Şoreşa 19 ê tîrmehê şoreşa îradeya gelan û jinan e

Endama Ofîsa Têkiliyan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk a taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê Zêneb Qenber der barê roja 19’ê Tîrmehê de got" :Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa îradeya gelan e û her wiha şoreşa jinan e."

FERYAL MIHEMED

Heleb - Her çiqas Sûriye di rewşên zehmet de derbas bû jî Şoreşa 19’ê Tîrmehê tevahî pêkhateyên Sûriyeyê di nava xwe de hewand. Hemû pêkhateyan rêveberiya xwe ya xweser ava kirin û welatê xwe parastin. 19’ê Tîrmeha 2012’an bi şervanên Kurdan şoreşek ji bajarê Kobanê dest pê kir. Di van rojan de em 10 emîn salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz dikin. Ev şoreş ji şoreşên din cudatir e, ev cudahî di fikir û projeya şoreşê de ye ku ji roja yekem de bingeh girtiye, bi vê fikrê civak hat birêxistinkirin û birêvebirin. Li ser vê bingehê projeya neteweya demokratîk ji bo gelên Sûriyeyê bi rastiya wê ya dîrokî derî li pêşiya wan vekir û di heman demê de di hemû pêkhateyên weke Kurd, Ereb, Asûr, Suryan û Ermen di nava xwe de hewand. Der barê vê mijarê de Endama Ofîsa Têkilyan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk Zêneb Qenber ji ajansa me re axivî.

“Vê şoreşê reng û teşeyek nû da Sûriyeyê”

Endama Ofîsa Têkilyan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk Zêneb Qenber der barê salvegera 19’ê Tîrmehê got" :Ger em roja 19’ê Tîrmehê binirxînin û baş lê binêrin em ê bibînin ku ew bi xwe dîrokeke nû ye. Ji bo wê jî li Rojhilata Navîn û bi taybetî li Sûriyeyê guhertinek li ser asta jiyanê giştî çêkir. Em dikarin bibêjin Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa gel û şoreşa jinan e ji ber ku ew tiştên bi salan hatine windakirin îro bi îradeya jinan û hebûna wan di encama şoreşa 19’ê Tîrmehê de  pêk tên. Em dikarin ji vê şoreşê re bibêjin çirûska jiyana nû ji bo Rojhilata Navîn û cîhanê. Di vê şoreşê de her kes cihê xwe digre, ji hemû pêkhateyan ji hemû çandan û hemû gelan re cih heye, ev şoreşa îradeya gelan e, şoreşa gelan ji bo guhertineke demokratîk li hemberî zilmê ye. Dema ku jin rizgar bibin û azad dibin ev tê wateya ku ev zulum hêdî hêdî kêm dibe û azadî bi pêş dikeve."

“Şoreşa 19’ê Tîrmehê bingeha xwe li ser wekheviya gelan û hevjiyana azad saz kir”

Zêneb Qenber bi berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Bingeha şoreşa 19’ê Tîrmehê li ser pêkanîna îradeya gelan bû, li ser lihevkirin û yekbûna îradeya gelan bû. Di heman demê de li ser biratiya gelan û hevjiyana azad bû. Ji bo vê jî em dibêjin ev tişt di hin cihên taybet de hebûn lê roj bi roj em dibînin ku li bakurê Sûriyeyê hemû pêkhateyên ku dijîn, bi îrade, bi israr, bi berxwedanî û bi berdewamkirina şoreşê û parastina encamên wê, îro di her rêveberiyê de hemû pêkhateyan bi rê ve dibe dema ku jin û mêr bi hev re bi rêve dibin ev jiyana hevbeş e. Ketina jinan a nava pergala hevseroketiyê jî yek ji encamên Şoreşa 19’ê Tîrmehê ye.

“îradeya herî xurt îradeya gel bû”

Zêneb Qenber di axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana Şêx Meqsûd û wiha berdewam kir: "Dema ku şoreşê dest pê kir hemû kesên ku li ser warê wan dagirkerî hebû, berê xwe didan taxa Şêx Meqsûd. Di taxa Şêx Meqsûd de jî jiyana hevbeş hatibû avakirin, îradeyek hevbeş pêk hatibû. Taxa Şêx Meqsûd bû hedefa dijberên gel lê di encamê de gel bû yek û yekitiya gel bi ser ket. Li ser vê bingehê meclisên hevbeş hatin avakirin ji aliye gelên li taxa Şêx Meqsûd ve. Di nava jiyana li Şêx Meqsûd de berxwedanî û parastina hêza leşkerî dihat kirin. Li ser vê bingehê roj bi roj îradeya gel bilind dibû û îsrara têkoşînê zêdetir dibû heya ku dijmin têk çû. Li Şêx Meqsûd berxwedaniyek mezin hat kirin û xwîn hat rijandin ji ber vê yekê ev îrade bi ser ket û bû mînak ji hemû berxwedaniyên din re."

“Em weke gelê Kurd em xwedî nirx û îrade ne”

Zêneb Qenber di nava axaftina xwe de li ser girîngiya aliyê siyasî û leşkerî axivî û got: "Dijmin dixwaze hêza siyasî û leşkerî ji hev belav bike. Ji ber vê yekê her dem hêza me ya siyasî û ya leşkerî bi hev re gavên xwe davêjin. Hêza leşkerî li hember dijmin xwe rizgar dike, li hember wê jî hêza me ya siyasî jî xurt dibe, ji bo nasnameya me em weke gel di vir de dijîn. Weke gelê Bakûr û Rojhilata Sûriyeyê çawa em dikarin pêşeroja xwe binirxînin, xwe îsbat bikin. Ji ber ku xweseriya demokratîk encama Şoreşa 19’ê Tîrmehê ye, ji ber wê jî siyaseta me îro di asteke xurt de ye, hem li derve hem li hundirê Sûriyeyê. Em weke gelê Kurd xwedî nirx in. Xwedî erd in, xwedî dîrok in û xwedî maf in. Ji bo wê jî em ê çawa bi hev re rûnên û li hev bikin û çawa yekbûna gelan mayînde bikin, heya ku em bigihîjînin encameke xweş.

“Ger em bi destên hev bigirin em ê bigihîjin jiyana azad”

Zêneb Qember di dawiya axaftina xwe de got: "Em wek jinên Meclisa Sûriyeya Demokratîk, bi hev re hereket dikin, bi hev re dişêwirin ji ber ku divê teqez em yekitiya jinan çêbikin. Dema yekitiya jinan çêbibe, hêza jinan dikare hemû dagirkeran têk bibe û herî zêde em dixwazin gavên me çalaktir bin ji bo şikandina hemû desthilatdaran."