‘Îran û Tirkiye serweriya xaka başûrê Kurdistanê binpê dikin’

Parêzer û çalakvana mafên jinan Şilêr Mehmud diyar kir ku welatên derdorê Kurdistanê bi taybetî Tirkiye destwerdanê li herêma Kurdistanê dike û dixwaze sînorê desthilatdariya xwe li ser xaka Kurdan berfireh bike.

Navenda Nûçeyan- Êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dike, ji derveyî operasyonên leşkerî, dewleta Tirk bi riya siyaseta bi hevkariya partiyên herema Kurdistanê  serweriya herêma Kurdistanê dike. Ji derveyî wê jî rejîma Îranê bi danîna zêdetir leşkeran li ser sînor û şewitandina daristanên sînorên di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de ku ziyanê dide herêmê û bi riya siyasetê jî destwerdana herêma Kurdistanê dike.

Parêzer û çalakvana mafên jinan Şilêr Mehmûd ku xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye û li bajarê Koye yê Başûrê Kurdistanê dijî der barê destwerdana welatên derdorê bi taybetî dewleta Tirk û Îranê yên li ser herêma Kurdistanê nirxandin kir û diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze desthilatdariya xwe li ser xaka pîroz a Kurdan berfireh bike û wiha got: “Ger em behsa Kurdistanê bikin, Kurdistan ji bo Kurdan xakek pîroz e. Her dem Kurdan parastina xaka xwe kirine û ev erdnîgarî xwedî gelek dewlemendiyan e. Xwedî çavkaniyek zêde ya binerd e. Ji ber wê her dem çavên dijmin li ser xaka Kurdistanê ne. Ger dîroka Kurdan were xwendin wê were dîtin ku ka Kurdistan çend caran hatiye dagirkirin û ji aliyê welatên derdorê ve çawa hatiye parçekirin, bi taybetî dewleta Tirk û Îran gelek destwerdanan li ser herêma Kurdistanê dikin.”

‘Dewleta Tirk bi awayê hovane êrîşî herêma Kurdistanê dike’

Şilêr Mehmûr da zanîn ku di nava van çend salên dawî de wisa bûye ku serweriya Iraqê û herêma Kurdistanê tê binpêkirin û wiha domand: “Bi topbaran, bombebaran û hedefgirtina xelkê sivîl herêma Kurdistanê tê hedefgirtin. Ger em behsa Îranê bikin ji sala 2018’an ve bi çekên herî bi hêz Başûrê Kurdistanê dike hedef, xelkê dqetil dike. Ger em li zagonan binêrin em ê bibînin ku binpêkirina serweriya vî welatî li dijî zagonên mafên mirovan e. Tirkiye bi awayê herî hovane êrîşê herêma Kurdistanê dike, bi vê yekê nasekine, bi gule û çekên giran û çekên qedexekirî bi hinceta hebûna PKK’ê herêma Kurdistanê dike hedef. Ji derveyî wê jî bi balafirên bê mirov di van deman de çend kesên sivîl û bêguneh ji derve û li malên xwe hedef girt û qetil kir.”

‘Divê em nasname û çanda xwe biparêzin’

Şilêr Mehmûd di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Hikumeta herêma Kurdistan û desthilatdarî tenê bi şermezarkirinê bi sînor dimînin tu helwestek cidî nîşan nadin. Ji ber wê divê hemû hemwelatiyên Kurdistanê bê cudahiya bawerî li hemberî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk û Îranê xwedî heman helwestê bin. Divê em parastina nasname û çanda xwe bikin û yekitiya Kurdan biparêzin.”