Şehên Mihemed: Divê helwesta li dijî dagirkeriyê eşkere be

Endama Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Şehên Mihemed diyarkir ku bêdengbûna hikumeta Iraq û herêma Kurdistanê li hemberî êrişan tê wateya havkariya êrişan û got: “Divê li dijî êrişan hemû kes xwedî helwest bin.”

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Êriş û dagirkeriya dewleta Tirk û Îranê li ser xaka başûrê Kurdistan berdewam dike. Ji 1’ê çileya 1991’an, heta 30’ê hezîrana 2024’an hertim başûrê Kurdistanê tê hedefgirtin. Li gor daneyên sala 2024’an a rapora rêxistina CPT ya Emerîka, di nava 33 salan de 845 hewelatî hatin hedefgirtin, di nav de 249 jin û 238 zarok jî hene.

Li bajarê Hewlêr 283, Silêmanî 216, Dihok 306 û li Nînova jî 40 hemwelatî bûne hedefa êrişan.  Hedefgirtina hemwelatiyan bi çend cûrên çekan hatine pêkanin. Bi balefirên şer 333 hemwelatî, bi balefirên bê mirov û bi çek 142, bi êrişên toparanan 115, bi çekên giran 71, bi çekê 30, bi teqîna mayînan 31, bi çekên kimyawî 18, bi helîkopterê 2, ravandin 2, bi parçeyên balefirên bê mirov 1 hemwelatî jiyana xwe ji dest dane.

Hevkariya Iraq û PDK’ê bi dewleta Tirk re

Endama Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ya herêma Silêmanî Şehên Mihemed diyarkir ku ev 33 sale bi sedemên cûda êrişî hemwelatiyên başûrê Kurdistanê tê kirin û wiha got: “Dewleta dagirker a Tirk bi riya êrişên leşkerî, dewleta Îran bi riya bêdengkirin û girtinan dengê azadî êrişên li ser başûrê Kurdistanê zêde kiriye. Dewleta dagirker a Tirk bi êrişan ranaweste ziyanê didin jîngeha başûrê Kurdistanê. Her wiha beşek ji hemwelatiyan di êrişên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne, ji aliyê herêma Kurdistanê ve nehatine qerebûkirin. Ji bo dagirkirina başûrê Kurdistanê planên navnetewî heye. Dagirkerî hertim hewl dide gelê Kurd negihin mafên xwe yên rewa. Encamdana êrişan bi hevkariya welatên cîhanê û lihevkirin endamên NATO, bê helwestiya hikumeta Iraqê li sînorên Iraq û bûye sedemê ne seqamgeriya Iraq û Başûrê Kurdistanê.”

‘Biryardana Iraqê di destên dagirkeran de ye’

Şehên Mihemed  da zanîn ku Iraq bi biryardana girtina sê partiyên siyasî, eşkere dike ku destwerdana dewleta dagirker bi rêjeyak berçav li başûrê Kurdistan û Iraqê heye û wiha got: “Desthilata Iraq, li gel dewleta Iraq û partiyên herêma Kurdistanê hevkarên îxanetê ne. Her wiha destwerdana Tirkiye û Îran rola dibînin ji bo berjewendiyên xwe destwerdanê li Iraq û herêma Kurdistanê bikin. Biryara girtina sê partiyên siyasî ji aliyê Iraqê ve nîşa me dide biryardana Iraqê di destê dewletên dagirker de ye. Bê helwestiya dewleta Iraqê, dewleta dagirker destwerdana xaka başûrê Kurdistan û Iraqê dike. Êrişên dewleta Tirk bi riya esmanî û bejahî ve bi hincetên cûda êrişî xaka başûrê Kurdistanê dike. Dewleta dagirker a Tirk û Îran bi riya sîxoran li başûrê Kurdistanê agahiyan derbarê şoreşger û azadîxwazan de kom dike, bi riya tirsandina azadîxwaza dixwazin dengê azad qût bikin. Hebûna dewletên serdest li pişt dagirkeriyê, bûye sedemê aloziyên li başûrê Kurdistan û Iraqê.”

‘Ji ber êrişên dewleta Tirk gelek gund hatine valakirin’

Şehên Mihemed di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser valakirina gundan ji aliyê dewleta Tirk ve û wiha dom kir: “Ji ber hatina dewleta dagirker ya Tirk bi havkariya PDK’ê zêdeyî 188 gundên başûrê Kurdistanê hatine valakirin. Zextên dewleta dagirker ya Tirk ji bo valakirina navçeyên Kurdistan gelek metirsîdar e. Êriş û dagirkerî bandorê li ser aboriya başûrê Kurdistanê dike. Hebûna berhemên xwemalî li herêma Kurdistan kêm dike. Êriş ziyanek zêde gihandiya çandinî û cotyaran. Jîngeha navçeyê têk dide û ziyanê dide jîngeha Kurdistanê. Her wiha kesên azadîxwaz dike hedef û şehîd dixe. Ji sala 1991’an heta sala 2024’an ji ber êriş û dagirkeriyê gelek hemwelatî şehîd bûn, ziyan gihaye jin û zarokan. Zêdeyî 200 zarok di êrşan de bûne hedef. Ciwan û zarok di êrişan de birîndar bûne û beşek zêde astengdar bûne.”

‘Dewleta Tirk dixwaze çand û zimanê Kurdî tune bike’

Şehên Mihemed îşaret bi wê yekê kir ku bêdengiya hikumeta herêma Kurdistanê dibe sedemê dilgiranî û nerazîbûna hemwelatiyên herêma Kurdistanê û got: “Li herêma Kurdistanê tiştek bi navê hikumeta herêma Kurdistanê nemaye. Ev hemû kiryarên li başûrê Kurdistanê rû didin ji me re dibêjin hikumetek tune ye. Dibe ku hikumê dû binemalên başûrê Kurdistanê heye ew jî welatê xwe li ser sêniya zêrîn pêşkêşî dagirekeriyê dikin. Dewleta Tirk bi navê qerta taybet, çend dibîstanên bi zimanê Tirkî li xaka herêma Kurdistanê vekiriye. Armanca dewleta dagirker ewe ku çand û zimanê Kurdî di xaka mede tune bike. Çareseriya rewşa başûrê Kurdistan ji aliyê Partiya Demoqratîk a Kurdistanê (PDK) ve rêgirî lê tê kirin.”

‘Divê hemwelatî li dijî êrişan bibin xwedî helwest’

Şehên Mihemed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di dema şehîdkirin û birîndarkirina hemwelatiyê di êrişên dewleta Tirk de, beşek ji wan ji aliyê desthilat ve weke şehîdên çeperê dinasin. Lê belê hemwelatiyên azadîxwaz di dema şehîdbûn û birîndarbûnê de weke şehîd tomar nakin. Divê hemwelatiyên ji ber êrişên dewleta Tirk ziyan dîtine, werin qerebû kirin. Malbatek li seyrangeha Kunemasî bi balefirên bê mirov ên dewleta Tirk di 25’ê hezîrana 2020’an de kirin hedef, di encamê de malbatek 8 kesî bi giranî birîndar bûn, tevî sozên aliyên peywendîdar. Lê belê tu qerebû û hewldan ji bo girtina çareserî nehate kirin. Her wiha geştiyarên biyanî zêdeyî 31 hemwelatiyên biyanî hatin şehîdkirin.  Lê belê nehtin qerebûkirin û weke şehîd nehatin tomar kirin. Divê hemwelatiyê başûrê Kurdistanê li dijî êriş û dagirkeriyê xwedî helwest bin. Divê her kesê civakê û hemwelatî xwedî yek helwestê bin û helwesta xwe bi eşkere nîşan bidin.”