Şîlan Şakir: Divê hikûmeta Fransayê hêzên li pişt êrîşê eşkere bike

Endama REPAK'ê Şîlan Şakir diyar kir ku cara duyemîn e pêşengên Tevgera Jinên Kurd û welatparêzên Kurd bi awayekî plankirî li Parîsê tên hedefgirtin, bang kir ku hikûmeta Fransayê hêzên li pişt êrîşê eşkere bike.

Şîrîn Salih

Silêmanî- Duh li paytexta Fransa Parîsê li dijî Komeleya Çanda Kurd a Ahmet Kaya û du kargehên aîdê welatparêzên Kurd êrîşek pêk hat. Di êrîşê de yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Emîne Kara jî di nav de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Gelê Kurd û dostên wan ên ku ji duh ve li Fransa û gelek bajarên Ewropayê daketin qadan, daxwaza ronîkirina hêzên li pişt êrîşê dikin û bi çalakiyan êrîşê şermezar dikin.

Endama Navenda Têkiliyên Jinên Kurd (REPAK) Şîlan Şakir, bang li hikûmeta Fransayê kir ku hêzên li pişt êrîşê eşkere bike û helwesteke radîkaltir û bi bandor nîşan bide û diyar kir ku pêşengên Tevgera Jinên Kurd û gelê Kurd ên di hedefa êrîşan de ne dê gav paşve navêjin.

'Bedêla wê çi dibe bila bibe em ê di têkoşîna azadiyê de paşve gav navêjin'

Şîlan Şakir destnîşan kir ku pêşengên Tevgera Jinên Kurd bi taybetî tên hedefgirtin û qetilkirin, têkildarî komkujiya Parîsê ya duh pêk hat wiha axivî:

“Dîsa komkujiyeke mezin bû, me dîsa yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd winda kir, gelê Kurd bi êşeke mezin hejiya. Erê, dilê me êşiya, êşa me mezin e lê ji bo em têkoşînê ber bi qonaxeke bi pêş ve bibin, biryardariya me xurt e. Li ku derê têkoşereke jin a Kurd hebe, rejîmên qirker ên serdest êrîş dikin û qetil dikin. Em êdî sînoran nas nakin, me sînorên erdnîgariyan jî derbas kiriye. Têkoşîna me êdî di asta gerdûnî de dimeşe. Pêvajoya şoreşgerî ya ku di pêşengiya jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de li derdora dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' dest pê kir, ev yek careke din îsbat kir. Lewma li ku derê dibe bila bibe û berdêla wê çi dibe bila bibe, em ê ji têkoşîna xwe ya azadiyê kêliyek jî gav paşve navêjin.”

'Êrîşa Parîsê jî parçeyek plana qirkirinê ye'

Endama REPAK'ê Şîlan Şakir, destnîşan kir ku komkujiya duh li Parîsê pêk hat, perçeyek konsept û plana êrîşê ye ku ji yek navendê hatiye organîzekirin û ji êrîşên qirkirinê yên li dijî Rojava, Basûr û Bakurê Kurdistanê pêk tên ne serbixwe ye, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:

“Bêguman komkujiya ku duh li Parîsê pêk hat, ji komkujiyên berê hatine pêkanîn, ji êrîşên li ser Rojava, li Bakurê Kurdistanê êrîşên li ser jinên Kurd, îşkence û êrîşên li ser jinan ku hejmara wan di girtîgehan de bi deh û sed hezaran derbas dike ne serbixwe ye. Rojane ji girtîgehan cenazeyên şehîdan derdikevin. Dîsa êrîşên li dijî îradeya jinên Kurd ên li Bakurê Kurdistanê ji êrîşa li dijî rêhevala me Nagihan, êrîşên hovane yên bi çekên kîmyewî li dijî zarokên gelê Kurd ên pêk tên neserbixwe ye. Ev hemû êrîş perçeyek heman konsept û planeke û teslîmbûn û tunekirina îradeya gelê Kurd armanc dike. Ev êrîşa ku duh pêk hat jî perçeya heman plan û konseptê ye.”

'Divê em li hemberî êrîşan yekitiyê xurt bikin'

Endama REPAK'ê Şîlan Şakir diyar kir ku heta li dijî êrîşan li ser esasê yekitiyê helwestek hevpar neyê pêşxistin dê êrîş bidomin û got:

“Ger dema rêheval Nagîhan li Başurê Kurdistanê hat qetilkirin, me bertekek mezintir nîşan dabûya, hin girseyî xwedî derketibûna û li hemberî qirkerên dagirker helwestek mezintir nîşan bida, belkî îro li Parîsê cesareta wan a komkujiyeke wiha tunebûya. Weke jin di vê pêvajoyê de erk û berpirsyariyên me yên hin mezintir hene. Divê em hîn tundtir helwest deynîn, bi yekîtî û hevgirtinêk zêdetir tevbigerin.”

'Divê hikûmeta Fransayê êrîşê ronî bike'

Şîlan Şakir, diyar kir ku ji êrîşa terorê ku duh li Parîsê pêk hat hikûmeta Fransayê berpirsyar e û wiha got: “Ger kujerên rêheval Sakîne û hevalên ku bi wê re di sala 2013’an de hatin qetilkirin û hêzên li pişt wî hatibûna eşkerekirin, helwesteke cidî nîşan dabûna û hatibûna girtin û darizandin dê îro êrîşeke din li Parîsê çênebûya. Dîsa dewleta Tirk a faşîst dê cesareta pêkanîna êrîşeke bi vî rengî nedîta.”

'Em ji êrîşan natirsin, em ê paşve gav navêjin'

Şîlan Şakir bi gotinên; “Êdî gelê Kurd ji qirkirinan natirse, gav paşve navêje. Divê her kes vê bizane, êrîş çi dibe bila bibe em ê teslîm nebin” der barê hedeftirtina pêşengên tevgera jinên Kurd de de wiha got:

“Di tevahiya dîrokê de jinên Kurd di têkoşîna azadiya gelê xwe de rolên dîrokî lîstin. Êdî têkoşîna azadiya jinên Kurd bûye gerdûnî. Jin pêşengiya vê têkoşînê û avakirina civakeke demokratîk, wekhev û azad dikin. Ger jin neyên azadkirin dê civak jî neyê azadkirin. Hikûmetên serdest ên mêr ku dizanin heta jin neyên kolekirin dê nikaribin hemû civakê û mêr jî bikin kole, di serî de jinan hedef digre. Lewma desthilatdariya serdest a mêr û pêkhateyên faşîst ji vê asta ku jin hatiye ditirsin. Ji ber vê jî ewqas êrîş dikin. Hikûmetên serdest ên mêr ne tenê jinên pêşeng, hebûna jineke bi zanebûn, xwedî îrade û ya rabûye ser piyan û şiyar bûye qabûl nakin. Lewma êrîş dikin û dê êrîş jî bikin. Êrîş û qetilkirina pêşengên Tevgera Jinên Kurd weke riyeke paşvexistina têkoşîna azadiya Kurd û bi temamî teslîmgirtina gelê Kurd dibînin."

Endama Navenda Têkiliyên Jinên Kurd Şîlan Şakir di dawiyê de bang li Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê û tevahiya gelê Kurd, raya giştî ya demokratîk a şoreşger kir ku xwedî li têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd derbikevin, piştgiriyê bidin û bilind bikin.