Şine Hesen: Divê hunermend li hemberî êrîşan xwedî yek helwestê bin

Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê hunermend jî xwedî helwestin û ji hikumetê daxwaz dikin da ku rê nede vê dagirkeriyê û li dijê wê xwedî helwest bin.

Silêmanî - Hunermendên Başûrê Kurdistanê li diji dagirkeriya xaka Başûr helwest didin nîşandan. Hunermend Şine Hesen hunermend û aktorek naskirî ya Başûrê Kurdistanê ye diyarkir ku armanca dewleta Tirk ya dagirkirina xaka Başûr tunekirina gelê Kurde û daxwaz kir ku hunermend bê deng nemînin û bi yek dengî li dijî van êrîşan xwedî helwest bin. 
“Divê li dijî dagirkeriyê huermend xwedî helwest bin”
Hunermend Şine Hesen, di hevpeyvîna xwe ya bi ajansa me re dide zanîn ku divê gelê Kurd yên li çar parçeyên Kurdistanê helwesta xwe ya li dijî dagirkeriya xaka Başûr nîşan bidin û got: “Li ser ev dagirkeriya ku niha heye, ez hêvîdarim Kurdên li herçar parçeyên Kurdistanê xwedî yek deng û yek rêz bin. Divê li dijî vê yekê xwedî helwest bin. Ev bê xwemiya hunermed û gelê me ziyanek mezin dide xaka me. Ji ber wê pêwîste em bi yek deng û yek rêzê xwedî yek helwestê bin, divê niha em dilsoziya xwe bidin diyar kirin.”
“Huner bingehek mizin yê şoreşê ye”
Şine bang li hemû hunermendan kir da ku di hunerên xwe de jî xwedî helwest bin û wiha domand: “Ji ber hunermend dikare dengê xwe û yê gel bigihine hemû cihan û ewin gel kom dikin, divê hemû hunermedn xwedî yek helwestê bin. Ji ber huner bingehek mizin yê şoreşê ji bo rakirina gel heye. Hunermend niha lewazin û karê xwe li gorî pêwîst nakin, divê hunermend li diji dagirkeriya dewleta Tirk ya xaka başûrê Kurdistanê û parçeyên din yên Kurdistanê xwedî helwestek hişk be. Ez serkeftinê ji gelê Kurd û berxwedanvanên li dijî êrîşên dewleta Tirk şer dikin dixwazim.”