Şehîn Huseynî: Darvekirin û zext nikarin rê li hevgirtina Kurd û jinan bigrin
Endama platforma JÎNA Şehîn Huseynî, diyar kir ku Rojhilatê Kurdistanê di çarçoveya ji nû ve avakirina jeopolîtîk a Rojhilata Navîn de bi zêdebûna darvekirin û zextê re rûbirû ye û jinên Kurd ji bo berxwedan û guhertinê xeta rêxistinkirî ava dikin.
ŞEHLA MUHAMMEDÎ
Navenda Nûçeyan – Di rewşek ku Rojhilata Navîn her ku diçe dibe qada pêşbaziyê, aloziyê û ji nû ve pênasekirina sînorên bandorê di çarçoveya ji nû ve sazkirina jeopolîtîk û planên nû yên hêzên hegemonîk ên cîhanî de û Kurdistan bûye yek ji navendên sereke yên van geşedanan, mijara jinan û tevgerên sivîl li vê herêmê du qat girîng bûye. Di vê çarçoveyê de, avakirina koalîsyon û hevpeymaniyên jinan di dilê van geşedanan de dikare wek hewldanek ji nû ve pênasekirina rol û mîsyona civakî û siyasî ya jinan were dîtin.
Cîgira Sekretera Giştî ya Yekîtiya Jinên Demokrat ên Kurdistana Îranê û endama “Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê-JÎNA” Şehîn Huseynî
derbarê pêla darvekirina girtiyên siyasî, bi taybetî yên Kurdan, pêvajo û encamên danûstandinên di navbera Îran û DYE de bersiva pirsên me da.
Koalîsyona Jinên Rojhilatê Kurdistanê-JÎNA ji bo çi armanc û di bin çi şert û mercan de hatiye damezrandin, armanc û perspektîfên wê yên siyasî û civakî yên herî girîng çi ne?
Dema em li dîroka tevgeran dinhêrin, di serî de tevgera femînîst, tevgera karkeran a Ewropayê û tevgera “Jin Jiyan Azadî” em dibînin ku ev tevgera ku ji şehadeta keça Saqizê Jîna (Mahsa) Emînî îlham girtiye, bê ferqa jin û mêr, îro li hemû cîhanê deng vedaye.
Em dibînin ku ev hemû tevger bi saya hevgirtin û yekîtiya jinên têkoşer û mafxwazan hatine pêkanîn û bidestxistin. Ev fikir me ber bi têkoşîna ji bo nasnameya zayendî, wekheviya zayendî û xwerêvebirinê, hemû cûreyên cudakariya li dijî jinan ji holê rake û ji bo jinên li Rojhilatê Kurdistanê pêşerojek çêtir ava bike û mîsoger bike ku jin di astên herî bilind ên desthilatdariyê, di qanûndanînê û deverên din de cihê heq dikin bigre ve bir.
‘JÎNA di 30’ê Nîsana 2026’an de hat îlankirin’
Di vê çarçoveyê de, me ev hevpeymanî ava kir. Ev hevpeymanî ji gelek rêxistinên sereke di nav de Yekîtiya Jinên Demokrat ên Kurdistana Îranê, Rêxistina Rizgariya Jinên Kurdistanê (MINA), Horizona Jinên Kurd ên Komale, Rêxistina Jinên Xebatê ya Kurdistana Îranê û Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) pêk tê. Ev hevpeymanî encama civînên berdewam e, hem bi awayek fizîkî û hem jî onlîne û di dawiyê de me di 30’ê Nîsana 2026’an de karî wê wek rêxistinek sivîl û neteweyî îlan bikin. Ya girîng ew e ku ev hevpeymanî, tevî cudahiyên di îdeolojî, nêrîn û îdeolojiyên partî û rêxistinî de, hewl dide ku hem ji bo têkoşîna neteweyî û hem jî ji bo têkoşîna li dijî newekheviya zayendî bi hev re bixebite.
‘Vê hevgirtinê di nav rayedarên Komara Îslamî de tirs û fikar çêkiriye’
Armanca bingehîn a vê hevpeymaniyê ew e ku hêz û kapasîteya neteweyî ya jinan bike yek û pozîsyona wan di civakê de xurt bike. Manîfestoya vê hevpeymaniyê li ser prensîba ‘azadiya neteweyî bi azadiya jinan ve girêdayî ye’ hatiye damezrandin. Weke din, her kes, sazî, an rêxistinek ku polîtîka, armanc û prensîbên vê hevpeymaniyê qebûl dike, dikare tevlî bibe.
Di navbera partiyên Kurdî de peydabûna hevgirtin û yekîtiyê cihê şanaziyê ye. Ev yekrêzî pêwîstiyek civaka Kurd e, ji ber yekrêzî li gorî berjewendiyên gelê Kurdistanê pêk hat. Koalîsyona ku ji aliyê rêxistinên jinan ve di nava partiyên siyasî de hatiye avakirin çavkaniya xwe ji vê fikarê digre; Xala sereke ya vê xemê di civakê de jina Kurd e. Yek ji armancên vê hevpeymaniyê jî xurtkirina vê hevgirtinê di navbera partiyan de ye. Ji ber vê yekê em wek şervanên jin ên Kurd dikarin bi partiyên xwe re ji bo azadî û wekheviyê têbikoşin û tevbigerin.
Li gorî nêrîna me, vê hevgirtinê di nav rayedarên Komara Îslamî de tirs û fikar çêkiriye. Heta wê astê ku vê hikûmetê êrîşên xwe ji deverên din zêdetir ber bi partiyên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê ve araste kiriye. Bi dîtina me, Komara Îslamî herî zêde ji biryardarî û hevgirtina di navbera partiyên siyasî yên li Kurdistanê de ditirse.
Ev pirsgirêk di awayê birêvebirina xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê de jî tê dîtin. Di gelek tevgeran de, di nav de xwepêşandanên Çileyê, hejmarek girîng ji kesên ku hatine kuştin ji bajarên Kurdistanê, Kirmaşan, Îlam û Melekşahî bûn.
Rewşa niha ya derbarê girtiyên siyasî de, bi taybetî darvekirinên li Kurdistanê hûn çawa dinirxînin û çima Kurdistan di van salên dawî de bûye yek ji navendên sereke yên tepeserkirin û darvekirinê?
Mixabin, bi taybetî li Kurdistanê hejmara darvekirinan roj bi roj zêde dibe. Bi dîtina me, Komara Îslamî baş dizane ku bi ewletirkirin û leşkerîkirina Rojhilatê Kurdistanê, ew kontrola xwe li ser vê herêmê bêtir zêde dike. Di bin van şert û mercan de, mirov ne li malên xwe û ne jî li kolanan bi ewle ne; ji bilî vê, daxwaza mafên xwe yên rewa jî nayê kirin. Ew kesên ku dixwazin mafên sivîl û welatîbûnê biparêzin, bi zext û girtinan re rû bi rû dimînin. Ji ber vê, rêxistinên sivîl û siyasî divê bibin dengê van kesan û nehêlin mafên wan werin binpêkirin an jî bêdeng werin jibîrkirin.
Di heman demê de, rola çalakvanên siyasî û sivîl di veguhestina dengê girtiyan bo rêxistinên civaka sivîl û mafên mirovan, destpêkirina kampanyayan û afirandina hashtagên piştgiriyê di qada dijîtal de dikare pir girîng be. Hemû ev kapasîte dikarin ji bo têkoşîna li dijî tepeserkirinê û piştgirîkirina daxwazên sivîl bên bikaranîn. Bêyî ku pêşketinên ku çêbibin çi bin, em bawer dikin ku cewhera Komara Îslamî li ser kuştin, îşkencekirin û girtina dijberên xwe û tepeserkirina her dengê li dijî îrade û serweriya wê be hatiye avakirin.
Hûn danûstandinên di navbera Îran û DYE de di çi çarçovê de analîz dikin û bandorên van danûstandinan li ser civaka Îranê, bi taybetî li ser Kurdan, çi ne?
Bi dîtina me, nakokiya di navbera Îran, DYE û Îsraîlê de ku her ku diçe zêde dibe, ne di berjewendiya gelê Îranê de ye. Niha danûstandinên ku derketine pêş, ev pêvajo bêtir wekî rêyek ji bo kirîna demê xuya dike. Bi dîtina me, beşek ji vê pirsgirêkê ji rewş û pêşketinên heyî derdikeve, di nav de organîzekirina pêşbirkên gerdûnî û ultîmatomên ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ji Îranê re dane. Bi dîtina me, ev ultîmatom dikarin bibin sedema ji nû ve destpêkirina şer û berdewamiya pêvajoyek ku gefên cidî li ser pêşeroja Îranê diafirîne. Me hemûyan şahidî kiriye ku ev danûstandin ku bi gefên hevbeş û carnan nakokiyan têne xuyakirin, wê encamê diafirînin ku gihîştina rêkeftinek mayînde, hetta bi navbeynkariya aliyekî sêyemîn jî, bi zehmetiyên girîng re rû bi rû dimîne. Li aliyê din, rayedarên Îranî heta niha ti amadebûnek nîşan nedane ku bi aliyê Emerîkî re rasterast danûstandinan bikin.
Mijarên din ên di rojevê de mijara nukleerî ne ku Komara Îslamî bi salan e li pey wê ye û Tengava Hurmîzê, yek ji girîngtirîn korîdorên enerjiyê yên cîhanê ye ku Îranê bi berdewamî wekî amûrek zextê di têkiliyên herêmî û navneteweyî de bikar aniye. Bi dîtina me hikûmet, ku 47 sal in ‘Mirinê ji bo Emerîkayê’ diqîre, di avakirina baweriyê de bi krîzek cidî re rû bi rû ye. Ji aliyekî din ve, em bawer dikin ku di nav pergala desthilatdariyê de nîşanên nerazîbûn û dabeşbûnê hene; hin hêzên nêzîkî Rêberê Komara Îslamî her rêkeftinek wekî dijî îdealên rejîmê dibînin. Hinên din, di nav de hin hêzên girêdayî Muhafizên Şoreşê, hewl didin bi rêkeftinek wisa piştgiriyê bidin berdewamiya rejîmê.
Di heman demê de, pirsgirêkên aborî, di nav de bêkarî, enflasyon, gendelî û zextên aborî, bandor li jiyana gelek welatiyan kiriye. Bi dîtina me, girtîgeh ji bo çalakvanên siyasî û sivîl û jîngehê bûn navendên girtinê û ewlehiyê siya xwe avêtiyr ser beşên cûda yên civakê.
Li gorî me, heta ger di navbera Îran û DYE’yê de rêkeftinek çêbibe jî (ku em vê yekê muhtemel nabînin), civaka Îranê dê bi pirsgirêkên kûr ên aborî, civakî û siyasî re rûbirû bimîne. Em bawer dikin ku di dawiyê de, pêşeroja welat dê ji hêla gelê wê ve were destnîşankirin.
Li gorî nêrîna me, divê Kurd jî bi parastina yekîtî û hevgirtinê û bi berdewamkirina têkoşîna xwe ya sivîl, nasnameyî û siyasî, di vê rêyê de pêşve biçin, bi vî awayî maf û daxwazên xwe di pêşerojeke demokratîk de mîsoger bikin.