Şandeya KNK’ê serdana Tevgera Goran kir

Rêzehevditinên Şandeya KNK’ê dom dike, îro jî şandeyê li Silêmaniyê serdana Tevgera Goran kir.

 
Silêmanî - Rêzehevditinên Şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ê di bin serokatiya Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mistefa de, li Silêmaniyê serdana Navenda Giştî ya Tevgera Goran kir. Şande ji aliyê Serokê Giştî yê Tevgera Goran Omer Seyid Elî û rêveberên wê ve hate pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de mijara yekîtiya neteweyî, êriş û dagirkeriya dewleta Tirk hate guftûgokirin. Tevgera Goran piştgiriya xwe ya ji hewldanên KNK’ê ya ji bo yekîtiya neteweyî û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk anî ziman.
Hevdîtinên KNK’ê yên ji bo yekitiya partiyên siyasî û ji bo pêşî lêgirtinan dagirkeriya xaka Başûrê Kurdistanê ji aliyê delweta Tirk ve çend roje bi partiyên siyasî re dom dike.