Îlham Ehmed: Desthilatdariya Ehmed Şara yekrengî û koletiyê dixwaze

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed got: “Li Sûriyeyê ku ji aliyê desthilatdariya Ehmed El-Şara ve ku yekrengî û kolebûnê dixwaze tê birêvebirin, divê di Sûriyeya nû de jin xwedî rol bin.”

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Piştî hilweşîna rejîma Esed û hatina cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ), rewşa Sûriyeyê roj bi roj xirabtir dibe. Tevî hêviyên gelê Sûriyeyê ji bo jiyana baştir û bidawîbûna zilmê, ev hêvî zû têk çûn. Rêveberiya demkî ya Sûriyeyê, mîna rejîma Esed, mafên pêkhateyên cuda binpê dike û pergaleke yekalî, yekzimanî û yekrengî ferz dike. Tundî li dijî pêkhateyan, revandin û kuştin li Sûriyeyê zêde bûne.

Gelê Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di bin sîwana Rêveberiya Xweser de ye, dixwaze tarîtî careke din dubare nebe û bi destûreke bingehîn mafên xwe di hikûmeta Sûriyeyê de misoger bike. Jin jî wek her dem, tên paşguhkirin û hêviyeke wan ji hikûmeta demkî nîn e; ew dixwazin rola wan a rastîn hebe.

Li gorî daneyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji dema ku Ehmed El-Şara hat ser desthilatdariyê ve heta niha, qetilkirina sivîlan zêde bûye. Li seranserê Sûriyeyê 7 hezar ê 670 kes hatine kuştin û hejmareke zêde ya kesên mirî hê nehatiye belavkirin.

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Îlham Ehmed derbarê rewşa Sûriyeyê û desthilatdariya HTŞ’ê ji ajansa me re axivî:

‘Divê li Sûriyeyê aştî û yekîtî pêk were’

Îlham Ehmed got: “Çareserkirina pirsgirêkên Sûriyeyê ne hêsan e. Di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyeyê de diyalog li ser bingeha peymana 10’ê Adarê ku her du aliyan îmze kiribû, heye. Lê belê hikûmeta Sûriyeyê ev peyman bi cidî li ber çavan negirtiye û zextan didomîne. Li pişt van zextan armancên siyasî hene. Em dixwazin bizanibin çima astengî li ber peymana îmzekirî tê kirin. Ev rewş şerê li herêmê zêde dike û dibe sedema aloziyên li Rojhilata Navîn. Di vê demê de, aştî û yekîtî li Rojhilata Navîn girîng e. Divê li Sûriyeyê aştî û yekîtî pêk were lê welatên derdorê li hember rewşa Sûriyeyê helwestên cuda nîşan didin. Pêwîst e diyalogên girîng derbarê Sûriyeyê de dest pê bikin û daxwazên hemwelatiyan li ber çavan bên girtin da ku welatên derdorê di rewşeke bi aram de bijîn.”

‘Divê guherîn li Sûriyeyê çêbibe’

Îlham Ehmed diyar kir ku desthilatdariya yekrengî ya Ehmed El-Şera ne bingeha aştî û hevjiyana gelan e û got: “Sûriye bi siyaseta nakokî ya Ehmed El-Şara tê birêvebirin. Ev siyaseta yekrengiyê hewl dide encamên xwe bi dest bixe lê ev ne aqilane ye. Divê guherîneke kûr di rewşa Sûriyeyê de çêbibe. Hemû pêkhateyên Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser divê li ser bingeha hevjiyana azad ji nûve werin sazkirin. Di Sûriyeyeke nû de divê hevbeşî û yekîtî hebe û îradeya gel esas were girtin.”

‘Rêveberiya Xweser hewl dide çareseriyê ava bike’

Îlham Ehmed di dawiya axaftina xwe de got: “Di Sûriyeyeke nû de divê jin xwedî rol bin. Kontrolkirina Sûriyeyê bi mekanîzmayeke navendî zehmet e. Sûriye di bin cezayan de ye û di rewşeke ne aram de derbas dibe. Ji ber vê yekê, Rêveberiya Xweser di çarçoveyeke xurt de civîn û xebatên xwe zû bi encam dike. Ger Sûriye bixwaze ji vê rewşê derbas bibe divê li gorî dengê gel xwe birêxistin bike. Gelê Sûriyeyê peymana 10’ê Adarê girîng û erênî dibîne. Ji bo cîbicîkirina wê, pêwiîtî bi pêkanînê heye. Gelên Sûriyeyê ji bo çareseriya pirsgirêkên welat xwedî hêvî ne. Rêveberiya Xweser, tevî hemû zehmetiyan, li ser bingeha lihevkirinan hewl dide pirsgirêkan çareser bike, ji ber ku gel di bendewariya aştî û yekîtiyê de ye.”