mecbûr dike ku bigihîje vê rêjeya beriya 30 salan. Di heman demê de hin welat hene ku niha gihîştine asta wekheviyê.”
Abeer Amneina der barê îtiraza li dijî pergala kotayê de got: "Di encama dane û mîrateya civakî ya li Lîbyayê de, jin dema ku hewl didin bi karê siyasî re mijûl bibin rastî nerazîbûnan tên. Yên ku li dijî pergala kotayê derdikevin, bawer dikin ku ev war tenê bi mêran ve girêdayî ye û bêguman ev nêrînek kêm e. Ji ber vê yekê divê qanûn piştgiriyê bidin vê beşdarbûnê.
Em li ser pêvajoya guheztina zîhniyet û guhertina civakê nafikirin ji ber ku ew demên dirêj domiyan. Ji ber vê yekê divê em pêvajoya guheztina qanûnê bilezînin.”
Qanûn pêvajoya namzediyê ji bo jinan teşwîq nake
Der barê beşdarbûna pêvajoya hilbijartinên herêmî de, Abeer Amneina piştrast kir ku qanûna hilbijartinê ya jinan teşwîq bike nîn e û got: "Em dibînin ku qanûna berendamtiyê ji bo jinan teşwîq nake, tevî ku qala hewcedariya hebûna jineke di nav endamên meclisa şaredariyê de jî dike. Lê belê, qanûna hilbijartinê, li şûna ku wê wergerîne bi rengek ku destûrê bide hebûna jinan, tenê bi jinên ku kursiya jinê digrin ve hatiye sînordarkirin û têketina wê di navnîşana yekta de sînordar dike. Çi ji hêla reklamê ve be çi jî ji hêla rêziknameya hilbijartinê ve be.” 
Abeer Amneina destnîşan kir ku gelek şaredarî hewl didin vê rastiyê biguhezînin û got: “Şaredariya Wadi Al-Bawanis di bidestxistina kursiya kesên astengdar ku di zagonê de ji bo kesên astengdar hatiye destnîşankirin de, bi ser ket, ji ber ku forma wê diyar dike kesên astengdar zilamên beşdarî şoreşa Sibatê bûne ne lê niha ew ji bo mêr û jinan jî derbasdar e.”
Encamên xirab ên ku derketin holê
Abeer Amneina anî ziman ku encamên xirab ên ku xuya dibin ji ber nebûna têkiliya nûnerên jin û mêr bi navçe û hilbijartina herêmî ya ku hatî hilbijartin re ye.  Ev bi tevahî civakê dide hîskirin ku pêvajo kêrhatî ye û ku ew  bi hewceyî dengan in da ku bighêjin meclisan û dûre jî têkiliya di navbera her duyan de bi tevahî qut dibe.
 Têkiliya têgeha zayendê wernagerîne
Der barê hebûna pênc jinan di hukumeta yekitiya neteweyî de, di nav wan de yên ku xwedan bergehek serwer in de Abeer Amneina, wiha got: "Pêvajoya hilbijartina pênc wezîrên jin di yekitiya neteweyî de, di nav aranjmanên komîteya diyalogê û her wiha bi israra xanim Stephanie û di heman demê de bi piştgiriya jinan di diyaloga komîteyê de derket.”
Û wiha domand: "Pêdivî heye ku pêvajoya hilbijartinê were dirêjkirin. Gelo dê sûd çi be ku mirov jinekê bixe serê wezaret an saziyek ku têgîna zayendî wernegerîne pêvajoya hilbijartina serokên di wezareta xwe de. Wê hingê me tiştek li vir nekiriye û mijar dê bi tenê ji hêla fermî ve were sînorkirin ku ev aliyek tenê bi jina ku hatiye hilbijartin re dixebite û ev xeletiyek pir mezin e, ji ber ku gava jinek hilbijêre divê ew ji kotaya jinan hatibe.”
https://www.youtube.com/watch?v=D08237N9ad0