Şerîfa Hesen: Dewleta tirk bi erîşan hewl dide herêmên din jî dagir bike

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk Şerîfa Hesen da zanîn ku dewleta tirk siyaset û êrîşên xwe tenê bi dagirkirina hin herêman nasekinîne û her dem gef li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixew.

 

EBÎR MUHEMED
Qamişlo- Dewleta tirk bi rê û rêbazên cur be cur êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Roja ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê pêk hat, bêtehemuliya dewleta tirk li hemberî projeya neteweya demokratîk çêdibe, vê yekê jî di destpêkê de hevkariya xwe bi çeteyên DAIŞ'ê re nîşan da. Piştî ku çete li seranserî Rojavayê Kurdistanê têk çûn, ew bi xwe derketin ser dikê û li ber çavên tevahî mirovahiyê êrîşî Kantona Efrînê kirin û di encamê de dagir kirin. Her wiha bajarê Girê Spî û Serêkanî jî dagir kirin. Piştî dagirkirina van herêman kiryarên dewleta tirk ranewestiyan her roj bi hawan û balafirên bê mirov êrîşî herêmê dike. Li hemberî van êrîşan berxwedana gel didome. Têkildarî êrîşên dewleta tirk li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şerîfa Hesen axivî.
"Rojane êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike"
Şerîfa da zanîn ku siyaseta dewleta tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike û got: "Pêvajoya ku em tê de derbas dibin, pir hesas û girîng e. Dewleta tirk di vê pêvajoyê de êrîşên herî hov û giran li dijî gelê vê herêmê pêk tîne. Ji dîrokê bigre heta niha, dewleta tirk naxwaze gelê kurd bibe xwedî vînê loma bi êrîşên cur be cur dixwaze me qir bike. Dema ku Kurdistan kirin çar perçe, wê demê jî xwestibûn gelê Kurd tune bikin. Dewleta tirk bi awayekî hov rojane êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Tu rojek bê êrîş derbas nabe, her roj êrîşê Til Rifat û Til Temirê dike. Di wan êrîşan de gelek dibin hedef û tên qetilkirin. Dewleta tirk dewleteke terorîst e û komên çete li derdora xwe dihewîne. Dibe ku bajarên Efrîn, Girê Spî û Serêkanî dagir kiribe lê dewleta tirk tu caran nagihîje armancên xwe, ji ber Kurd ne wekî berê ne."
"Bi têkoşînê serkeftinê misoger bikin"
Şerife bal kişand ser berxwedana gel li dijî êrîşên dewleta tirk û wiha domand: "Gelê me êdî zana ye û gihîştiye wê astê ku li ser felsefeya Rêber Apo û xeta şehîdên xwe dimeşin. Gelê me rastiya dewleta tirk nas kiriye û dewletên ku hevkariya wan dikin jî nas dike. Em li hemberî vê êrîşê berxwedanek mezin raber dikin, çiqas êrîşên dijwar jî li ser me werin kirin em ê têbikoşin. Em dev ji axa xwe bernadin, heta em ê bajarên hatine dagirkirin jî rizgar bikin. Çiqas siyaseta dewleta tirk xurt be jî siyaseta me ji ya wan xurtir e. Hêza me têrê dike ku em li ber xwe bidin. Her wiha zanebûna gelê me ji ya wan xurtir e, ji ber ku hemû destkeftiyên me bi dest xistine, bi saya zarokên vî gelî ne û ev gel jî li xwîna zarokên xwe xwedî derdikeve. Dewleta tirk hêza xwe ji NATO’yê digre lê em hêza xwe ji gel digrin loma îradeya me ji wan xurtir e. Em ji xwe re xeta sêyemîn esas digrin ku çiqas bi êrîşan bi ser me ve werin jî em ê bi têkoşîna xwe serkeftinê misoger bikin."
"Dewleta tirk gefan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe"
Şerîfa diyar kir ku dewleta tirk di van demên dawî de gef li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe û wiha bi dawî kir: "Em ber bi sala nû ve diçin. Dewleta tirk ne tenê di sala nû de, her dem siyaseta xwe ya tunekirinê li dijî gelê Kurd pêk tîne. Li hemberî siyaseta dewleta tirk, gelê Kurd wekhevî û edaletê diparêze, ji ber ew ne wekî berê ye û serî li hemberî zilma dewleta tirk natewîne. Dewleta tirk ev demên dawî her dem gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe û dibêje ku ew ê careke din êrîş bike lê gelê me li hemberî vê gefê paşve naçe û dê planên wan têk biçin. Gelê me tu caran dev ji axa dapîrên xwe bernade wê çi be jî parastina xwe û axa xwe bike. Siyaseta dewleta tirk, Rusya û Emerîkayê kûr e û her kes dizane ku pişta hev bernadin û li pey berjewendiyên xwe ne. Em weke Rojavayê Kurdistanê, dibêjin ku ji bo berjewendiyên gelê xwe, bi her aliyê re em ji diyalogê re amade ne. Dema ku aliyek berjewendiyên gelê xwe bifikire, ji her diyalogê re jî amade ye. Hemû dewletên ku li vir cihê xwe digrin, ji bo berjewendiyên xwe nêzî her tiştî dibin. Ger Rusya û Emerîka bixwazin dikarin aloziya Sûriyeyê çareser bikin lê ew baş dizanin ku çiqas alozî dirêj bike dê ev yek feydeyê li wan bike."