Şandeya HDP’ê li Yewnanîstanê ye

Şandeya HDP’ê bi parêzerên jin, parlementerên penaberan û penaberan re civiya.

Navenda Nûçeyan- Şandeya ji Parlamenterên HDP’ê pêktê li Yewnanîstanê şêwirên xwe didomîne. Şandeya ku ji Berdevka Partiya HDP’ê Ebru Gunay, Cîgira Hevserokatiya HDP'ê Feleknas Uca û Parlamenterê Wanê Sezaî Temellî pêktê, serdana Kampa Lavrîonê ku piraniya wê ji penaberên Tirkiyê pêktê kir û li wir bi mirovan re civiya.

Ebru Gunay, Feleknas Uca û parlamenterên jin ên Afgan ên li sirgûnê, ji bo ku bi parêzerên jin re hevgirtin û pevguhertina nêrînan bikin, çûn serdana nûnerên AWPLN (Afghan Women Parliamentarians & Leaders Network) yên li Atînayê. Şande di serdanê de bal kişand ser aliyên hevpar ên têkoşîna jinên Kurd û jinên Afganistanê û diyar kir ku her du têkoşîn jî li dijî heman zîhniyeta zordest tê meşandin. Di hevdîtinê de bi taybetî bal hat kişandin ser hevgirtin û hevpariya têkoşîna jinan.

Tê payîn ku şande beşdarî kongreya SYRIZA’ê bibe û li Parlamentoya Yewnanîstanê bi rêveberên PASOK û DîEM25’ê re hevdîtinan pêk bîne.