Şanda HDP’ê li gel Şanaz Îbrahîm serdana bazara Silêmaniyê kir

Şandeya HDP’ê û Şanaz Îbrahîm Ehmed bi hev re serdana bazara Silêmaniyê kirin.

Silêmanî– Şandeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi serokatiya Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmut Togrul, li Başûrê Kurdistanê serdanên xwe dewam dikin. Şandeyê serdana Karêgera Mekteba Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed kir. 
Şandeya HDP’ê û Şanaz Îbrahîm Ehmed serdana bazara bajarê Silêmaniyê. Pîştre çûn Zemaw ku mala şêwekarên Kurdin û xebatê wan têde tên nîşandan.
Armanca şandeya HDP’ê goftogokirina li ser rewşa siyasî ya Îraq û herêma Kurdsitan û giringiya hilbijartina pêşwext ya Îraqê bû û bal kişandin li ser yekrêzî û yekitiya netewî.