Êrişên dewleta Tirk xeteriya DAIŞ’ê kûr dike

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Şîlan Ehmed êrişên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê nirxand, bal lê kişand ku ev êriş xetere û metirsiya belavbûna DAIŞ’ê kûr dike.

ROJ HOZAN

Qamişlo – Dewleta Tirk a bi salan e li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya piştî Şoreşa Jinê xwe li ser pergala Netewa Demokratîk ava dike, gefan dixwe; li gel êrişên dagirkeriyê yên li ser Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ya bi taybetî ji bo jinan veguheriye qadekî tûndiyê ji 19’ê Mijdarê ve êrişî seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Ev êrişên ku armanc dike gel ji heremê koçber bike û qadên din ên dagirkeriyê ji xwe re veke li ser belavbûna DAIŞ’ê jî xetere û metirsiyan ava dike. Endama Meclisa Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Şîlan Ehmed a ku der barê mijarê de axivî bal lê kişand ku bi taybetî di êrişên xwe yên ji 19’ê Mijdarê ve li ser heremê daye destpêkirin, li girtîgeh û kampên ku DAIŞ û malbatên DAIŞ’î lê dimînin alozî derketiye û destnîşan kir ku ev êriş di warê belavbûna DAIŞ’ê de xetere û metirsiyan ava dike.

Li ser heremê planên dewleta Tirk û hevkarên wî

Şîlan Ehmed a destnîşan kir ku li dijî heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya xwe dispêre pergala Netewa Demokratîk plangeriyek giştî ya di navbera dewleta Tirk û hêzên navnetewî de heye û wiha gef û êrîşên dewleta tirk li ser herêmê nirxand: “Dema îro em van êrîşan digrin dest em di roja îro de sînordar nahêlin ji ber her êrîşên dewleta tirk li ser şoreş û vîna gelê me nehatine rawestandin. Dewleta tirk binkeftinên ku îro dijî dixweze li ser axa civakên bi aram tolê bistîne. Sekna gelê me û berxwedana wan li dijî êrîşên hovane cihê rûmetê ye, gelê me li ser erka xwe bû, bi berpirsiyariya xwe ya parastina rewa rabû ku ji dagirkeran re dibêjin ev der axa me ye. Gelê me ji van êrîşan re hişyar in û li axa xwe xwedî derket.”

Êrişên li ser binesaziya heremê

Şîlan Ehmed bal kişand ser êrişên dagirkeriyê ya ku binesaziya heremê bombebaran kir û wiha pêl da axaftina xwe:

 “Bi rengekî ku rê li ber pêwîstiyên jiyanî bigre, yan jî aboriya wî welatî bike destkeftiya dagirkeriya xwe. Dewleta tirk jî dixwaze di herêma me de vê bike, jêdera jiyana me dagir bike. Di tevahî qanûnên cîhanê de zagonên ku sivîlan û binesaziya wan diparêze hene lê ji bo herêmên me tu dewletan gav neavêt. Pêwîst bû siyaseta derve zêdetir li ser herêmê gav pêş de avêtibûya ji ber îro li vir ne tenê Kurd dijîn pêkhatiyên Ereb, Suryan, Ermen, Çerkez û Tirkmen jî hene. Em tenê di asta şemezarkirinê de axaftinên wan qebûl nakin, gere gavên pratîk hebin û ezmanê hewayî li ber balafirên deweta tirk bêne girtin. Niha dewleta tirk bi rengekî fermî sûcên şer li dijî herêma me dike û qanûnên navdewletî tu feyde li civaka me nekirin, berevajî destekê didin dewleta tirk û kiryarên wî.”

Êriş xetere û metirsiya DAIŞ’ê zêdetir dike

Şîlan Ehmed a got ku dema rewşa êrişan a li ser heremê bê nirxandin divê bi qasî aliyên wê yê siyasî û aborî bê nnirxandin divê aliyê wê yê ewlehiyê jî bê nirxandin, wiha domand: “Piştî serkeftinên li dijî DAIŞ’ê gelê me di rewşeke aram de dijiya lê êrîşên dewleta tirk li ser herêmê rewşa ewlehiyê jî tevlihev kir. Di herêma me de bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê di zindanê de girtî ne û em ji bîr nekin di kampa Holê de xeterîn çeteyên DAIŞ’ê hene. Me dît jî bi van êrîşên dawiyê re çeteyan di zindana de îsyan derxistin û hewl dan birevin, derveyî wê şaneyên DAIŞ’ê li derve xwe bi rêxistin dikin da ku şerek derbikeve û êrişî me bikin. Em ne mecbûr in van çeteyan di nav xwe de bihewînin, dema cîhan hemû li ser me bibe yek em ê jî parastina welatê xwe bikin.”

Gel bi yek helwestê êrişan pêşwazî dike: Berxwedan

Şîlan Ehmed berxwedana gel û hevgirtina wan li dijî êrîşên dewleta tirk silav kir û wiha bi dawî kir: “Hevgirtina civaka me di vê rewşa awartê de cihê şanaziyê ye. Pêwîst e em weke gel û partiyên siyasî destê xwe bidin hev û hemû derfetên xwe bikin xizmeta parastina civaka xwe. Ji ber ku em li hemberî dijminekî hov in, dema dijmin êrîş dike ferq û cudahiyê nake navbera tu pêkhate û partiyan. Em ê bi hev re nirxên gel û şehîdên xwe biparêzin û nehêlin dagirkeriyeke nû li ser axa me were çêkirin.”