‘Şerê li Rojhilata Navîn wê nexşeya Sûriyeyê biguherîne’

Endama Desteya Serokatiyê ya MSD’ê Şêra Osê têkildarî êrişên dawî yên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şerê li Rojhilata Navîn û bandora wê ya li ser Sûriyeyê bi taybetî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin kir.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo - Di salên dawî de Rojhilata Navîn û cîhan ji ber krîz û kaosa ku tê jiyîn, malovanî ji geşedanên mezin re kiriye. Şerê ku hêzên hegomon pêş xistine, mafê jiyan û hebûna gelan ji destên wan girt û Rojhilata Navîn xist nava trajediyek mezin. Îro şerê qirkirinê yê ku Îsrail serkêşiya wê dike, ji aliyê hemû cîhanê ve tê dîtin. Li herêmê qirkirin ne tenê bi destên Îsraîlê, li gel vê jî encamên qirkirinên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve li ser gelê Kurd û gelê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê pêkanîn her roja diçe giran dibe lê belê trajediya bingehîn ew e ku qirkirina Tirkiye pêk tîne, ne ji aliyê herêmê ve ne jî ji aliyê cîhanê ve nayê dîtin. 

Ji ber vê yekê Tirkiye di her firsendê de ji bo xwe hincetek ava dike û êrişên qirkirinê li ser şoreşa gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne.

Di salên dawî de gelek pêşketinên cuda li ser asta cîhanê û bi taybetî li Rojhilata Navîn qewimîn û heta roja îro berdewam dikin. Şerê dijber, êriş û destwerdanên Tirkiyeyê yên berdewam li ser axa welatên derdorê ku yek ji wan Sûriye ye, li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Ev hemû şer û êrişên berdewam bandora xwe li doza Kurdan dikin û nexşeyeke nû bi xwe re tînin. Ev guhertin metirsiyeke mezin ji bo dewletên desthilatdar bi taybetî yên ku Kurdistan di navbera wan de hatiye parçekirin çêdike.

Endama Desteya Serokatiyê ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Şêra Osê ji ajansa me re têkildarî êrişên dawî yên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şerê li Rojhilata Navîn û bandora wê ya li ser Sûriyeyê û bi taybet Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin kir.

‘Armanc têkbirina sîstema demokratîk e’

Şêra Osê di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku êrişa 23’ê Cotmeha ya beriya çend rojan pêk hat, di demeke ku cîhan bi giştî li bendê bû aramî û aştî li Rojhilata Navîn pêk were de çêbûye û armanca van êrişan wiha anî ziman: “Ev ne cara yekem e ku Tirkiye bi awayekî hovane êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Ji sala 2022’an ve em rastî êrişên sîstematîk tên, binesazî û navendên xizmetguzariyê bi dijwarî tên hedefgirtin. Yek ji armancên vê êrişê hilweşandina aboriya herêmê, tirsandina gel û neçarkirina koçberiyê ye. Di heman demê de hewl dide guhertina demografîk weke ku li herêmên dagirkirî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kiriye, li deverên din jî bike. Her wiha armanca wê têkbirina sîstema demokratîk a Rêveberiya Xweser û pêkanîna “Mîsaqî Millî” ya dewleta Osmanî ye.”

‘Destwerdan li ser serweriya welatên Rojhilata Navîn çêbû’

Şêra Osê  da zanîn ku di dema dawî de şer kûrtir bûye û wiha domand: “Salek zêdetir e şerê Îsraîlê li dijî gelê Xezayê bênavber berdewam dike. Her wiha şerê Îsraîlê li dijî Hizballaha Lubnan û Îranê jî didome. Di salên dawî de, Îran û Tirkiyeyê gelek destwerdan li ser serweriya gelek welatên Rojhilata Navîn kirin, bi taybetî destwerdana Sûriyeyê kirin. Ji ber vê yekê Îsraîl bi piştgiriya Emerîkayê dixwaze rola wan li Rojhilata Navîn lawaz bike. Îsraîl gelek bi îsrar e di vê mijarê de, çi kom ango aliyên ku piştgiriya Îranê dikin li ku derê hebin dike hedef.”

Bandora şerê dijber li ser pirsgirêka Sûriyeyê

Şêra Osê destnîşan kir ku şerê heyî bandorê li pirsgirêka Sûriyeyê dike û wiha got: “Li ser axa Sûriyeyê, li herêmên ku desthilatdariya Sûriyeyê lê serwer e, piştgirên Îranê û kesayetên Îranî bi cih bûne û gelek ji wan ji aliyê Îsraîlê ve hatin hedefgirtin. Desthilatdariya Şamê nikare ji vî şerî derkeve, jixwe helwesta wê li hemberî van geşedanan bêdengî ye. Ango nikare helwest nîşan bide, naxwaze tevli vî şerî bibe, ji ber rewşa wê ya aborî xirab e û nikare li dijî tu aliyan şer bike. Li gorî gelek raporên hatine weşandin, desthilatdariya Şamê hejmareke mezin ji koçberên Lubnanî yên ji şerê li Başûrê Lubnanê reviyane, li herêm û gundên Sûriyeyê yên ku komên Hizballah tê de bi cih bûne, bi cih kirine. Ev yek dê bihêle ku di demên pêş de şerekî dijwartir li dijî Sûriyeyê çêbibe û destwerdana Îsraîlê bigihîje axa wê.”

‘Divê saziyên mafên mirovan li dijî sûcên dewleta Tirk bêdeng nemînin’

Şêra Osê di dawiya axaftina xwe de bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên mafên mirovan kir ku li dijî sûcên Tirkiyeyê yên li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin bêdeng nemînin. Her wiha bang li hemû aliyên Sûriyeyê kir ku beşdarî diyalogê bibin û wiha bi dawî kir: “Em daxwaz dikin ku çavên xwe ji êrişên dewleta Tirkiyeyê ya dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re negirin. Kesên ku di êrişên dawî de şehîd ketin welatiyên sivîl bûn, gelê me niha di nava krîzeke aborî de ye. Di heman demê de em bang li hemû aliyên Sûriyeyê yên welatparêz dikin ku beşdarî diyaloga Sûrî-Sûrî bibin û ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê bixebitin.”